Asûriyên li Xabûrê li ber tunebûnê ne

Asûriyên li Bakurêrojhilatê Suriyeyê yek ji gelên qedîm ên li  herêmê ne. Civaka asûrî ya li vê herêma li bakurê Mezopotamyayê di 2015’an de rastî êrişa DAÎŞ’ê hat.

Enstîtuya Polîtîkaya Asûrî ya li Amerîkayê di derbarê rewşa dawî ya asûriyan a li Rojava raporek weşand û bale kişand ser encamên vê êrişê.  Rapor bi berfirejî li ser hilweşîna mîrateya asûrî ya li herêma Xabûr a li Rojava disekine û ji bo parastina vê mîrateyê banga hişyariyê dike.

Herêma Xaburê li derdora Serêkaniyê û Tiltemir e ku di 2015’an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin. Li gorî raporê beriya 2015’an, li 35 gundên li vê herêmê li derdora 200 hezar asûrî dijîyan û niha bi tenê ji sedî 6’ê vê nifûsê vegeriya ye ser erdên xwe.

Sazî radigihîne, ji ber dagirkeriya ku bi qasî 4 mehan dom kir, ligel hilweşandina xaniyan û dêrên asûriyan, zirarek mezin gihîşt erdên çandiniyê û bîrên avdanê jî. Rapor diyar dike, koça mezin a ber bi derveyê herêmê de bingeha zimanê asûrî jî lawaz kiriye û ev jî cureyeke jenosîda çandî ye.

Xerîteya gundên asûrî yên li ber Çemê Xabûrê

Enstîtuya Polîtîkaya Asûrî bang li UNESCO’yê dike li ser vê mijarê vekolînê bike û herwiha zextê li hukumetên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bike da ku gelê asûrî fermî nas bikin.

Li cîhanê hejmara giştî ya asûriyan qasî 3.5 milyon tê zanîn û piraniya wan li welatên wekî Amerîka, Awustralya, Almanya û Swêdê dijîn.

Tê texmînkirin qasî milyonek asûrî hîn jî li ser erdên xwe yên li Iraq û bakurêrohilatê Suriyeyê dijîn.  

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …