Di 2024an de li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna kurdî hatîye binpêkirin.
Binpêkirinên mafên ziman di qada civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de pêk hatin.
Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî) rapora xwe ya 2024an weşand.
Rapor nîşan dide, di 2024an de li Tirkiyeyê 109 caran mafê bikaranîna kurdî hatîye binpêkirin.
Binpêkirinên mafên ziman di bin sernavên civakî, çand û huner, medya û girtîgehan de hatine dabeşkirin.
Kurdî herî zêde li qada civakî rastîyê astengî û qedexeyeyan hatîye.
Qadên kurdî lê hatin qedexekirin wiha di raporê de cî girtin:
Çand û Huner
27 bûyer di beşa çand û hunerê de pêk hatine. Walîtiyan bêyî hincetekê nîşan bidin şano û konserên kurdî qedexe kirine. Bo nimûne, şanoya bi navê ‘Qral û Travîs’ li çar bajaran hat qedexekirin, stranbêj Helîm Arslan û Azad Bedran hatin binçavkirin. Her wiha hesabên medyaya civakî yên stranbêj Rotînda hatin girtin. Konserên gelek hunermendan di nava salê de hatin qedexekirin.
Girtîgeh
18 bûyerên binpêkirinê pêk hatine. Girtiyên ku bi zimanê dayikê xwestine peywendiyê bi malbatên xwe re deynin hatine astengkirin, kesên stranên kurdî strane hatine cezakirin û dest danîne ser pirtûkên bi kurdî. Her weha ji bo pirtûk û nameyên bi kurdî daxwaza pereyê wergeriyê ji girtiyan hate kirin. Girtî nikarin rojname û kovarên bi kurdî bi dest bixin.
Medya
Di qada medyayê de 11 bûyerên binpêkirinê hatine tespîtkirin. Rojname û ajansên weşana xwe bi kurdî dikin, hatin astengkirin, Rojnameya Xwebûn, JinNews û Ajansa Mezopotamyayê bûne hedefa binpêkirinên mafên ziman. 120 pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî an jî derbarê kurdan de hatine qedexekirin. Platforma Xê jî gelek caran hesabên saziyên medyayê yên bi kurdî weşanê dikin, asteng kirine.
Hemû rapora Kurdish Monitoringê
————————————————-
Karê Kurdish Monitoringê
Kurdish Monitoring (Platforma Çavdêrî û Rapornivîsînê ya Mafê Bikaranîna Zimanê Kurdî), platformeke serbixwe ya çavdêrî û rapornivîsînê ye ku binpêkirinên li Tirkiyeyê li dijî bikaranîna kurdî pêk tên, dişopîne. Kurdish Monitoringê di sala 2025an de dest bi kar kirîye. Platform dixwaze van binpêkirinan bişopîne û mijarê bîne rojeva qada navneteweyî.
Foto: Ajansa Welat