Wekhevî cara ewilî li Xerabreşkê bi dawî bû

Mezopotamya bi şûnwarên şaristaniyên li ser wê hatine damezrandin wekî muzeyeke servekirî ya dîrokê ye.

Cara pêşiyê di serdema neolîtîk de li ser vê axê şoreşa çandiniyê û kedîkirina sewalan dest pê kiriye

Xerabreşka li Bakurê Kurdistanê ku li Cihanî wekî Gobeklîtepe tê naskirin, bi berhemên xwe yên zêdetirî 10 hezar salî, ji van şoreşan re şahidiyê dike.

Rojnemaya Haaretzê, di derbarê lêkolînên arkeologên Îsraîlê yên li şûnwarê Xerabreşkê, gotareke balkêş weşand.

Fîgurên mirovan

Arkeolog Cîl Haklay û Avî Gofer yên ji Zanîngeha Tel Avîvê, di lêkolînên xwe de plansaziya muhteşem a li vê şûnwarê zelal kirin û gihîştin hin encaman.

Zanîna geometriyê

Lêkolîn nîşan dide, şêniyên vê şûnwara ku 11500 sal berê hatiye çêkirin, zanista geometriyê baş zanibûne.

Dema berhemên li Xerabreşkê hatine çêkirin, mirovahî nivîsê nasnedikir.

Lewma zanîna pêşketî ya geometrî  ya beriya pêkhatina nivisî, balê dikişîne ser xwe.

Lê tespîta herî balkêş a tîma îsraîlê di derbarê pergala civakî de ye ku gelê li vê deverê pêşxistiye.

Hiyerarşiya civakî

Li gorî arkeologan, haya damezrînerê van berheman ji hiyerarşiya civakî hebûye.

Ev jî nîşan dide, cara pêşiyê li vê deverê wekheviya civakî ji holê rabûye.

Ev yek ji aliyê dîrokzanan gelek girîng tê dîtin û wekî guherîneke îdeolojîk a pir mezin tê binavkirin. 

Encameke din a vê lêkolînê jî di derbarê serdestiya mirov a li ser xwezayê ye.

Destpêka serdema Antroposenê

Li ser stûnên li Xerabreşkê, ligel motîfên sewalan, fîgurên mirovan jî hatine çêkirin.

Ev yek jî nîşan dide, mirovên li vê şûnwarê êdî gav bi gav ji îdeolojiya li ser bingeha xwezayê hatiye damezrandin dûr ketine.

Lêkolîner diyar dikin, serdestiya mirovan a li ser xwezayê û bidawîbûna wekheviya civakî bi hev re dest pê kiriye û her du jî li cîhanê cara yekemîn li Xerabreşkê pêk hatine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …