Navarra sînorên li pêşîya zimanê baskî radike

Seroka Navarrayê Maria Chivite ji bo naskirina zimanê baskî wekî zimanê xwemalî li seranserê herêmê, pêşnîyaza guherîna statuya xweserîyê kir. Armanca vê reformê rakirina sînorên ji bo zimanê baskî ne. Ev pêngav ji aliyê partiyên netewperest ên Welatê Baskê ve wekî xaleke dîrokî  hat nirxandin.

Seroka Hikûmeta Herêma Navarrayê, Maria Chivite, bi daxuyaniyeke ragihand ku ew amade ne ji bo mafên ziman statuya xweserîya Navarrayê (Lorafna) reform bikin. Bi vê reformê armanc ev e ku zimanê baskî (Euskera) li seranserê axa Navarrayê wekî “zimanê herêmê” bê naskirin. Ev pêngav tê wateya hilweşandina pergala “qadên ziman” a ku heta îro mafên zimanî û perwerdehiyê li gorî herêman bisînor dikir. Chivite da zanîn ku ew ê ji bo guhertina xala 9an a vê qanûnê ku statûya zimanê îspanyolî û baskî dîyar dike, gav bavêje.

Parlamena Navarrayê niha li ser raporeke ji bo reforma  pêşxistina statuya otonomîyê dixebite. Seroka Navarrayê dixwaze di civîneke ji bo vê meseleyê mijara ziman jî têxe rojevê. Chivite bawer dike ku divê zimanê baskî di qada perwerdehiyê de bibe xwedî venasîneke hiqûqî û astengiyên heyî yên bisînorkirina di qadan de bi dawî bibin. Di rewşa niha de, xala 9an destnîşan dike ku îspanyoî li seranserê Navarrayê zimanê fermî ye, lê baskî tenê li herêmên ku wekî “baskîaxêv” hatine diyarkirin, fermî ye.

Serokê hikûmetê parast ku “Modela D” ya perwerdehiyê, ku perwerdehiya bi zimanê baskî (immersion) vedihewîne, li derveyî herêmên baskîaxêv û herêmên tevlihev jî li ser daxwaza welatiyan belav bûye. Chivite dîyar kir ku êdî dema wê hatiye ku ev sînorên di perwerdehiya giştî de werin rakirin û got: “Dema ku perwerdehiya giştî dibe amûreke veguhastinê, tu sînor namînin.” Li gorî wê, divê zanîna zimanê baskî bê zehmetî  bigihîje destê hemû welatiyên Navarrayê.

Partiya Chiviteyê (PSN) piştgiriya xwe ji bo vê pêşnîyazê nîşan da û destnîşan kir ku perwerdehî qada herî guncav e ji bo “depolîtîzekirina” baskî. Partiya EH Bildu ev nûçe wekî “mizgîniyeke pir baş” û “xaleke pir giring ” nirxand. Ji ber ku ev cara yekem e ku PSN reforma xala 9an qebûl dike. Geroa Bai jî bi daxuyaînyekê destekê da da pêşnîyaza ji bo reformê û gor daxwaza fermîkirina baskî li seranserê Navarrayê gaveke wêrek e.

Herêma baskîaxêf û mafên zimanî

Ciyê Navarayê ya li Îspanyayê/ Nexşe: HansenBCN, Mutxamel., CC BY-SA 4.0,

Navarra herêmeke xwedî statûya taybet e ku ji alîyê dîrokî û cografî ve parçeyeke  Welatê Baskî ye. Lêbelê, Navarra di proseya demokratîkbûna Îspanyayê de ji Wealtê Baskê hat veqetandin û bû herêmeke xweser. Herêm dabeşî sê herêmên zimanî bûye: Herêma baskîaxêv, herêma tevlihev û herêma ne-baskîaxêv. Heta îro mafên zimanî yên welatiyan bi giranî tenê li herêma bakur (baskîaxêv) bi awayekî qanûnî dihatin parastin. Ev pergala dabeşkirinê di perwerdehiya giştî de dibû sedema cudakariyê. Di vê navberê de, Modela D ku wekî stûna sereke ya perwerdehiya baskî tê naskirin, perwerdehiya  bi zimanê baskî pêşkêş dike ku tê de îspanî tenê wekî babetekê tê hînkirin. Ev model ji bo parastin û zindîkirina zimanê baskî li herêmê xwedî roleke krîtîk e.

Foto: María Chivite, Hikumeta Navarrayê, (youtube), CC BY 3.0

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fîlîpînan roja serxwebûnê pîroz dike

12ê Hezîranê li Fîlîpînan wek Roja Serxwebûnê tê pîrozkirin. Gelê Fîlîpînan piştî şoreşek li dijî …