Indonesian President Joko Widodo (L) shakes hands with Japan's Prime Pinister Fumio Kishida prior to their meeting at the prime minister's official residence in Tokyo on July 27, 2022. (Photo by Kiyoshi OTA / AFP)

Li Pasîfîkê hevkariya Japonya û Îndonezyayê

Li Okyanûsa Pasîfîkê, tifaqa li hemberê Çînê xurtir dibe

Japonya û Îndonezya biryar dan, hevkariya di warê ewlekariyê de derxin asteke bilind.

Hemleya Amerîka û hevalbendên wê yên li Pasîfîkê, bi gavên nû berfirehtir dibe.

Navenda vê aktîvîzma nû ya dîplomatîk welatê herî zengîn ê herêmê, Japonya ye.

Piştî civîna çar welatan a li Tokyoyê, vê carê heman bajêr ji civîna Japonya û Îndonezyayê re malovaniyê kir.

Serokê Îndonezyayê Joco Widodo ji bo pêşxistina têkiliyên heyî çû vî welatî.

Lîderê îndonezî li Tokyoyê ji aliyê serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna di navbera delegasyonan de her du alî li ser xurtkirina têkiliyên ewlekariyê li hev kirin û di vê mijarê de peymanekê îmze kirin.

Kishida û Widodo piştî hevdîtinê, bi civîneke çapemeniyê derbarê hin detayên hevkariyê de axivî.

Tetbîqata bi Amerîkayê re 

Fumio Kishida: “Ji aliyê perspektîfa pêkanîna aramî û ewlekariyê, em dixwazin li deryayên li dora Îndonezyayê, ewlekariya riyên deryayî û lêgerînên xurtir bikin.

Serokwezîrê Japonyayê qala tetbîqata wê bi Amerîkayê re bê lidarxistin kir û got, wê Îndonezya jî ligel Awustralyayê tevlî vê tetbîqatê bibe.

Herwiha, lîderê Japon bi van gotinan derbarê hevkariya bazirganiya deryayî de jî agahî da:

“Ji aliyê perspektîfa pêkanîna aramî û ewlekariyê, em dixwazin li deryayên li dora Îndonezyayê, ewlekariya riyên deryayî û lêgerînên xurtir bikin.

Serokê Îndonezyayê Widodo jî di destpêka axaftina xwe de li ser hevkariya bi Tokyoyê re sekinî û got, bi peymana dawî, Îndonezya û Japonya ligel mijarên ewlekariyê, di gelek meseleyên din de li hev kirine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …