Hevpeyvîna bi nivîskarekî ermen ê li diyasporayê

 

 

C.K.Garabed (Charles Garabed Kasbaryan) di seranserê jiyana xwe de di nava rêxistinên ermenên Diyasporayê de bi awayekî aktîf xebitî ye. Wekî nivîskar û edîtor, ew çavdêrekî hesas û şîrovevanekî ji dil ê mijarên siyasî û civakî yên ku bandorê li ser ermenan dikin e.

Nivîsên wî ji 40 salan zêdetir di çapemeniya ermen a li Diyasporayê de hatine weşandin. Sala 2014’an salvegera 25’emîn a Garabed a wekî nivîskarekî domdar ê “The Armenian Weekly”ê ye. Ew di vê rojnameyê de koşeyeke bi navê “Lênûska Apê Garabed” dinivîse. Garabed di vê koşeyê de cureyên meselok, fiqre, gotinên pêşiyan, helbest, tiştanok û tiştên bi rengî pêşkêş dike. Di deh salê dawî de, di her gotarê de dahûrandina paşnavên ermen ku ji aliyê ziman ve ji zimanên ermenî, farisî, kurdî, tirkî û erebî hatine, cî girtî ye.

Di destpêka îsal de “Rêbera Diyalekta Dîkranagerdî” ji aliyê Garabed ve hatiye weşandin. Di vê pirtûka ku cureyekî ferhengê ye, bi sedan peyv û vegotinên ji diyalekta ermeniya Dîkranagerdê ku niha jê re Diyarbekir (Amed) tê gotin, cî digirin.

Di vê hevpeyvîna bi ÎNFOWELAT re Garabed çanda pêşiyên xwe yên li herêma Diyarbekir, çanda Diyarbekira kevn, parastina nasnameya ermen a li derveyê welat û pêşeroja pêşxistina têkiliyên kurd û armen nîqaş dike.

 

Înfowelat: Cara ewilî min bi weşana online ya Rêbera Zaravaya Dîkranagerdî hûn naskirin. Beriya ku em li ser vê reberê nîqaşê bikin, ez dixwazim li ser paşxaneya we hin pirsan bikim. Malbata we bi eslê xwe ji Diyarbekir e ku hûn jê re Dîkranagerd dibêjin. Hûn dikarin di derbarê dîroka malbata xwe de çi bêjin?

Kasbaryan: Diya bavê min Meryem ji Elîparê bû ye. Malbata Alîpinaryan navê xwe ji gundê Elîparê ku li aliyê rojavayê Diyarbekirê ye û mirov dikare ji bajêr bi meşê biçe wir. Ez dizanim ku navê gund ji Alî Pinar (Çavkaniya Elî) hatiye. Dikran Spear di pirtûka xwe ya “Dengên Amîdayê” de ku di 1950 de li Amerîkayê hat çapkirin de destnîşan dike ku di sedsala 19’emîn de gundê Elîparê ji 40-50 malbatên ermen, suryanî û tirkan pêk dihat. Ev her sê gel di taxên cuda de rûniştin.

Bavê bavê min Der Kasbar keşeyê gundê Elîparê bûye û navê dêra wî Sûrp Asdvadzinê ku diya pîroz ê xwedê bûye. Bavê min ji min re got ku ew dêrekê ku xwedî çend odeyan bûye ku êvaran kesên oldar  tê de dihewiyan. Di pirtûka xwe de Mgunt dibêje ku hechecik di dêrê de hêlînekê çêkiribûn û dema îbadeta pîroz dest pê dikir, ew disitriyan.

 

AlipounarChurch 0011

Der Kasbar tevlî kurê xwe yê mezin Garabed ku navê wî li li min hatiye kirin di komkujiyên Hemîdiyeyan yên di 1895’an de hatiye kuştin. Wî pênc zarokên ku di nava wan de bavê min Hagopê ku paşê di 1912’an de koçî Amerîkayê kiriye li dûv xwe hiştî ye.

