Platforma Zimanê Kurdî ya li Cenevê (SEKO-Kurdistan) li Swîsreyê dîplomasîya ziman dimeşîne.
Platformê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê nameyekê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) re şand.
Platforma Zimanê Kurdî ya li Cenevê (SEKO-Kurdistan) li Swîsreyê dîplomasîya ziman dimeşîne.
Platformê bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê nameyekê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) re şand.
Muxatabê vê nameyê, Buroya Navneteweyî ya Perwerdeyê ya UNESCOyê bû.
Di nameya bi fransî de lezgîniya parastina kurdî bi zimanekî hiqûqî û pedagojîk hat îfadekirin.
Daxwaza baldarîya ji bo xetereyên li ser kurdî ji Tirkîye û Îranê bi agahîyan hat pêşkêşkirin.
Hat dîyarkirin, “metirsîyên cîdî” li ser Kurdî li Îran, Sûriyê, Tirkiyê û herwiha li dîasporayê hene.”
Di nameyê de rastîya biêş a Kurdî û Kurdistanê wiha hat destnîşankirin:
“Zimanê Kurdî zimanê nêzîkî 45 milyon kesî ye, ku bi piranî li herêmeke berfireh a Rojhilata Navîn ku Kurd û erdnîgar jê re dibêjin Kurdistan, li wê dijîn, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di navbera Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê de hatiye parvekirin.“
Paşê, mîsyona parazvanîya ziman a UNESCOyê hat bibîranîn ê ji bo sazîya navneteweyî destekê bide doza perwerdeya bi kurdî van daxwazan hatin kirin:
-
“Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî ya Kurdî:
UNESCO dikare bi hikûmetên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re kampanyayeke hişyariyê bide destpêkirin û girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê weke mafekî bingehîn a zarokan nîşan bide. Di vê kampanyayê de dibe ku şahidiyên lêkolîner, zimanzan û pisporên perwerdehiyê û her weha pêşniyarên li ser zimanê Kurdî, çawa hêdî-hêdî di dibistanan de cih bigire.
-
Piştgiriya ji bo sazkirina mufredatên dibistanan bi Kurdî:
UNESCO dikare bi peydakirina çavkaniyên perwerdehiyê û perwerdekirina mamosteyên Kurdî piştgirî bide destpêşxeriyên herêmî. Di nav wan de çêkirina pirtûkên dersê, rênîşanderên hînkirinê û rahênana mamosteyên şareza li deverên ku Kurdî lê tê axaftin, bi hevkariya civakên Kurdî û rayedarên perwerdehiyê yên herêmî pêk bê.
-
Çêkirina hevkariyên navneteweyî:
UNESCO dikare bi saziyên perwerdehiyê yên navneteweyî re ji bo pêşxistina hînkirina Kurdî li dibistanan hevkariyan hêsan bike. Wek mînak, bi zanîngehan an jî navendên perwerdehiyê yên zimannasî û perwerdehiyê re lihevkirinek çêbike ku piştgirî bide entegrasyona zimanê Kurdî di bernameya dibistanên her sê welatan de.
-
Şopandin û bicihanîna mafên zimên
Pêwîst e ku UNESCO çavdêriya pêkanîna naskirina mafên zimanî di perwerdeyê de li Tirkiye, Îran û Sûriyê bike. Em ji we re pêşniyar dikin ku hûn mekanîzmayek çavdêriya serbixwe ava bikin da ku perwerdehiya zimanê zikmakî garantî bike, di heman demê de piştrast bikin ku rayedar hurmeta pabendiyên navneteweyî yên têkildarî perwerde û mafên zimanî digirin.”
Platforma Zimanê Kurdî ya li Cenevê (SEKO-Kurdistan) li bajarê Cenevê ya Swîsreyê kurtedemek berê hat damezrandin.

Platforma SEKO-Kurdistan
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê (EKS), Komeleya Kurdên Rojhilat ya Cenêvê, Komeleya Çanda Kurd a li Cenêvê û Giawdat Sofi endamên platformê ne.
Xebatên platformê bi hevkarîya Fatma Şik, Baban Eylasî, Ezîz Kalo ku her yek ji wan komeleyên xwe temsîl dikin û Giawdat Sofî dimeşe.
Infowelat
———————————————
Foto: Ala UNESCO