Abel Prîeto: Neolîberalîzm sîstemeke jenosîdê ye

Kapîtalîzm di encama krîza tenduristiyê ya cîhanê de ku karesata herî mezin a sedsalê ye, têk çû. Herwiha, pandemiya kovîd-19 karakterê tevkujiyê yê neolîberalîzmê û “tevkujiya bêdeng” a kapîtalîzmê, raxistin pêş çavan.

Forûma Dengên Cihê ku ji aliyê Tora Parastina Mirovahiyê ve tê lidarxistin, li Kubayê dewam dike.

Abel Prieto

Nivîskarê kubayî Abel Prîeto tevlî bernameya bi navê “Pandemî û Paşeroj” bû û li vir, di meseleya krîza koronayê de tespîtên balkêş kirin. 

Pandemiya kovîd-19 karakterê tevkujiyê yê neolîberalîzmê û “tevkujiya bêdeng” a kapîtalîzmê, raxistin pêş çavan.

Prîeto, bal kişand ser rola beşên bindest ên civakê û got, “paşeroja mirovahiyê wê di encama têkoşîna li dijî îdeolojiya kapîtalîst û neo-lîberalîst de diyar bibe.

Prîeto axaftina xwe wiha dom kir:

Kapîtalîzm di encama krîza tenduristiyê ya cîhanê de ku karesata herî mezin a sedsalê ye, têk çû. Herwiha, pandemiya kovîd-19 karakterê tevkujiyê yê neolîberalîzmê û “tevkujiya bêdeng” a kapîtalîzmê, raxistin pêş çavan.

Prîeto fikra ku “eleqeya pandemiyê bi îdeolojiyê û çînên civakê re tune ye” red kir û wiha li gotinên xwe zêde kir:

Werin em bi hev re li hemû aliyên cîhanê binêrin û bifikirin, gelo encamên nexweşiyê ji bo kesekî milyoner û ji bo kesekî belengaz eynî ne. Helbet encam ne wekî hev in. Ji ber ku zengîn dikarin bêtir xwe ji vîrusê biparêzin.

Ji bo rêvebiriyên heyî ber bi modelên kapîtalîst ên faşîzmê ve neçin, divê em ji dîrokê dersên pêwîst bigirin û li pêşiya vê bibin asteng. 

Nivîskar Prîeto pêşniyaz kir, li dijî vê tevkujiyê toreke rokanbîrî ya tevgerên civakî bê damezrandin da ku karibe rê li şer, birçîbûn û şewbê bigire.

Prîeto li ser têkçûna polîtîkayên Dewletên Yekbûyî Amerîkayê ya li hember pandemiyê jî sekinî û diyar kir, Trump wê bixwaze beriya hilbijartinê bi hin gavên nû rojevê biguherîne.

Û di dawiyê de, di derbarê derfetên ku korona dide rêvebirên xêrnexwaz Abel Prîeto vê hişyariyê kir:

Ji bo rêvebiriyên heyî ber bi modelên kapîtalîst ên faşîzmê ve neçin, divê em ji dîrokê dersên pêwîst bigirin û li pêşiya vê bibin asteng. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

“Türkiyelileştiremediklerimizden misiniz?”

Divê em bipirsin ka çima xema pirdengî ya ku li ser van civakan nayê ferzkirin …