Katalonya Rojavayê Kurdistanê nas dike

Parlemena Katalonyayê wê bi rojeva naskirina rêvebiriya xweser a Rojavayê Kurdistanê bicive..

Pêşniyaznameya li ser mijarê, ji aliyê 4 partiyên katalan ên di parlemenê de hat îmzekirin..

Di belgeyê de Rojava wekî parçeyeke Kurdistanê tê destnîşankirin.

Li cîhanê parlemena Katalonyayê bû parlemena yekemîn ji bo naskirina Rojava wê bicive.

Pêşniyaznameya li ser mijarê ji aliyê ERC, Junts, CUP û En Comu Podem hat îmzekirin.

Civîn wê vê hefteyê bê lidarxistin û çav li rêye pêşniyaz ji aliyê parlemenê ve bê qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye partiyên ERC, Junts û CUP di heman demê de li herêma xweser a Katalonyayê li ser kar in û li parlemenê piraniyê pêk tînin.

Aliyekî balkêş ê belgeya tê rojeva parlemenê ev e, rojeva wekî “parçeyeke azad a Kurdistanê” tê binavkirin.

Di belgeyê de bang li parlemenê tê kirin, “Rêvebiriya Xweser a Bakurêrojhilatê Sûriyeyê” ku li ser konfederalîzma demokratîk hatiye damezrandin wekî hukumeteke fermî nasbike.

Herwiha bang li saziyên hukumeta katalan û rêxistinên sivîl tên kirin bi rêvebiriya Rojava re têkiliyên çêbikin û toreke hevkariyê saz bikin.

Li gorî belgeyê, di encama ev tora têkiliyan a di navbera Katalonya û Kurdistanê de, wê formên  jinûveavakirinê ya derveyî kapîtalîzma hov bên pêşxistin.

Partiyên îmzeya xwe avêtin binê vê belgeyê, ji parlemena Katalonyayê daxwaz dikin, hevkariya bi gelê kurd re di plana mastir a 2019-2022’an ya hevkariya navneteweyî de bê bicîkirin.

Katalonya û doza serxwebûnê

Katalonya nêzîkî 8 milyon nifûsa duyemîn herêma herî mezin a otonom a Îspanyayê ye.

Katalan xwe wekî “neteweyek” bi nav dikin û piraniya welatiyên destekê didin doza serxwebûna Katalonyayê.

Lêbelê Îspanya serxwebûna Katalonyayê qebûl nake û ji referandûma serxwebûnê ya 2017’an û vir ve li hemberê tevgera katalan zilmeke siyasî dimeşîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîtîkaya ziman a şaredarîyên Kurdistanê

DEM Partî: Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de …