Endamên din ên malbatê ku li paş mane, rastî jenosîda Ermenî-Suryanî û Helen a 1915’an hatine. Ji ber edetê jenosîstan bûye, gawirên mêr ên sexlem hatine kuştin. Di nava kuştiyan de du xwişkên Hagop û birayê wî Hovhannes ku sekreterê Dibistana Pêşverû ya Ermen a Dîkranagerd bûye, hatine kuştin.

Li jêrê li wergera kartpostala ku ji aliyê Hovhannes Der Kasbarian ji birayê wî yê mezin Hagopê li Amerîkayê ye hatiye şandin binêrin.


“25 Adar/8 Nîsan 1915 D.Gerd (Dîkranagerd)

Birayê min ê hêja Hagop,

Nêzîkî sê meh in me ji te ti agahî wergnegirt. Em nekarin vê ji te re vebêjin, ji ber ku herdem nameyên te di mehekê de tên.  Em texmîn dikin ku ew di rê de winda dibin. Lewma em ji te re tawsiye dikin ku bi kurtahî û hêsan binivîsî ku em bikaribin nameyan di nava ewlehiyê de wergirin û bi vî awayî jî hay ji rewşa te û tenduristiya te hebin.

Di dewsa em ji nameyekê te bibihîzin,  em ji kesên din dibihîzin ku tu zewicîyî. Lê tu bi kê re zewicî yî? Di vî warî de agahiyeke zelal di destê me de tune ye. Eger ev rast be, em hemû kes jib o zewacê te pîroz dikin. Xwişkên min jî silavên xwe ji bûka nû Arûsîag re –eger wekî ku me bihîstibû navê wê ev be- dişîne.  Wekî ku tu jî karaktera diya me dizanî, di rewşên wiha de fikarên wê wê zêde dibin. Ew teqez li bendê ye ku nameyeke ku bi destnivîsa te hatiye nivîsandin û nîşan dide ku tu rewşa te baş e, ji te werbigire. Hewld bide ku heta ji te ji me re zêdetir binivîse û heta ji te hat bi armanca  hêsan bigihîje destên me karpostalan binivîse. Ji bo me xeman meke. Em hemû baş  in û dijîn.

Dê, xwişk, bira, bûrayên me û ez ji dil te hembêz dikin û te maçî dikin. Birazyên te Kevork, Arşag, Zohrab, Antranîg, Ardaşes û Vahan jî silavan li te dikin .

Hovhannes

nameya_hagop3

Diya min Lusia ya ji Diyarbekir tevlî diya xwe Tûma û du zarokên biçûk di 1915’an de hatiye sirgûnkirin. Bavê Lusia û mêrê wê bûne qurbanên Jenosîdê û du zarokên wê di meşa di nava Çola Sûriyeyê de mirine. Lê bi awayekî îronîk, diya min di warê parastina tapûyên milkên li Dîkranagerdê yên bavê xwe û malbata xwe de ku hemû di Jenosîdê de mirine, biserketiye. Wê di heman demê de heta astekê heta karibûye çanda ku ji bo terkirina wê mecbûr hatiye hiştin parastiye ku di nava wan de kevneşopî, metbex û zaraavaya dîkranagerdî jî hebûye.

Înfowelat: Ev çi tesadûfeke mirov lê heyr dimîne ye! Koka malbata edîtorê me jî digijîje Elîparê. Niha her du xalên wî li wir rûdinên. Edîtorê me hefteya borî tevlî fotografkêşên ku fotogafên taxê û dêra ku hûn qala wê dikin kişandin û em van fotoyan li jêr diweşînin.

Digel ku li diyasporayê dijîn, çawa ermen sed sal in nasname û çanda xwe didomînin? Dema mirov “forma jiyana amerîkî” ku ji rûmetên kolektîf bêtir li ser rûmetên şexsî hatiye damezrandin û asta entegrebûna ermenên amerîkî ya bi civaka sereke ya îngilîzîaxêf li ber çav bigire, hûn di derbarê şensê ku ermenên amerîkî bikaribin nasnameya xwe ya komî bidomînin de çi difkirin?

Kasbaryan: Dema ku gelekî ji erdên ku li ser dijî tê veqetandin, em dibinînin ku ew ji çanda xwe ya resen jî dûr dikevin. Vejandina otantîk a çandê bêyî xurtkirina xwezaya ku çand tê de dijî, dijwar e û berxwedana li dijî bandorên çandeke serdest ku herdem nayê xwestin ku bê tercîhkirin û li ser çanda kevn bibe serdest, hewldanên pir mezin dixwaze.

Dê û bavê min di berdêla fidakariyeke pir mezin a şarezahiya ku ji bo serfiraziya madî li Cîhana Nû (Amerîka) pêwîst bû, di warê veguhezandina ziman û edetên ermenî ya bi zarokên xwed de bi ser ketin. Wan zimanê ermenî kir zimanê malê û bi vî awayî di hemû jiyana xwe ya mayî de îngilîziyeke şikestî axivîn. Feydeya vê fidakariyê gihîşt me. Heman tişt dikare ji bo malbata hevjîna min jî bê gotin.

Ji bo famkirina beşdariya zarokên me ya meseleya ermen de ji kerema xwe re li van malperan binêrin. http://www.tufenkianfoundation.org/ û http://www.lucinekasbarian.com

Ez, ji ber ku mezinên me yên olî wekî lîderên civaka ermen berpirsiyên xwe neanîne cî, heta derenceyekê wan rexne dikim. Ev yek jî kiriye ku rewşa çanda me ya li sirgûnê qels bike. Eger di dema birîna mara keç û xortên ciwan de tawsiyeyan bidana wan, di dema teqdîskirina zarokan de ji malbatan bixwestana ku zimanê ermenî bikin zimanê male û van tawsiyeyên wan bihatana meşandin, wekî ermen îro em ê di rewşeke baştir bûna.

Xwendevanên we yên ku di derbarê mijarê de agahiyên berfireh dixwazin, axaftineke ku min çend sal berê di derbarê pêşeroja çanda ermen a li Amerîkayê de kiribû dikare di vê adresê de bê dîtin: http://www.armeniapedia.org/wiki/Armenian_Culture_in_America:_Dead_or_Alive%3F

Digel ku di vê axaftinê de toneke reşbîn heye, bi hêviya ku “ermenên xweveşartî” ên di nava we de ew ê ji bin po deklerekirina nasnameya xwe ya ermen derkevin pêş û belkî jî derdorekê ku ermeniyên li diyasporayê dikarin li dora wê bicivin, damezrînin.

Hagop Der Kasbarian C1_222

Înfowelat: Di çarçoveya xebata Rêbera Zaravaya Dîkranagerdî de we kengî û çawa dest bi berhevkirina peyv, îfade, hevok û agahiyên din ên kêrkatî kirin? Li dîasporayê dijwariyên amadekirina ferhengekê çi ne?

Kasbaryan: Qasî tê bîra min, di sala 1970’an de min dest bi berhevkirina hemû agahiyên ku min ji axaftina bi dê û bavên xwe û endamên cıvata ermen bi dest xistibû, kir. Berî her tiştî, zaravaya Dîkranagerd zimanê min ê dayikê bû. Min di dema xwe ya vala de di lênûskekê de agahiyan dinivîsand. Xebat bi giranî ji bo kêfxweşiya dil dest pê kir. Bi derbasbûna salan re ez lê hay bûm ku zarava hebûneke girîng e û lewma min ez bi awayekî cidî nêzîkî karê xwe bûm. Bi çêbûna kompîturên şexsî, min agahiyên ku nivîsandibû heta ku gihîştin asta ku ez wan pêşkêşî civakê bikim, tomar kirin. Di 1978’an de “Dikranagerdi Parparuh” ku pirtûkeke dersê ya li ser zaravaya dîkranagerdî bû, hat weşandin. Ez bawer dikim ku vê pirtûkê ji bo hemû kesên ku dixwestin di warê vê zaravayê de agahdar bibin kêrhatî bû. Lê min ferq kir ku di xizna peyvan a vê pirtûkê de peyvekî tirkî an kurdî cî negirtiye. Bêyî peyvên  wan zimanan hatibûn girtin, pirtûka hatibû weşandin nedibû portreyeke realîst a şêweya axaftina rojane ya pêşiyên me.

Amadekirina vê pirtûkê ji bo min zêde ne dijwar bû, ji ber ku tiştê ku min dizanîbû min nivîsand. Dema ez di derbarê  peyvekê de an heta di derbarê bilêvkirina wê de bi xwe ne ewlebûm, min alîkariya heval û xizmên xwe dixwest. Ji ber ku weşandina pirtûkeke pir pisporî dixwaze û kêm bala ermenan dikişîne, bi armanca bi van rastiyan re rû bu rû nemînin, min tenê ferhengê online weşand. Bi vî awayî jî min kir ku bi awayekî bêpere ji seranserê cîhanê mirov bikaribe lê binêre.

Înfowelat: Hîn jî vê zaravayê ji aliyê ermenên amerîkî yên ku bi eslê xwe ji herêma Dîkranagerd in ku ji aliyê kurdan navê Amedê /Diyarbekir lê tê kirin tê axaftin?

Kasbaryan: Erê, hin ermenên amerîkî yên ji nifşa min dema ku rastî hev tên vê zaravayê diaxivin. Lê bi derbasbûna demê re ev jî kêm dibe. Digel ku gelek kesên ku ji nifşên ji nifşa me ciwantir zaravayê fam dikin jî, wê bi kar naynin. Zarava bêtir bi armanca qerfê tê bikaranîn.

Tû yê li hay werî ku ez di dewsa Diyarbakir de Diarbkr bi kar tînim. Sebebeke vê tune ye. Bi zanebûna min navê bajarê antîk Amîd ji asûrî hatiye û dema ku romî bajêr dagir kirine, navê Amîda lê kirine. Piştî romiyan, persî hatine ser kar û ew jî ji aliyê erebên misilman hatine têkbirin. Lîderê eşîra ereb a bi navê Bekr navê bajêr kirine Diar bekr (tê wateya welatê Bekr). Demeke dirêj şûn de Mistefa Kemal navê Diyarbakir ku niha jî tê bikaranîn û ji madena sifir a ku li wir tê dîtin hatiye girtin, li bajêr kiriye. Peyva Diarbekr di gelek nexşeyên kevn de tê dîtin û ji aliyê nivîskarên li ser vê mijarê ve wekî Gertrude Bell û H.F.B. Lynch * ve ku ji rojava heta rohilat  li Ermenîstanê lêkolîn kirine û nexşeyeke ku ltê de hemû bajarok û gundan bi navên xwe yên kevn cî digirtin çêkirine, hatiye bikaranîn. Hûn dikarin gundên derdora Dîkranagerd yên xizmên min lê dijiyan wekî Elîpar, Hezro û Hêne di vê nexşeyê de bibînin.

malbat3

Înfowelat: Sînorên rastîn ên herêma Dîkranagerd çawane? Dema ku mirov cografyaya pir mezin ê ku ermen lê dijiyan li ber çav bigire, wekî din ermen kîjan zaravayan bi kar danîn? Piştî ku ermen li her aliyê cîhanê belav bûn, ti zaravayên ermenî winda bûn?

