Belçîka polîtîkaya penaberiyê dişidîne

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, wê di Sibatê de ji bo 1804 dosyeyan de biryar daye.

41 ji % daxwazên ji bo penaberiyê hatine qebûlkirin û yên mayî hatine redkirin.

Li Belçîkayê di meha Sibatê de 2,399 kes serî li mafê penaberiyê dan.

Ev agahî ji aliyê Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ve hate eşkerekirin.

Ofîsê di rapora xwe de ragihand, herî zêde welatiyên Afganistan, Filistîn û Sûriyeyê serî li îltîcayê dane.

Erître û Tirkiye bûn du welatên di nava pênc welatên ewil ên lîsteya îltîcaxwaziyê de.

CGRA di raporê de îstatîstîkên rêjeya biryarên derbarê daxwazên îtîcayê de jî agahî dan.

Saziya Belçîkî ragihand, wê di Sibatê de ji bo 1804 dosyeyan de biryar daye.

41 ji % daxwazên ji bo penaberiyê hatine qebûlkirin û yên mayî hatine redkirin.

Aliyekî balkêş ê rapora Sibatê rêjeya zêde ya biryarên negatîf ên ji bo îltîcayê ne.

Ev trenda redkirina daxwazên îltîcayê îsal meh bi bi meh zêde bûbû.

Bo nimûne, di Çileyê de daxwaza îltîcayê ya 1064 kesan hatibû redkirin û bi tenê 756 kes mafê parastina navneteweyî ji Belçîkayê wergirtibûn.

Di 2021’an de rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo daxwazên penaberiyê bi qasî 43 ji % bûn.

Li Belçîkayê rêjeya serîlêdan penaberiyê ya di navbera 2015-2013’an de. Piştî sala 2015an, sala herî zêde serîlêdan pêk hatine 2022’ye. Jêder: CGRA

Serîlêdanên ji Tirkiyeyê

Belçîka di Sibatê de ji 57 serîlêdanên welatiyên Tirkiyeyê red kiriye û bi tenê mafê penaberiyê daye 45 kesan.

Ev jî nîşan dide, rêjeya parastinê ya ji bo îltîcaxwazên Tirkiyeyê gav bi gav kêm dibe.

Yek ji aliyê balkêş ê rapora dawî, îşaretên guherîna polîtîkaya penaberiyê ya derbarê Tirkiyeyê de ye.

Belçîka di Sibatê de ji 57 serîlêdanên welatiyên Tirkiyeyê red kiriye û bi tenê mafê penaberiyê daye 45 kesan.

Ev jî nîşan dide, rêjeya parastinê ya ji bo îltîcaxwazên Tirkiyeyê gav bi gav kêm dibe.

Di 2021’an de Belçîka derbarê 63 ji % daxwazên penaberiyê yên welatiyên Tirkiyeyê de biryara pozîtîf dabû.

Belçîka yek ji welatên Ewrûpayê ye ku herî zêde daxwazên ji bo penaberiyê werdigire.

Belçîka tevlî Awusturya, Holanda, Swîsre, Luxembûrg û Yûnanistanê ji welatên din zêdetir rastî pêla penaberiyê tê.


Foto: Wikicommons

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …