Ew, her hefte bi fotografên kur û keçên xwe yên hatibûn windakirin, li meydaneke paytexta Arjantînê Bûenos Aîresê rûniştin.
Ev çalakiya çend dayikan a bi israr, di demeke kurt de veguherî tevgereke mafên mirovan a li dijî rejîma mîlîtarîst.
Ji ber meydana çalakî dihat lidarxistin, navê dayînên Plaza de Mayo, dayikên Meydana Gulanê li wan hat kirin.
Îsal 43. salvegera têkoşîna Dayikên Plaza de Mayo ya li dijî cûntaya faşîst a Arjantînê ye.
Di 1976’an de artêşa Arjantînê di bin fermandariya Xorge Rafael Vîdela de dest danî ser rêvebiriyê.
Rejîma faşîst, li dijî hemû pêkhateyên mixalefeta çepgir zilmeke ku heta wê demê dîroka Arjantînê nebûbû şahid, meşand.
30 hezar kes hatin revandin; hin ji wan di zindanên rejîmê de canê xwe dan û hinên din jî ji balafirên leşkerî avêtin nava Okyanûsa Atlantîkê.
Piraniya kesên hatin kuştin, xwendekar, karker û kedkar bûn û temenê wan di bin 35’an de bû.
Di 1977’an de dayikên qurbaniyan, ji bo bidestxistina agahiyên di derbarê zarokên xwe yên windakirî de, li meydana Plaza de Mayo dest bi xwepêşandanê kirin.
Ev çalakiya ku her pêncşem hat lidarxistin, bi salan ajot û bû çirûska berxwedana li dijî rejîma hov a leşkerî.
Hêrsa li dijî rejîmê bi çirûska ku dayikan vêxist her ku çû zêde bû û 1983’an de şefên rejîma mîlîtarîst mecbûr man ji rêvebiriyê vekişin.
Di 1985’an de doza sûcên mirovahiyê li dijî berpirsên vê rejîmê dest pê kir û her yek ji wan ji ber sûcên xwe yên li hemberê mirovahiyê hat cezakirin.