Kasbaryan: Baweriya min pir bi min nayê ku ez bikaribim beşa ewilî ya pirsa we bibersivînim lê xwendevanên we dikarin bi riya temaşekirina vîdyoyeke ku tê de axaftina Dr. Herand Markarian cî digire, di derbarê dîroka Dîkranagerd an Diarbekr ku navê wê yê kevn Amîda ye agahdar bin. http://www.youtube.com/watch?v=5-JZzfXzSIE&feature=youtu.be

Ji bilî zaravayan, her bajar tevlî gundên derdora xwe xwedî formeke cûda ya axaftinê bû. axaftina Xarpêt, Sepastia (Sêwaz), Mûş, Palû, Yerzînga (Erzîncan), Erzirom û hwd. heta derenceyekê ji ji hev cûda bû. Hin ji wan bi awayekî radîkal ji ermeniya standard venediqetiyan lê hin ji wan ji zimanê standard pir vediqetiyan. Famkirina dîkranagerdî ji ber ku ji zimanên cîran pir zêde peyv wergirtibû, ji bo ermeniyên din dijwar bû. Dîkranagerdî xwedî du awayê bilêvkirina tîpa “a”yê bû. Bilêvkirineke standard a wekî tîpa “a” ya di peyva îngîlîzî bar de hebû. Û bilêvkirineke rast vekirî ya “a”yê ya wekî di peyva îngilîzî hat de hebû.

Ez nekarim bêjim ku eger pêkhatibe, çend zarava ji holê rabûne. Ez bawer dikik ku hin ji wan dikin ji holê rabin.

Înfowelat: Li herêma ku hûn Ermenîstana Rojava bi nav dikin zimanekî standard ê ermenî hebû ji aliyê rêxistinên siyasî, perwerde û yên din dihatin bi kar anîn?

Kasbaryan: Teqez hebû.  Ermenên ku wersiyona zimanê ermenî yê rojhilat diaxivîn carinan wekî zaravaya zimanê orjînal qala ermeniya rojava dikirin. Ev wekî ku mirov bêje fransî, îtalyanî û spanyolî zaravayên latînî ne. Lê ew zimanên jîndar û xwerûne û ermeniya rojavayê wiha bû. Beşeke pir mezin a literature bi zimanê ermeniya rojava hatiye kirin. Ew, wersiyona ku ji aliyê piraniya ermenên li derveyê Komara Ermenîstanê û Îranê hatiye bikaranîn e. Di nava tekstên gelek stranên gel yên ji gundên Ermenîstana Rojava de gelek terîmên xwerû yên ermeniya rojava heye ku tesîra tirkî û kurdî nîşan dide.

Înfowelat: Di derbarê bandora ermenî ya li ser kurdî an bandora kurdî ya li ser ermenî di destê we de agahî hene?

Kasbaryan: Ez di derbarê bandore ermenî ya li ser kurdî tiştekî nizanim lê ez dikarim di derbarê bandore kurdî ya li ser zaravaya ermeniya dîkranagerdî de fikrekê bidim we. Çend peyvên kurdî ku em hîn jî bi kar tînin hene. Hin mînak ji van peyvan ev in:

Adat (edet), axur, alav (alev), Azab (ezeb), beg, betar (xerabtir), çamûr, daraca (derence), dava (deve), furça (firçe), hars (hêrs), cax (sinc), keçel, mala mineh (mala minê-di wateya dîtinên zarok ên di derbarê karesatê –hemû mala min û malbata min tune bû- de tê bi kar anîn), peşgir (pêşgir), şor, şorbe, teşqele, tutkal (tûtqal), zad (di wateya “xwarin”ê de)

Strana gelêri yê ermen Dle Yaman jî mijareke ku zimanê ermenî ketiye bin bandore kurdî. Dil bi kurdî dil e û dle tê wateya ‘dilê min’. Yaman, bi nêrîna min şaşbilêvkirina ‘aman’ e ku tê wateya êş û xemgîniyê. Bi vî awayî, Dle Yaman di wateya dilê dêşê an dilê biderd tê bikaranîn. Vê wateyê bi xwezaya şînê ya stranê li hev dike.

sch6

Înfowelat: We di nameyeke ji The Armenian Weekly’ê re şandibû de avakirina welatekî bi navê Hay-Kurdistan pêşniyaz kiribû. We divê nameyê de digot ku kurd û ermen bi hev re doza heman erdê (Ermeno-Kurdistan) dikin, ew endamên heman koma ziman in (Hînd-Ewropa) û xwedî paşxaneya çandê ya ku dişibin hev in. Dema mirov rewşa xerab a têkiliyên ermen û kurdan ya ku ji salên 1900’î û heta vir ve dom dike û sîstema heyî ya navneteweyî ku nayê hêvîkirin destekê bide vê fikrê li ber çav bigire, hûn nafikirin ku ev ne fikreke pir zêde sembolîk e?

