Albanya peymana bi Îtalyayê re erê kir

Cengiz Demirtaş

Parlamentoya Albanyayê peymana koçberiyê ya bi Îtalyayê re erê kir.

Peyman destûrê dide hikûmeta Îtalyayê bi hezaran koçberên ji Deryaya Spî hatine rizgarkirin li Albanyayê li kampeka li Albanyayê bi cî bike.

Albanya peymana koçberiyê ya bi Îtalyayê re erê kir.

Parlamentoya Albanyayê li servê vê mijarê civînekê li dar xist.

Beriya vê, hewldana parlamenterên muxafazakar a ji bo astengkirina civînê bi ser neket.

Di civînê de ji 140 parlementeran 77 ji wan ji bo peymanê nîqaşbar dengên erênî bi kar anîn.

Piştî parlamentoyê, peyman divê ji aliyê Serokomar Bayram Begaj ve bê îmzekirin.

Peyman destûrê dide hikûmeta Îtalyayê bi hezaran koçberên ji Deryaya Spî hatine rizgarkirin li Albanyayê li kampeka li Albanyayê bi cî bike.

Koçberên wê transferê Albanyayê bê kirin wê li vî welatî li benda encama proseya îltîcayê biminîn.

Daxwazên ji bo îltîcayê wê ji aliyê hukumeta Îtalyayê li kampa penaberan bê lêkolînkirin.

Parêzvanên mafên mirovan rexneyên tund li peymana koçberiyê digirin.

Her sal 36,000 koçber

Îtalya plan dike, di destpêkê de 3,000 koçberan du kampên li Albanyayê bi cî bike.

Tê texmikirin, hejmara penaxwazên ku ji Albanyayê re wê bêne şandin bigihîje 36,000an.

Îtalya plan dike, di destpêkê de 3,000 koçberan du kampên li Albanyayê bi cî bike.

Tê texmikirin, hejmara penaxwazên ku ji Albanyayê re wê bêne şandin bigihîje 36,000an.

Berpirsiya li her du kampan wê di destên hukumeta Îtalyayê de be.

Albanya di mijara ewlehiya derve de wê piştgiriyê bide Îtalyayê.

Di çarçoveya peymanê de Îtalya wê zêdetirî 600 milyon euro bide Albanyayê.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni dixwaze, karê avakirina kampan di biharê de dest pê bike.

Melonî soz dabû

Meloni di mijdara 2023’an de jî bi Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama re peymana penaberan mor kiribû.

Giorgia Meloni di kampanyaya hilbijartinê de soza tedbîrên hişk ên li dijî penaberiyê ragihandibû.

Daxuyaniya çapemeniyê ya serokwezîrên Îtalya û Albanyayê / Openonline.com

Meloni di mijdara 2023’an de jî bi Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama re peymana penaberan mor kiribû.

Par 145,000 penaber bi riya rotayên Derya Spî gihîştibû Îtalyayê.

Foto: Ala Albanyayê/Wikipedia

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …