Şirnexî dikarin bi tifaqê bi ser bikevin

Encamên Şerê Bajaran li Şirnexê bû sebeba hilweşîneke mezin a fîzîkî û koça ber bi derve ve. AKPê vê firsendê bi kar anî û bi rêya rêbazên mihendisîya hilbijartinê, di 2019an de li Şirnexê bi ser ket. Bi vê encamê, keleheke berxwedana kurd ji aliyê siyasî ve hat têkbirin. Siyaseta Kurd niha di hilbijartina 31ê adarê de bi namzetiya jineke kurd dixwaze li Şirnexê dîsa bi ser bikeve. Siyasetmedara kurd bi performansa xwe ya zêdetirî 20 salan a li Botanê, ji bo serfirazîya di vî şerê siyasî de hêvîyê dide Şirnexiyan. Li ser daxwaza me, Cahid Akil ji bo xwendevanên Infowelat bi namzeta jin a DEM Partiyê Bêrîvan Kutlu re hevpeyvînê kir.

Ez banga tifaqeke berfireh li şirnexiyan dikim. Gelê kurd herdem bi rêya tifaqê bi ser ketîye.  Ku em vê bikin, dengên ji derveyî Şirnexê anîne bajêr wê ne xem be. Kesên ji derve hatine tevlî qeyûman wê têk biçin.

Şirnex di hilbijartina 2019an de ket bin kontrola AKPê. Ji ber ku Şirnex tevlî navçeyên xwe wekî keleya berxwedanê ya gelê kurd dihat naskirin, vê encamê di nava kurdan de bû sebeba xemgînî û demoralîzasyonê. Çi bû sebebên vê têkçûna siyasî?

Polîtîkaya li hemberê gelê kurd bi armanca têkbirina îradeyê tê meşandin. Ciyekî wekî Şirnexê nîşaneya berxwedana gelê Kurdistanê ye. Şirnex ji salên 1984an heta salên 1992an ji serhildanan re pêşengî kîrîye. Lewma dewlet bi taybetî berê xwe da Şirnexê. Siyaseta Kurd a legal di salên 2000î de xwe li Şirnexê birêxistin kir. Me di 2004an de şaredariyê bi dest xist. Cara duyemîn, dîsa em hatin ser kar lê piştî du sal û nîvan hevşaredarên me bi operasyonên navê KCKê lê hatibû kirin, hatin girtin. Beriya me, Şaredariya Şirnexê wekî malûmilkê malbatan dihat birêvebirin.  Çend malbatên li Şirnexê hatibûn naskirin şaredariyê kontrol dikirin. Yanî beriya em li Şirnexê werin ser kar, xelkê me nizanîbû şaredarî çi ye. Mixabin dewletê nehişt em xebata xwe pêş bixin û xizmetên baş pêşkêşî gel bikin. Bi operasyonên 2004 û 2009an hevşaredar jî tê de gelek xebatkarên me hatin girtin. Tevî vê jî me hewl da em xizmetê ji gelê xwe re bikin. Me ji bo plan û projeyên me yên pêşî li wan hatin girtin bibin serî, xwe ji hilbijartina 2014an re amade kir. Lê careke din dewlet bi ser me de hat û piştî şerê xweseriyê qeyûm şand Şaredariya Şirnexê. Kontrolkirina Şaredariya Şirnexê ya ji aliyê AKPê ve di 2019an de bi rêya bicîkirina hejmareke zêde leşker, poles û karmendên ji rojavayê Tirkiyeyê û bi dengên van kesan pêk hat. Loma ez dikarim bêjim, em li Şirnexê têk neçûne lê dewletê bi zilm û zorê şaredariya me xesp kirîye.

Dewlet  kampanyaya hilbijartinê jî li ser encamên Şerê Xweseriyê meşand. Ji gel re dihat gotin, “eger partî were ser kar îhtîmal heye careke din li Şirnexê şer û hilweşîn pêk were.” Gotin “em di hilbijartinê de bi ser bikevin em ê tapûyên apartmanên TOKIyan bidin. Tevî vê propagandaya mezin jî gelê Şirnexê dengê xwe neda AKPê. Yanî em nikarin bêjin sebeba windakirinam şaredarîya Şirnexê ne kêmasiya xizmetê an şaşiyeka me ya mezin e lê ji ber vê polîtîkaya taybet a dewletê ye.

Bajarê Şirnexê/Wikipedia

Piştî Şerê Xweseriyê gelek kes terka Şirnexê kirin û ev jî sebeba kêmbûna hilbijêrên dengê xwe didin Siyaseta Kurd.

Erê rast e, ev jî dikare wekî sebebeka windakirina Şaredarîya Şirnexê bê qebûlkirin. Lê tevî vê jî, sebeba esasî bicîkirina hejmareke zêde hêzên çekdar ên dewletê û karmendên ne kurd in. Dewlet ji bo vê hilbijartinê jî niha heman tiştî dike. Lê em bawer dikin îcar ew ê bi ser nekeve.

Kontrolkirina Şaredariya Şirnexê ya ji aliyê AKPê ve di 2019an de bi rêya bicîkirina hejmareke zêde leşker, poles û karmendên ji rojavayê Tirkiyeyê û bi dengên van kesan pêk hat. Loma ez dikarim bêjim, em li Şirnexê têk neçûne lê dewletê bi zilm û zorê şaredariya me xesp kirîye.

Eger hûn dema borî û îro bidin berhev li Şirnexê çi guherî ye? Derbarê rewşa dawî a bajêr de hûn dikarin çi ji me re bêjin?

Em dikarin bêjin, guherînên mezin di xwezaya fîzîkî de pêk hatin. Ev jî bû sebeba guherîna çanda bajêr a Şirnexê. Beriya hilweşîna bajêr, hemû Şirnex wekî mala me bû. Lê niha dema mirov diçe bajêr xwe wekî ku li ciyekî biyanî be hîs dike. Li gelek ciyan bajarvaniya berê ji hole rabûye; avahiyên modern hatine çêkirin. Destûr nayê dayîn xelk li gorî dilê xwe li ser milkên xwe xanîyên xwe ava bike.Bi vî awayî, di navbera mirovan mesafeyek û ji hev sarbûnek çêbûye. Lê digel vê jî sîstem di armancên xwe de bi ser neketîye û di nava gel de acizîyeka mezin pêk hatîye. Li gelek nuqteyên bajêr kontroleke jidandî heye û cîhazên X-Ray hatine datînin. Loma gel ji bo ji ciyekî biçe ciyekî din carinan bi saetan derbas dibe. Ev jî hêrsa gel pir zêde dike. Berteka herî mezin a gel niha di mijara bajarvaniyê de de derdikeve holê. Kesên dengên xwe dane wan jî êdî naxwazin vê carê dengên xwe bidin. Yanî ez dixwazim bêjim, gel rêvebiriya AKPê ya li vî bajarî tecrûbe kirin û pratîka wan li ber çavên xwe dît. Pêwîst nake em li dijî wan propagandayê jî bikin. Di encam de ez dikarim bêjim, guhertinên wan dixwest ji aliyê civakî ve pêk nehatin.

Ji bilî van meseleyên we qala wan kirin, çi ne problemên din ên Şirnexê?

Tevî van problemên min gotin, li Şirnexê meseleya avê heye. Rewşa aborî ne baş e. Bi taybetî, ev problem ji bo ciwan û jinê gelek giran e. Problemeka din, binesazîya lawaz a bajêr e. Binesaziya di dema rêvebiriya me de têrî pêwîstiyên 50 salên bê jî dikir. Lê piştî Şerê Xweseriyê, binesaziya berê hilweşandin û yeka hîn biçûk ava kirin. A nû têrî pêdiviyên bajêr nake. Li alîyekî din, her kolanên Şirnexê hatine asfaltkirin. A rast, divê ji bilî rêyên ji bo hatûçûna trafîkê pê ve divê li kolanan asfalt neyên rijandin. Ji ber ku dema problemeka binesaziyê çêbe divê mirov bikari be bi hêsanî midaxale bike. Yek ji pirsgirêkên mezin îmar e. Zengînên Şirnexê ji xwe re erd kirîne û bi destûra şaredariyê li wir apartmanên pir buha çêdikin. Têkbirina çanda bajêr a Şirnexê jî wekî min got problemeke me ya mezin e.

Em dikarin bêjin, guherînên mezin di xwezaya fîzîkî de pêk hatin. Ev jî bû sebeba guherîna çanda bajêr a Şirnexê. Beriya hilweşîna bajêr, hemû Şirnex wekî mala me bû. Lê niha dema mirov diçe bajêr xwe wekî ku li ciyekî biyanî be hîs dike.

Gundên bi ser navenda Şirnexê ve/Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Hûn dikarin kîjan ji van probleman heta çi radeyê çareser bikin? Çi ye potansiyela Şirnexê ya ji bo probleman?

Em dixwazin meseleya avê bi awayekî mayinde çareser bikin ku av heta 40-50 sal têrî bajêr bike. Deynê avê yê xelkê pir zêde bûye. Em ê vê meseleyê jî çareser bikin û ji îro pê ve buhayeke standard a mehane ya avê ji bo xelkê diyar bikin. Em ê hewl bidin hin projeyên ku ji bo gel bibe sebeba îstihdamê, pêş bixin. Em dixwazin zarok bi çanda xwe mezin bibin û ji bo vê jî projeyekê amade bikin. Yek ji armancên me, zêdekirina şînahîya li Şirnexê ye. Em ê bi taybetî, parkên ji bo jinê û zarokan ava bikin. Bi mexseda ku em pêşî li ciwanan bigirin da ku madeyên hişbir bi kar neynin û dûrî civakê nebin, malên çandê ava bikin. Herwiha, em ê li taxên Şirnexê ji bo ciwanan kafeyên çandê ava bikin. Em dixwazin bibin bersiv ji bo parastina çanda Şirnexê ku rastî êrîşeke mezin a dewletê hatîye.

Ku hûn hatin ser kar, parastina kurdî wê di rojeva we de be? Di çarçoveya polîtîkaya ziman a şaredariyê de wê ji bo kurdî çi xebat bên kirin?

Ev kareke me ya sereke ye. Em ê ji ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê malên perwerdehê vekin. Ev kurs wê li çend taxên diyarkirî yên Şirnexê xizmetên xwe pêşkêşî civakê bikin. Herwiha, em ê kreşeke bi kurdî ya ji bo zarokan vekin. Em ê ji xebatkarên xwe daxwaz bikin ku li şaredarîyê kurdî biaxivin. Em ê materyalên xwe yên nivîskî bi kurdî û tirkî biweşînin. Danasînên departmanên şaredariyê û xizmetan wê bi kurdî bê kirin. Em ê tabelayên şaredariyê careka din bikin kurdî-tirkî.

Hûn di hilbijartina 2014an de li bajarokê Dêrgulê hevseroka şaredariyê bûn lê dewletê qeyûm avêt ser. Hûn di hilbijartina 2019an de li Cizîrê hevserok bûn lê dîsa qeyûm hat dewsa we. Niha hûn careke din bûn namzetê Şirnexê. Fikarên we hene ku hûn hatin ser kar dîsa qeyûm ciyê we bigire?

Fikar û tirsa min tune ye. Em ê xebatên xwe bimeşînin. Îro me xebatên 8ê adarê kirin. Di çalakiyê de jin digotin “bila em Şinexê bistînin bila dîsa qeyûm bişînin”, “bila em Şirnexê bistînin bila çi xizmet ji me re neyê kirin.” Ev, meseleyeke neteweyî ye û xelkê Şirnexê bi vê zanebûnê nêzîkî meseleya hilbijartinê dibe. Dema borî jî ku ez li Dêrgul û Cizîrê bûm, min bêyî fikar û tirsa qeyûman xizmetên xwe meşand in.

Şirnex û navçeyên wê

Wekî namzeteka jin, çi ye banga we ya dawî Şirnexê?

Em her roj di nava gel de ne û banga xwe dikin. Xelkê Şirnexê û bi taybetî jî jin û ciwanên Şirnexê tiştên ku heq nekirine, jiyan. Em dizanin dilê xelkê Şirnexê bi me re ye. Ew baş dizanin, sîstema dewletê ji wan re nebûye bersiv. Ez banga tifaqeke berfireh li şirnexiyan dikim. Gelê kurd herdem bi rêya tifaqê bi ser ketîye.  Ku em vê bikin, dengên ji derveyî Şirnexê anîne bajêr wê ne xem be. Kesên ji derve hatine tevlî qeyûman wê têk biçin.

Kî ye Bêrivan Kutlu?

Di sala 1985an de li Şirnexê ji dayîk bû.  Di navbera 2001 û 2004an de di komîsyonên taxan ên HADEPê û DEHAPê de xebatê kir. 2004 û 2007an di DEHAP û DTPê de berdevkiya ciwanan kir. 2007-2014an de di DTP û HDPê de di nava meclîsa jinê de xebatên rêxistinkirinê meşand. Di hilbijartina 2014an de bû hevşaredara bajarokê Dêrgulê. Di 2016an de ji kar hat dûrxistin û qeyûm dewsa wê girt. Piştî vê demê, di nava xebatên jinê yên li navenda HDPê de cih girt. Ji ber xebatên xwe 3 sal û 2 meh di girtîgehê de ma. Di hilbijartinên di 2019an de bû hevşaredara Cizîrê û piştî 6 mehan dîsa bi hatina qeyûm ji kar hat dûrxistin.

———————————————————————————————————————–

Cahid Akil

Di sala 1985an de li Şirnexê ji dayîk bû. Di 2007an de li zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê beşa Bernamesazkirinê qedand. Di sala 2012an de li Zanîngeha Anatolyayê beşa Kargerîyê qedand. Di sala 2009an di rêveberiya Kurdî-Der ê ya Cizîrê de cih girt. Ji ber xebatên xwe 7 sal di girtîgehê de ma. Di sala 2022 an de bû Hevserokê Saziya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê. Gotarên wî di kovara Hawara Botan û Defterê de hatine weşandin. Akil, di heman demê de mamosteyê zimanê kurdî ye û berhevkariya çîrokên kurdî dike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ şîdeta li hember medyaya kurd şermezar kir

Sendîkaya Rojnamevanên Flaman VVJê derbarê serdegirtina televîzyonên kurd ên li Belçîkayê daxuyanîyekê weşand. VVJ di …