Dîroka Obwaldenê ya wekî erdeke xwedî nasnameya xweser di sedsala 14. de dest pê dike. Herêm berîya vê demê parçeyeke Mîrektîya Burgûndîyayê bûye û paşê ketîye bin kontrola Împaratorîya Roma-Cermen. Serdestên Habsbûrgan di sala 1291an de hin malmezinên li herêmê bi rengekî hiqûkî nas kirine û ev jî bûye bingeha pêkhatina xweserî ya civaka li newalên (universitas vallis) Unterwaldenê.
PROFÎL
Nifûs: 39.701
Rûzemîn: 491,58 km²
Paytext: Sarnen
Zimanê fermî: Almanî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1291
Obwalden kantoneke biçûk û almanîaxêv e ku li navenda Swîsreyê ye. Ofîsa Topografyayê ya Swîsreyê ji alîyê cografî ve devereke li Obwaldenê wekî navenda welêt nîşan dide. Tevî biçûkbûna erd û nifûsa wê jî di damezrandina yekitîya ewil a Swîsreyê de cî girtîye. Obwalden ligel Nidwaldenê parçeyeke kantona Unterwaldenê bûye û ev kanton jî tevlî du kantonên cîran bingeha Swîsreyê ava kirine.
Obwalden kantoneke çiyayî ye û piranîya erdên wê herêma zozanên wekî “prealp” tê pênasekirin pêk tê. Erdên kantonê ber bi başûr û başûrêrojava ve bilind dibe û li devera Alpên Uriyê bilindahîya Çiyayê Titlisê digihîje 3238 mêtroyan.
Kantonên Luzern, Bern, Nidwalden û Urî cîranên Obwaldenê ne. Bajarê Engelberg tevlî devereke mezin a li derdorê di navbera Nidwalden û Uriyê de ye û loma jî yekitîya coxrafî ya Kantona Obwaldenê tune ye. Di serî de Gola Sarnen û Gola Lungernê, di nava sînorên kantonê pênc gol hene. Herwiha, Obwalden li bakur xwe digihîjîne Gola Luzernê ku yek ji gola herî mezin a Swîsreyê ye.
Obwalden heta sala 1999an wekî nîv-kanton dihate pênasekirin lê bi biryara Destûra Federal 1999an wekî kantoneke normal hat naskirin.
Kurtedîrok
Dîroka Obwaldenê ya wekî erdeke xwedî nasnameya xweser di sedsala 14. de dest pê dike. Herêm berîya vê demê parçeyeke Mîrektîya Burgûndîyayê bûye û paşê ketîye bin kontrola Împaratorîya Roma-Cermen. Serdestên Habsbûrgan di sala 1291an de hin malmezinên li herêmê bi rengekî hiqûkî nas kirine û ev jî bûye bingeha pêkhatina xweserî ya civaka li newalên (universitas vallis) Unterwaldenê. Obwalden û Nidwaldenê ji demê û pê ve di bin Landsgemeinden (meclîsên kantonî) hatin cem hev, di mijarên hevpar de biryaran dan. Di sedsala 14an de serwerîya Obwaldenê gav bi gav pêk hat û di sala 1418an de Beledîyeya Sarnenê hat avakirin. Unterwalden di sala 1315an de bi du cîranên xwe yên din ên almanîaxêf Uri û Schwyzê re Hevpeymanîya Morgartenê îmze kir û ev belge paşê bû bingeha konfederasyona Swîsreyê.
Di heman sedsalê de elîtên gundî ku bûn xwedîyê rêveberîya sîyasî, polîtîkaya berfirehkirina mêrgên ji bo çêrandina hewyanên xwe şopandin. Li aliyekî din jî heman elît, hewl dan ku erdên xwe ber bi başûr ve berfireh bikin ku li ser rêyên bazarên Îtalyayê bû.

Peymaneke bazirganîyê ya bi bajarê Mîlanoyê ku di 1427an de hat îmzekirin, alozîya li ser rêyên bazirganîyê çareser kir û ji bo demekê li herêmê bû sebeba aramîyê. Sed sal piştî vê alozîyê, vê carê Obwalden tevlî alozîya navxweyî ya li Swîsreyê bû li ser bingeha katolîk û protestantîyê pêk hat. Obwaldena ku katolîk bû li hember reforma olî pozîsyonê girt û bi Baden û Bernê re şer kir.
Obwaldena ji destpêka xweserîya xwe heta sala 1798an bû xwedîyê ji duyan sêyê temsîlîyeta sîyasî ya Unterwaldenê. Bo nimûne, Unterwalden di Tagsatzungê (sazîya ku hersê kanton dihatin temsîlkirin) de xwedî yek kursîyekê bû. Obwaldenê ji bo du salan lê Nidwaldenê ji bo salekê dibû xwedîyê vê kursîyê.
Sebeba vê rewşêhêza leşkerî ya Obwaldenê û aborîya wê ya dewlemend bû ku bingeha wê ji xwedîkirina heywanan pêk dihat. Her çend Obwalden di dema di dema Komara Helvetîk (1798–1803) a fransîyan de serxwebûna xwe demkî winda kir jî, piştî 1815an bû kantoneke otonom û bi tevlîbûna Engelbergê erdên xwe berfireh kir.
Demografî û ziman
Obwalden bi nifûsa xwe ya li derdora 40 hezarî yek ji kantona herî biçûk a Swîsreyê ye. Sebeba herî mezin a vê yekê rûerda kantonê ye ku ji çiya û daristanan pêk tê. Avhewaya Çiyayê Alpan û dereng çêkirina rêyên ku kantonê bi derdorê ve girê didin û bi vê re jî, modernbûna dereng sebebên din ên kêmbûna nifûsê ne. Kêmbûna koça ji derve hiştîye ku nasnameya zimanî di asteke bilind de bê parastin. Loma jî di vê dema herî kozmopolît a Swîsreyê de jî ji % 90î zêdetir nifûsa Obwaldenê bi almanî diaxive. Obwalden Tritsch ku zaravayeke almanî û heta destpêka salên 2000î zimanê axaftinê yê civakê bû, niha bi tenê li deverên çiyayî tê axaftin.
Rêjeya nifûsa koçberan li Obwaldenê % 17ye û li kantonên din ên Swîsreyê gelekî kêmtir e. Navînîya neteweyî ya hebûna koçberan ya di nava nifûsê de li Swîsreyê %27,6 e. Li derdora % 5-6ê civakê bi zimanên koçberan (piranî albanî, portûgalî û sirbî) û % 1.5 jî bi îtalyanî û fransî diaxive.
Obwalden ji alîyêdîn ve li Swîsreyê keleyeke katolîkîyê ye. Tevî kêmbûna bawerîya dînî li her alîyê welêt jî, hîn jî ji % 71ê civakê katolîk e. Rêjeya bawermendên Dêra Pretestan a Reformkirî encax dikare ji % 7 derbas bike. Rêjeya misilmanan a di nava civakê de ji % 3-4, ortodoksên xrîstîyan ji % 1 e. Li derdora ji % 10-12 yê civaka Kantona Obwaldenê ne bawermendên tu dînî ne.

Aborî
Rûerda çîyayî û hebûna mêrgên berfireh bûne sebeb ku xwedîkirina hewywanan bibe bingeha aborîya Obwaldenê. Lêbelê ji ber pêşketina sektorên din giranîya vê sektorê di nava aborîyê tevahî ya kantonê de daketîye asta ji % 1-2. Tevî vê jî, di navbera ji % 6-7ê karkeran di vê sektorê de dixebitin. Ev sektir ji nêzîkî du sed çewlîkên di destên malbatan de ne pêk tê. Taybetîyeke balkêş ev e ku li % 35ê erdan çandinîya organîk tê kirin.
Herçî sektora duyemîn e û ji endustrî, avahîsazî û hilberîna xurekan pêk tê, giranîya wê ya di nava aborîyê de sal bi sal mezin dibe. Niha vê sektorê ji % 25-28ê aborîyê û ji ji % 30yî zêdetir qada kedê pêk tîne. Paytext Sarnen û derdora wê ji piranîya şîrketên navneteweyî yên di vê sektorê de malovanîyê dike. Siga Ag, Leister Technologies AG, Nahrin AG, Maxon Motor AG, Bio-familia AG û Gasser rock technology çend şîrketane ku li Obwaldenê xebatê dikin.
Ji ber awantajên pergala bacdayînê, navendên gelek şîrketên navneteweyî tevlî yên xwedî mezinbûna navîn û biçûk li Obwaldenê ne. Hejmara hemûyan bi hev re li derdora 550 ye. Sektora xizmetê ku ji % 60ê hebûna aborîyê ya kantonê temsîl dike, sektora herî mezin e. Hêza kedê ya di vê sektorê de piranî li nexweşxane, banke û di tûrîzmê de kom bûne. Navenda SKI yê Engelberg-Titlis tevlî çend navendên din salane ciyên herî li pêş in di qada tûrîzmê de. Hin rotayên rêyên hesinî tevlî ciyên kampê yên li dora golên Sarnen, Alpnach û Lungernê navendên din ên giring ên tûrîzmê ne.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN) ya Kantona Obwaldanê 2,8 milyar CHF ye û bi vê daneyê kanton li Swîsreyê di rêza 24an de ye. Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê her mirovî li kantonê 75,000 CHF ye û di vî warî de Obwalden li Swîsreyê di rêza 17an de ye. Di warê derfetên kar de Obwalden di nava kantonên din de li pêş e. Rêjeya bêkariyê li Obwaldenê ji % 1,2 ye û gelek di bin navînîya Swîsreyê (%3,2e) de ye.

Sîstema polîtîk
Obwalden tevî ku bi rengekî dîrokî xwedî statuya nîv-kantone jî, di çarçoveya federalîya Swîsreyê de di meseleyên polîtîk û aborîyê de xwedî xweserîyê ye. Kanton wekî kantonên din, van erkên xwe ji destûra xwe ya bingehîn digire. Lêbelê Obwalden ji ber statuya xwe ya nîv-kantonî di dewsa du nuneran dişîne senatoya Swîsreyê (Konseya Kantonan).
Parlamentoya Obwaldenê ku di hilbijartina herêmî de ji bo çar salan tê hilbijartin, ji 55 endaman pêk tê. Hikumeta kantonê ji nava parlamentoyê tê avakirin û ji pênc endaman pêk tê. Ji destpêka otonomîya kantonê û vir ve serokê hikumetê wekî Landammann tê binavkirin. Hikumetên kantonê bi koalîsyonê tên avakirin û biryarên derbarê kantonê de di civînên wekî Regierungsrat tên pênasekirin de tên girtin. Perwerde, tenduristî, ewlekarîya kantonê tevlî binesazîya herêmî erkên kantonê ne.
Obwalden erkên xwe yên aborîyê bi taybetî di warê sîstema bacdayînê de bi rengekî kêrhatî bi kar tîne û di nava sînorên kantonê de bacan berhev dike. Rêverîya kantonê di salên dawî de bi kêmkirina baca dahatê Obwaldenê dike navendeke cazîb ji bo şîrketan û bî awayî dixwaze aborîya pêş bixe. Li alîyekî din, biçûkbûna cografyaya kantonê destûrê dide ku hemû têkiliyên bi burokrasîyê re bi lez bimeşin. Ofîsa Pêşketina Kar a Kantona Obwaldenê parçeyeke stratejîya rêveberîya kantonê ye ku bi rengekî aktîf ji şîrketan re rêberîyê dike.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat