KNKê banga parastina kurdî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyanîyekê weşand.

KNKê di daxuyanîya nivîskî de banga parastina kurdî kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî daxuyanîyekê weşand.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNKê di daxuyanîya nivîskî de banga parastina kurdî kir.

Naverıka daxuyaniya KNKê wiha ye:

“Zimanê kurdî kevnartirîn, yek ji zengîntirîn û berxwedêrtirîn zimanê ser rûyê dinyayê ye. Ev ziman ji bo me Kurdan ne tenê navgîna peywendî û veguhezîna zanyarîyan e, di heman demê de wekheviya reng û şêwe, baweriyên hevpar û mijarên din e ku zimanê me bi gel û neteweyên cîran re rûyê cudahiyê û nasnameya me ye. Lewma siyaseta netew-dewletên dagirker ên Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê di sedsalên borî de înkar û tinekirina ziman û çanda gelê me ye. Di mafê bikaranîna zimanê zikmakî de, bi taybetî di warê perwerdeyê de, bi demê re ziman dikeve bin bandora zimanê neteweyên serdest û lewaz dibe. Nimûneyek ji rewşa niha ya dewletên Tirkiye û Îranê li hember zimanê Kurdî ew e ku çendek mamostayên zimanê kurdî bi tawana hînkirina kurdî ketine zindanan. Ev yek li dijî mafên mirovan û yasayên navneteweyî ye jî.

Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û Kurdên diasporayê ye ku li hemberî sîstema polîtîkayên her du dewletên Tirkiye û Îranê rawestin.

Îro cihê kêfxweşiyê ye ku zimanê Kurdî bi keda dilsozên li navxwe û derveyî welat bi pêş ketiye. Ji ber vê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) spas û pêzanînên xwe pêşkeşî wan hewlên kesî û saziyên vî biyavî dike û her wiha piştgirî û hevkariya xwe jî ji bo wan diyar dike. Di heman demê de erkê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistan û rêveberîya xweser a Rojavayê Kurdistanê ye jî ku di warê siyaseta ziman û pilansaziyên zimanî de bi cidî li vî karî xwedî derkevin. Ji bo pêkanîna van armancan û parastina zar û binzaravên zimanê Kurdî di rojev, plan û stratejiya karan de bin û medyayeke niştîmanî jê re bête damezrandin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina ziman û nêzîkkirina zar û zaraveyên Kurdî bidomîne.

Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû Kurdan pîroz be.

Erkê me ye ku em her tim giraniyê bidin geşkirin, parastin û nêzîkkirina zaravayên kurdî û bi pêşketinên demê re zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin.”

Infowelat

—————————————–

Foto: Logoya KNKê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …