Gotarên Têkildar
Wezareta Perwerdehîyê ya Fransayê ragihand ku ew ê ji bo “zimanên herêmî” statuyeke taybet pêşkêş bike. Daxuyanî ji alîyê parlamenterên ji bo parastina ziman xebatên dikin bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.
Fransa xwe amade dike ji bo zimanên hatine marjînalkirin statuyeke taybet pêşkêş bike. Daxuyanîya derbarê mijarê de ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ya Fransayê ve hat dayîn. Di daxuyanîyê de zimanên hatine marjînalkirin û niha di xetereyê de wekî “zimanên herêmî” hatin pênasekirin.
Detayên di derbarê statuya taybet a mijara gotinê niha nayê zanîn. Lê tevlî vê jî, hevserokên Meclîsa Neteweyî ya Koma Xebatê ya Ziman û Çandên Herêmî ji platforma Mediabaskê re ragihandin ku, biryara hikumeta Parisê di derbarê “perwerdeya bi zimanên herêmî de” ye.
Wekîlê breton Paul Molac û wekîl Peio Dufau ji di derbarê daxuyanîya Fransayê de ji çapemenîyê re axivîn. Herdu parlamenter li ser daxuyanîyê wekî “gaveke pir giring ji bo venasîn û perwerdeya zimanên herêmî” pênase kirin. Molac û Dufau dîyar kirin ku bi vî gavî wê “azmûn bi zimanên herêmî” bikaribin bê lidarxistin. Molac di da zanîn, “ev daxuyanî piştî xebateke mezin a di senato û parlamentoyê de pêk hatîye.
Herwiha herdu parlamentaran gotin ku wan bi Wezîrê Perwerdehîyê yê Fransayê hevîditnekê kirine û nameyeke ku ji alîyê 50 parlamenteran ve hatîye îmzekirin pêşkêşî wî kirine. Di nameyê de banga lezgîn a ji bo veqetîna çavkanîyên zêdetir ji bo bernameyê perwerdehîya îmersîyonê û betalkirina astengîyên îdarî yên li pêşîya vejîna zimanên hatine marjînalkirin hat daxwazkirin.
Li Fransayê 20 zimanên otokton tên axaftin ku dewlet wan wekî “zimanên herêmî” pênase dike. Li hin dibistanên li Bretonya, bakurê Baskê, bakurê Katalonyayê û Alsaceê ku hemû jî di nava erdên Fransayê de ne, perwerdeya zimanê dayîkê tê dayîn.
Foto: Dibistaneke ku li Fransayê perwerdehîya zimanê katalanî lê tê kirin/Foto: Jordi Gili, CC BY-SA 4.0
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat