Ambargoyeke nû ya li hemberê Rûsyayê

Komîsyona Ewrûpayê ambargoya li hemberê bazirganiya gewherê (almas) pêşniyaz kir.

Bi pakêta nû re, hejmara ambargoyên li ser Rûsyayê ku ji sektora enerjiyê heta sîstema fînansê berfireh dibe, gihîşt 12’an.

Ewrûpa ji bo Rûsyayê ambargoyeke din amade dike.

Komîsyona Ewrûpayê ambargoya li hemberê bazirganiya gewherê (almas) pêşniyaz kir.

Bi pakêta nû re, hejmara ambargoyên li ser Rûsyayê ku ji sektora enerjiyê heta sîstema fînansê berfireh dibe, gihîşt 12’an.

Ambargoya nû wê di Çileya 2024’an de têkeve meriyetê.

Berî niha Amerîkayê bazirganiya gewherê ya bi Rûsyayê re qedexe kiribû.

Ji ber îhtiraza Belçîkayê, Yekitiya Ewrûpayê ji bo vê meseleyê gav navêtibû.

Belçîka dixwaze bazirganiya gewherê ya li bajarê Antwerpenê pêk tê, biparêze.

Hukumeta Belçîkayê ji bo parastina bazara Antwerpenê niha bi Yekitiya Ewrûpayê re xebatekê dimeşîne.

Di heman pakêta ambargoyê de venêrîna kirîna petrola Rûsyayê jî cî digire.

Rêxistina G7+ ji bo warîleke petrola Rûsyayê 60 dolar diyar kiribû.

Lê niha Rûsya di bazara petrolê de warîlekê li derdora 80 dolarî difiroşe.

Ambargoya LPG’ê 

Yek ji xala di ambargoya dawî de heye, tedbîrên li hemberê firotina gaza LPG’ya Rûsyayê ye.

Komîsyona Ewrûpayê ji bo pêşî li bê bigire, mekanîzmayeke venêrînê di nava amgargoya dawî de bi cî kir.

Yek ji xala di ambargoya dawî de heye, tedbîrên li hemberê firotina gaza LPG’ya Rûsyayê ye.

Ev xal bi daxwaza Polonya û Welatên Baltik ket nava ambargoyê.

Nûnerên Ewrûpî roja Înê wê ambargoya hatiye pêşniyazkirin gotûbêj bike.

Ji bo ambargo têkeve meriyetê, divê ji aliyê welatên endam ên Yekitiya Ewrûpayê bê îmzekirin.

Infowelat

Foto: Postereke li ser ambargoya Rûsyayê hate amadekirin. /Anovamarine.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …