Îtalya reforma otonomîyê ya Tîrola Başûr qebûl kir

Parlamento û Senatoya Îtalyayê reforma statuya otonomîyê ya Tîrola Başûr qebûl kirin. Reform, erkên herêmî yên Tîrola almanîaxêf li hemberê polîtîkaya navendîkirinê ya Îtalyayê ku di 2001an de ketibû merîyetê, diparêze.

Tîrola Başûr di salên dawî de hewl dide ku di nava Îtalyaya polîtîkayên navendîparêzîyê dimeşîne, otonoMîya xwe biparêze. Hewldanên bi salan ên herêmê di dawîya dawî de bi encam dibin. Senatoya Îtalyayê di 13yê gulanê de reforma statuya Tîrola Başûr erê kir.

Di dengdana di senatoyê de 129 senator dengên erênî dan statuya nû û 48 senator jî deng bi kar neanîn. Berîya vê dengdanê, reforma statuyê ji alîyê Parlamentoya Îtalyayê ve hatibû qebûlkirin.

Reforma statuyê erkên Tîrola Başûr ku ji alîyê Îtalyayê ve hatibûn lawazkirin, ji nû ve restore dike û wan zelal dike. Dadgeha Destûra Bingehîn ya Îtalyayê di 2021an de proseya jinûvenavendîkirinê dabû destpêkirin û Roma gav bi gav mafên qanûnçêkirinê yên Tîrola Başûr bisînor kiribûn. Ev yek bi taybet di qada ne zelal ku erkên dewletê û yên herêmê tevlî hev dibû, pêk hatibû.

Erkên xurt û zelalîya hiqûqî

Di statuya nû de otonomîya Tîrola Başûr bi rêya parvekirina erkan a di navbera Îtalya û herêmê de ji nû ve tê terîfkirin. Ev jî dibe sebeb otonomîya bi dehsan salane hatîye bidestxistin, bê parastin.

Reform di encama muzakereyên di navbera hikumeta Îtalyayê ya di bin rêveberîya serokwezîr Giorgia Meloni û nûnerên Tîrola Başûr de pêk hat.

Teksta reforma statuyê a ji alîyê senatoyê ve hat qebûlkirin/Foto: EURAC

Awusturya ji reformê kêfxweş e 

Herçî Awusturyaya ku cîranê Tîrola Başûr e, reformê bi kêxweşî pêşwazî dike. Hikumeta vî welatî radigihîne, reform gaveke ber bi parastina modela otonomîyê ya Tîrola Başûr e. Awusturya bi peymana 1946an a Parîsê bûye garantorê otonomîya Tîrola Başûr.

Li alîyekî din, Partîya Gel a Tîrola Başûr (SVP) bi salane ji bo pêkhatina vê reformê hewl dida û loma jî ji vê encamê razî ye.

Lêbelê reform rastî rexneyên Partîya Azadîyê ya Awistiryayê (FPÖ) ku rasta radîkal temsîl dike, hat. Partîyê dibêje, di encama reformê de wê herêma almanîaxêf a Tîrola Başûr gav gi gav bibe “îtalî”.

Tîrola Başûr

Tîrola Başûr herêmeke almanîaxêf a li Bakurê Îtalyayê ye ku li ser sînorê Awusturyayê cî digire. Rûzemîna herêmê 7,399.97 km2 ye û nifûsa wê li derdora 530,000’ye. Ji % 62.3 nifûsê bi almanî, % 23.4 Îtalyanî û % 4.1 jΠbi Ladînî diaxivin.

Tîrola Başûr piştî alozîyeke dûvedirêj di 1948’an de bûye xwedî statuya otonomîyê lêbelê alozî encax bi statuya otonomîyê ya sala 1972an bi dawî bûye. Aliyê herî balkêş ê xweserîya Tîrola Başûr ji sîstema kotaya zimanî pêk tê. Her endamên koma zimanî, li gorî giranîya xwe di karên fermî û xizmetên gelemperî de tên bicîkirin.

Foto: Ala Tîrola Başûr/ F l a n k e r, CC BY 3.0

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Bikaranîna rojane ya amazîxî li Marokê kêm dibe

Marok di 2011an de zimanê amazîxî bi fermî nas kir û wê kir nava mifredata …