Kasbaryan: Dema min vê fikrê xwe ku wekî nameyekê pêşkêş kir, di rastiya xwe de armanca min a pêşniyazkirina sazkirinên polîtîk ên wiha tunebû. Min xwest fikrekî ku heşê mirov provoke diku ku wê bike ku ermenên ji civaka min li ser mijara sirgûnê wanbide fikrandin da ku bi hêviya ku ew bi tiştekî ku bêtir bê qebûlkirin re rû bi rû bimînin, pêşkêş bikim. Ji ber vê yekê min sernivîsa “Fikreke ku wê qet dema wê neyê” da nameyê. Ez wekî masîgirekî bi hêviya ew ê tiştekî kêrhatî zeft bike, tevdigeriyam.

Bi tenê xwendevanekî li ser nameyê şîrove kir ku ew jî di derbarê nepratîkbûna pêşniyazeke wiha bû. Û vaye hûn tiştê ku min ji ermenên ji civaka min hêvî dikir, dikin. Ev pêşniyazeke we ye li dijî pêşniyaze min e ku mirov dikare li ser bixebite.

der_2

Înfowelat: Rêvebirên tirk di navbera ermen û kurdan de ku rûniştvanên xwecî yên heman welatî ne barîyer ava kirine û bi riya bikaranîna gelê kurd a di Jenosîda Ermen de di vî warî de bi ser ketine. Em aliyê mayîn ê çîroka têkiliyên ermen û kurd ku wekî tunebûna têkiliyê tê naskirin dom kir, dizanin. Wekî entelektuelekî ermen, hûn ji bo destpêkirina têkiliyên  beramber (rû bi rû) û di ware hebûna berpirsiyên her du aktoran de çi difikirin? Dibe ku bermahiyên Dêra Sûrp Asdvadzadzîn a li Elîparê ku di bin rêberiya edîtorê me de wekî destpêka vî karî bê dîtin. Bi ya we ermenên li diyasporayê dixwazin vê dêrê bê restorekirin? Eger bixwazin, ew ê dilxwaz bin ku alîkariya fînansekirina buheyê ji bo nûkirinê bikin?

Kasbaryan: Beriya her tiştî, dema hûn wekî entelektuel qala min dikin, divê ez we agahdar bikim ku bikaranîna vê peyvê wekî navekî napejirînim. Di vê wateyê de tiştekî bi îdîa dike. Lê wekî rengdêr pir mikemel e. Kesekî dikare bibe xwediyê karên miraqa entelektuel. Niha, dema ez hewla bersivandina pirsa we bidim, ez ê bêjim ku ez ne endamekî partiyeke siyasî me û ne jî ez di nava rêxistinên civakî yên ermen de di pozîsyoneke biryardayinê de me.  Ez bi tenê dîtinên xwe yên li ser mijarên ku bandore li ser piraniya civaka ermen dike pêşkêş dikim. Tiştê hmerî yê ku ez dikarim bikim ev e ku fikrên  endamên ji civaka min xwe yên ermen bigihîjînim lîderên wan û hêvî dikim ku van lîderan xwedî aqil in ku siyaseteke ku gel destekê dide bişopînin. Lê yekemîn, ermenên ji rêzê divê hişyar bin ku bêyî bidestxistina erdeke ku em li ser bijîn ew ê pêşeroja çawa be.

Îro, em ji anketên ne fermî fam dikin ku ermen ji deh salên derbasbûyî bêtir bi armanca çûyina ser erdên pêşiyên xwe, diçin Tirkiyeya Rojhilat. Nûkirina Dêra Surp Gîragos a li Dîkranagerdê a ji aliyê civaka global a ermen, eger ew bizanibin ku ew dikarin di nava ewlehiyê de gav bavêjin, nîşaneke baş a têkiliyên xurt e ku hîn gelek ermen ji bo niştimana xwe hîs dikin. Ev helwest dikare ermenên koçber ên şerê Sûriyeyê ku niştimana wan a bav û kalan Tirkiyeya modern e jî bigire nava xwe lê divê bi wan tenê jî neyê bisînirkirin. Lê ermenên din didin zanîn ku ew ê venegerin, heta ji bo gerê neyên Tirkiyeyê. Ji ber ku ew naxwazin aboriya Tirkiyeyê ku ji diziya zengînî û milkên ermen îstîfade dike, xurt bikin. Dibe ku bi lidarxistin û eşkerekirina anketeke di derbarê armancên şexsî yên ermenan yên di mijara erda bav û kalên wan de wê mesele bê zelalkirin. Bi armanca diyarkirina ku ermenên li derveyê welat dijîn wê bi alîkariya ji bo restorekirina dêrê eleqeder bibin an na, referanseke di derbarê Dêra Sûrp Asvadzadzîn a li Elîparê jî divê di anketeke wiha de cî bigire.

Di warê têkiliyên dîrokî yên kurd û ermen de ez dikarim bêjim ku wekî k udi romana baş tê zanîn a bi navê Khentuh (Ehmeq) de ya ji aliyê Raffî (Hagop Melîk Hagopyan) ve di 1881’an de hatiye nivîsandin de mînakên wê tên dayîn, em ermen ji aliyê xwe ve xwedî zanebûna bêedaletiya k udi destê begên kurd de em rû bi rû mane ne. Vê romanê bi zimanê ermenî û bi wergera wê ya îngilîzî dikare bê dîtin lê hîn ji bo kurdî û tirkî nehatiye wergerandin. Niha wergera îngilîzî ya Khentuh a ji aliyê Wingate ve di 1950’de hatiye kirin dikare li piyaseyê bê dîtin û serbest dikare bi awayekî online di vê lînkê de dikare bê xwendin: http://www.cilicia.com/armoz.html

charles_garabaed_kasbarian

Û niha jî eger hûn destûrê bidin, ez ji hevalên we daxwaz dikim ku di derbarê têkiliyên kurd-ermen de van pirsan ji xwe bikin.

Ji hevalên we qet li ser vê mijarê sekiniye? Fikra kurdên ji rêzê, bi taybetî yên li herêma Dîkranagerdê ya di vê mijarê de çi ye? Pir baş bû ku şaredarê Sûrê ya li wîlayeta Diyarbekir Abdulah Demîrbaş bangê vegera ermenan kir. Lê vê yekê fikra kurdên ku niha milkên bav û kalên ermenan dagir kirine nîşan dide? Hûn û hevalên we yên kurd dixwazin bi ermenên li diyasporayê re diyalog û hevgirtin bên avakirin? Eger bersiveke erênî didin, heta kîjan astê hûn vê dixwazin?

———————-

* Not: Xebata Lynch a ji du pirtûkan pêk tê ya bi navê “Ermenîstan: Seyahat û Xebat” di 1901’an de hat weşandin.  Pirtûk teqez xebata baş a îngîlîziye ku li ser qirkirinên beriya 1915’an hatiye nivîsandin. Wergereke bi zimanê ermen a pirtûkê di 1902’an de li Londonê hatiye weşandin û wergereke wê ya din di 1903’an de li Stenbolê hatiye weşandin.  Li Tirkiyeya nûjen qet nebe  heta salên 1990’an pirtûk di lîsteya fermî a pirtûkên qedexekirî de bû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ziman nirxekî di ser sîyasetê re ye

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Zana Farqînî naveke naskirî ye ku di qada ferhengnasîyê de mora xwe …