Marcos xatir ji me xwest

 

 

Berdevkê Artêşa Rizgariya Gelê Zapatîsta (EZLN) Marcos ku wekî Subcomandante Marcos dihat naskirin, ji wezîfa xwe vekişiya. Bi vekişîna Marcos re pêvajoyeke têkoşîna ji bîst salan zêdetir a zapatîstayan ku li Meksîkayê û cîhanê bi şexsiyeta karîzmatîk a Marcos dihat naskirin, bi dawî bû.  Di dewsa Marcos de mîlîtaneke din ê bi nasnav Galeano wekî berdevkê artêşa zapatîsta hat peywirdarkirin.

Marcos di 25’ê Gulanê de bi xwendina daxuyaniyekê di Radyoya Zapatîsta de eşkere kir ku “kesê bi navê Subcomandanteyê serhildêr Marcos êdî tuneye” û sebeba ji bo vê yekê wiha şîrove kir: “Em fikirîn ku ji bo Galeano bijî divê yek ji me bimire. Vê mirinê jiyanekê bi dawî nake lê navekê bi dawî dike.”

Nasnavê fermandarê nû “Galeano” ji nasnavê Jose Luis Solist ê ku li dibistaneke zapatîsta mamoste bû û di 2’yê Gulanê de di êrîşa hêzên paramîlîter ên bi ser caracola (civaka xweser) La Realidad a zapatîstayan de girtibûn, hatibû kuştin. Piştî vê êrîşê, ji bo piştgiriya bi zapatîstayan re kampanyayeke navneteweyî dest pê kiribû û di dawiya vê kampanyayê de di 24’ê Gulanê de bi beşdariya zapatîstayan û mêvanên biyanî li La Realidadê bernameyekê hatibû lidarxistin. Ji sala 2009’î û vir ve, cara ewilî fermandar Marcos jî li ser hespê xwe beşdarê bernameyeke bi vî rengî bibû.

Di bîst salên dawî de navê Marcos ji sînorên Meksîkayê derbas kir û bû sembola şerê gelên bindest ên li dijî kolonyalîzm, neolîberalîzm û her cure dagirkerî û çewsandina civakê. Nivîs û daxuyaniyên wî li gelek zimanan hatin wergerandin. Hin ji entelektuelên herî naskirî yên cîhanê di şexsê Marcos de destekê dan projeya zapatîstayan a ji bo mafên koleftîf û xweseriya gelên xwecî yên li Chiapasê. Di vê pêvajoyê de her sal bi hezaran ciwan û aktîvîstên ji her temenî yên çepgir çûn serdana civakên xweser ên li Chiapasê.

Berdevkê zapatîsta Marcos navê xwe ji Mario Marcos ê endamê FLN’ê ku EZLN li ser mîrateya wê hatibû damezrandin, girt. Mario Marcos di 1983’an de di pevçûneke li Pueblayê hat kuştin û piştî vê bûyerê hevalê wî yê ku bi navê “Zacarias” dihat naskirin navê “Marcos” li xwe kir. Dema EZLN di êrîşa xwe ya di 1’ê Çileya 1994’an de pênc şaredariyên Chiapasê bi dest xist, cîhan berdevkê rêxistinê Marcos naskir. Lê di rastiya xwe de EZLN ne xwestibû kesekî wekî Marcosê mestizo (nîv-ewropî, nîv-xwecî) bibe berdevkê artêşa xweciyan. Ji bo vê peyvirê mîlîtaneke din ê xwecî hatibû hilbijartin. Mixabin vî kesî kurtedemek piştî êrîşa zapatîstayan hat kuştin û lewma Marcos bû berdevkê rêxistinê.

Ji daxuyaniya Marcos a bi sernavê “Di navbera hêvî û tariyê de” tê famkirin ku ne tenê berdevkê zapatîstayan guherî ye lê stratejiya wan jî guherî ye. Ji ber ku EZLN doza civakeke antî-hiyerarşîk dikir, dixwest lîdereke wan ê naskirî tunebe lê dema ku dît Marcos bi şexsiyeta xwe ya karîzmatîk bala cîhanê kişand ser xwe, biryar da ku ji vê rewşê sûd wergire. Lê di dawiyê de rêxistinê lê hay bû ku “tevger bû Marcos” û “Marcos bû tevger” û lewma jî rêxistinê biryar da ku bi guherandina Marcos bi Galeano re vê problemê çareser bike.

Çavkanî: Roarmag.org /  Ososabiouk.wordpress.com/

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …