Konferansa DBP’ê û stûxwariya elîtên Kurd

Belgeya helwestê ya DBP’ê bi naveroka xwe ya pir kûr a îdeolojîk, dûrî realîteya heyî ya Bakurê Kurdistanê û strûktûra siyasî ya partiyê bû.

Di dîroka siyaseta legal de careke din elîtên siyasî yên Kurd ji bo berjewendiyên xwe doza neteweyî avêtin ser sergo.

Di berdêla vê de, ji bo bikaribin patronaja xwe li ser hemû derfetên siyasî bidomînin, KCK ji wan re lembeya kesk vêxist.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) di 5’ê Mijdarê de li navçeya Baxler a Amedê konferansa xwe li dar xist.

Beriya vê bernameyê hêvî ev bû, partiyê li rexne û pêşniyazên gel guhdarî bike û vê yekê bike bingeha xebatên xwe.

Piştî têkçûna tevgera legal a Kurd a di hilbijartina Gulanê ya 2023’an de ku bê şert û merc piştgiriya namzetê serokatiyê yê Kemalîst Kiliçdaroglu kiribû, reaksiyonên gelê Kurd zêde bûbû.

Lewma partiyê soza guhdarîkirina daxwazên gel dabû û ji bo vê jî bi mehan civînên gel lidarxistibû.

Ji ber vê yekê, gelek kes bawer kiribûn wê YSP û DBP encamên civînan bikin bingeheke polîtîkaya xwe.

Pêşiyê YSP’ê bi kongereya xwe ya di 15’ê Cotmehê de nîşan dabû, daxwazên gel ji bo wê ne girîng in.

Partiyê di kongreyê de navê HEDEP’ê li xwe kir û paradîgmaya KCK’ê qebûl kir.

HEDEP gaveke din jî pêş de çû û di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de banga Komara Demokratîk kir.

Hêviyên miletê Kurd yên ji HEDEP’a li paytexta komara kolonyalîst têk çûbû, zîvirîbû paytexta Kurdistanê.

Mixabin bûyera li Enqereyê pêk hat, li Amedê dûbare kir û tekane partiya Kurd a li Kurdistanê birêxistinkirî ye, bi tevahî paradîgmaya KCK’ê qebûl kir.

Eger bi vê partiyê re nûbûn an guherîneke hebe, ew jî di konferansê de bikaranîna Kurdî bû.

Hevserokên partiyê bi Kurdî axaftinên xwe kirin û belgeya helwestê ya partiyê bi Kurdî-Tirkî hat pêşkêşkirin.

Belgeya helwestê an belgeya stûxwariyê?

Hejmara van peyvan a di seranserê tekstê de wiha bûn: Meseleya Jinê 30, Modernîteya Kapîtalîst 14, bîrdozî 14, parastina ekolojiyê (xwezaparêzî) 13, Ocalan 10, Kurdistan 12, Kurdî/ziman 4.

Belgeya helwestê ya DBP’ê bi naveroka xwe ya pir kûr a îdeolojîk, dûrî realîteya heyî ya Bakurê Kurdistanê û strûktûra siyasî ya partiyê bû.

Partiyê belgeya mişt ji peyvên “li dijî tecrîdê berxwedan”, “têkoşîna bîrdozî”, “mîsyona şoreşa jinê”,  “modernîteya kapîtalîst” û “modernîteya demokratîk” û hwd. hatibû dagirtin, qebûl kir.

Hejmara van peyvan a di seranserê tekstê de wiha bûn: Meseleya Jinê 30, Modernîteya Kapîtalîst 14, bîrdozî 14, parastina ekolojiyê (xwezaparêzî) 13, Ocalan 10, Kurdistan 12, Kurdî/ziman 4.

Lewma belgeya helwestê ji ya partiyeke legal a Bakur bêtir, wekî belgeyeke KCK’ê bû.

Statuya Kurdistanê lê çawa?

Di belgeyê de di çend ciyan de qala “statuya Kurdistanê” hat kirin lêbelê di derheqê forma statuyê de tu pêşniyaz cî negirtin.

Di belgeyê de di çend ciyan de qala “statuya Kurdistanê” hat kirin lêbelê di derheqê forma statuyê de tu pêşniyaz cî negirtin.

Meseleya statuyê bi vê hevokê di belgeyê de cî girt:

“Konferansa me, biryara xwe dubare kiriye ku wek mafekî jêneger ê gelê Kurd, heta daxwaza statuyê pêk were, dê ev daxwaz her roj hinekî din bê xurtkirin”

Parastina Kurdî lê çawa?

Kurdî nebû mijareke esasî ya belgeyê û bi tenê di nava “polîtîkayên înkarê” de ji xwe re ciyekî pir biçûk dît.

Kurdî nebû mijareke esasî ya belgeyê û bi tenê di nava “polîtîkayên înkarê” de ji xwe re ciyekî pir biçûk dît.

“Kurdî” di belgeya DBP’ê de bi tenê du ciyan de û “ziman” jî dîsa bi du peyvan derbas bû.

Bi van gotinan polîtîkayên înkarê ya dewleta Tirk hat rexnekirin:

“Her çiqas di encama têkoşîna ku gelê me bi berdêlên giran daye de êdî bîrdoziya fermî nikaribe bi awayekî vekirî nasnameya Kurd înkar bike jî, li hemberî Kurdî û çanda Kurdan polîtîkayên înkarê bi konetî û xasûkî didomîne.”

Tunekirina Kurdî wekî hedefeke krîtîk a dewletê nehat terîfkirin û tevlî talana dewletê ya li hember xwezaya Kurdistanê ciyê xwe girt.

Tespîta “qirkirina çandî” hat kirin lê di dewsa terîfkirina rêbaza berxwedana li hemberê wê, vê mijara krîtîk di nava vê hevoka giştî de winda bû:

“Konferansa me, li hemberî qirkirina çandî, qirkirina xwezayê û qirkirina civakî ji bo ku birêxistinbûna cewherî ya gelê me bi pêş bikeve, li tevahiya tax û kuçeyan li hemberî axayên madeyên hişbir û fuhûşê birêxistinbûn çêbibe, geşkirina têkoşîn û berxwedanê wek peywirekê daniye ber xwe.”

Rizgariya Abdullah Ocalan

Di çarçoveya vê formûlasyonê de Abdulah Ocalan wekî “îrade û nûnerê civakî-polîtîk a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd” hat pênasekirin

Konferansa DBP’ê bi van gotinan tecrîda li ser lîderê PKK’ê Abdulah Ocalan kir meseleya sereke ya bernameyê:

“Di konferansa me de, wek xala sereke ya rojevê, têkoşîn û berxwedana ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan hatiye diyarkirin û hatiye destnîşankirin ku jiyana di binê tecrîdê de bi tu awayî nayê pejirandin.”

Di çarçoveya vê formûlasyonê de Abdulah Ocalan wekî “îrade û nûnerê civakî-polîtîk a têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd” hat pênasekirin.

Di gava duyemîn de jî, belge rola Ocalan derxist asta global û lîderiya wî wekî “rêberiyeke dîrokî û bîrdozî ya ku ji pirsgirêkên mirovahiyê re çareseriyan diafirîne.”

“Modernîteya kapîtalîst” û “konfederalîzma demokratîk”

Di belgeyê de kapîtalîzm bi perspektîfên îdeolojîk ên KCK’ê hat nirxandin û berpirsê hemû problemên li Rojhilata Navîn û li cîhanê hat sûcdarkirin.

Di belgeyê de kapîtalîzm bi perspektîfên îdeolojîk ên her carî hat nirxandin û berpirsê hemû problemên li Rojhilata Navîn û li cîhanê hat sûcdarkirin.

Paşê jî DBP’ê “modernîteya kapîtalîst” di nava qeyranê de nîşan da û ji bo çareserkirina problemên ew bûye sebeb  “modernîteya demokratîk” pêşniyaz kir.

Ev pêşniyaz bi van hevokên klasîk ên ji paradîgmaya KCK’ê hatibû girtin, hat formûlekirin:

“Bi zanîna ku tekane rêya çareseriyê modernîteya demokratîk e, girîngiya sepandina hişmendî û Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê ya ku Rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kiriye hat kirpandin.”

Di heman tehlîlê de netewdewlet wekî sebebê netewperestî, nîjadperestî, olperestî, faşîzm û hemû xirabiyên li rûyê erdê hat nîşandayîn û “konfederalîzma demokratîk” wekî alternatîfa wê hat pêşniyazkirin.

“Mîsyona şoreşa jinê”

 Belavkirina “hişmendiya jina azad” a li hemberê “kapîtalîst, faşîst û desthilatdarperest” hat pêşniyazkirin.

Di belgeyê de meseleya jinê piştî tehlîla “modernîteya kapîtalîst” ciyê herî zêde girt.

“Azadiya jinê” bi perspektîfeke paradîgmatîk a tevlî civaka demokratîk û xweparêz ket belgeyê.

Belavkirina “hişmendiya jina azad” a li hemberê “kapîtalîst, faşîst û desthilatdarperest” hat pêşniyazkirin.

Herwiha, di navbera jin û mêr de avakirina “têkiliyên azad û wekhev” wekî hedefeke din a belgeyê bû.

Bîrdozî, bîrdozî û bîrdozî

“Hegemonyaya bîrdozî”, “têkoşîna bîrdozî” û “êrişên bîrdozî” çend ji peyvan bûn ku di vê mijarê de hatin bikaranîn.

Yek ji peyva ku mora xwe li belgeya helwestê xist bê human “bîrdozî” bû.

“Hegemonyaya bîrdozî”, “têkoşîna bîrdozî” û “êrişên bîrdozî” çend ji peyvan bûn ku di vê mijarê de hatin bikaranîn.

Di dawiya tehlîla li ser meseleya bîrdoziyê de ev armanca xwedî îdîayeke mezin cî girt:

“Konferansa me, dê li hemberî êrîşên bîrdozî yên bîrdoziya fermî ya ku hebûna xwe li ser nebûna gelê Kurd ava kiriye û hevkarên wan ên ku bi teşe û gotinên cuda didomînin, têkoşîna bîrdozî û şoreşa hişmendiyê ya ku nirxên gelê me yên dîrokî, civakî û çandî di hemû şert û mercan de bi pêş dixe û diparêze, bê navber bidomîne.”

Qeyûm tunebûna her tişt xweş bû

Di derbarê modela elîtîst a hiyerşîk a belediyeyan ku gel tevlî proseya rêvebirinê nekir û  talana çavkaniyên Kurdistanê ên bi destê rêvebiriya belediyeyan hat kirin, yek gotinek nehat gotin.

Ber bi dawiya belgeyê de meseleya qeyûman û reaksiyonên li dijî wan hat îfadekirin.

Di belgeyê de reaksiyonên hişk li hemberê qeyûmên  belediyeyan bi dest xistin, hat nîşandayîn.

Têkoşîna li dijî qeyûman wekî “peywireke neteweyî” hat pênasekirin û ev gotin hatin kirin:

“Konferansa me, li hemberî sepana qeyûman a ku mêtingerî û koletiyê li ser gelê me ferz dike, di serî de mafên statu, xwebirêvebirin, hilbijartin û hilbijirînê, parastina tevahiya destkeftiyan, wek peywireke neteweyî nirxandiye.”

Di derbarê modela elîtîst a hiyerşîk a belediyeyan ku gel tevlî proseya rêvebirinê nekir û talana çavkaniyên Kurdistanê ên bi destê rêvebiriya belediyeyan hat kirin, yek gotinek nehat gotin.

Teslimiyeta elîtên polîtîk

DBP’ê jî bi konferansa xwe da ser heman xeta entegrasyonîst ku gav bi gav bingeha neteweyî ya gelê Kurd tune dike.

DBP bi konferansa xwe ya li Amedê bendewariya guherînê ya gelê Bakurê Kurdistanê vala derxist.

Piştî têkçûna di hilbijartina 2023’an de, pêdivî bi stratejiyeke neteweyî ya ji bo gelê Kurd hebû.

Lêbelê ewil HEDEP’ê di kongreya xwe de bersiveke negatîf da vê daxwazê û paşê jî banga “Komara Demokratîk” kir.

DBP’ê jî bi konferansa xwe da ser heman xeta entegrasyonîst ku gav bi gav bingeha neteweyî ya gelê Kurd tune dike.

Ev jî li ser bingeha “neteweya demokratîk” û “komara demokdatîk” bilind dibe ku armanca wê entegrekirina Kurd û Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve ye.

A rast, di dîroka siyaseta legal de careke din elîtên siyasî yên Kurd ji bo berjewendiyên xwe doza neteweyî avêtin ser sergo.

Di berdêla vê de, ji bo bikaribin patronaja xwe li ser hemû derfetên siyasî bidomînin, KCK ji wan re lembeya kesk vêxist.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …