UNFPA: Guherîna avhewayê sebebeka şîdetê ye

A.Rahman Çelîk

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî UNFPAyê di warê bandora guherîna avhewayê ya li ser şîddetê raporek belav kir.

Raporê nîşan dide, ji ber sedema guherîna avhewayê li jêra Sahrayê ya Afrîkayê hejmara jin û zarokên şîddet li wan tên kirin ji 90 milyonan derbas kiriye.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî UNFPAyê di warê bandora guherîna avhewayê ya li ser şîddetê raporek belav kir.

Raporê nîşan dide, ji ber sedema guherîna avhewayê li jêra Sahrayê ya Afrîkayê hejmara jin û zarokên şîddet li wan tên kirin ji 90 milyonan derbas kiriye.

Rapor dibêje heta sala 2060î vê hejmarê wê derkeve 3 qatan.

Zanyar di raporê de wiha diaxivin:

“Afatên xwezayî yên wekî hişkesalî, lehî, erdhej û rewşên avheweyê yên wekî din bi tena serî nabin sedema şîddetê, bes pirsgirêkên heyî hîn xerabtir dikin.”

Lêkolînên li ser germahiya zêde jî destnîşan dikin ku germahî çiqas zêde dibe potansiyela êrîşkariyê jî ewqas zêde dibe.

Herwiha, ji Rapora Rewşa Hewayê ya 2024an diyar kir, hewaya cîhanê her diçe qirêj dibe.

Niha li seranserê cîhanê nêzîkî ji % 99ê mirovan li deverên hewaya wan qirêje dijîn.

Di sala 2021an de, 8.1 milyon însan ji ber sedema hewaya qirêj jiyana xwe ji dest dane.

Tuvalu bi xetereyê re rû bi rû ye

Tuvalu yek ji welatên herî zêde yê di bin bandora guherîna avhewayê de maye.

Tê payîn ku heta sala 2050yî nêviyê navçeya Funafutiyê ya wê di bin avê de bimîne.

Vê yekê jî zexta li ser Tuvaluyan a koçberiyê zêde dike.

Serokê Banqeya Cîhanê Ajay Banga ji bona piştevaniyê çû serdana Tuvaluyê.

Ajay Banga destnîşan kir, ji bona ciwanên Tuvaluyê karibin xwe amadeyî guherîna avhewayê bikin, pêdiviya wan bi perwerdeyê heye.

Çîn û Amerîka xwedî pozîsyonên cuda ne

Hewaya paqij her çiqasî “mafekî bingehîn  ê mirovan e” jî, dewletên heyî gavên li ser vê babetê yan navêjin yan jî gelekî giran davêjin.

Sermeselê du dewletên mezin ên wekî Amerîka û Çîn hîna jî li ser babetê li hev nakin.

Îhmalkariya van dewletan ku dibe sedema hewaya qirêj, jiyana bi milyonan însanan tehdit dike.

Sefîrê avhewayê yê Amerîkayê John Podesta heftaya borî li paytext Pekîna Çînê ragihandibû, ew dixwazin di vê mijarê de nêzî hev bibin.

Bes nepeniya siyaseta Amerîkayê û hilbijartinên pêş derfetê nade vê nêzîkbûnê.

Tirs heye, eger serokê berê Donald Trump dîsa bê hilbijartin hevkariya li ser kêmkirina hewaya qirêj dîsa wê bê dawîkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di sala 2017’yan de dawî li diyaloga bi Çînê re anîbû û Amerîka ji Peymana Parîsê vekişandibû.

———————————

Foto: Logoya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA)

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …