Hogir Berbir
Rapirsîyeke dawî nîşan dide, berfireh a ku ji aliye Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ve hat kirin nîşan dide, li Tirkiyeyê bikaranîna kurdî gelekî kêm bûye.
Ji çar 4 zarokan 3 zarok zimanê dayîkê bi kar naynin û di nava malbatê de tercîha ziman ber bi tirkî ve diçe.
Di rapirsîyeke (anket) berfireh a ku ji aliye Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ve hat kirin nîşan dide, li Tirkiyeyê bikaranîna kurdî gelekî kêm bûye. Rapirsîya bi 1.285 beşdaran li 22 bajaran hat kirin nîşan dide kunifşên ciwan zimanê kurdî kêm bi kar tînin. Li gorî encamên lêkolînê, ji 4 zarokan 3 zarok zimanê dayîkê bi kar naynin û di nava malbatê de tercîha ziman ber bi tirkî ve diçe.
Ji daneyên rapirsîya ku di navbera 28ê kanûna paşîn û 11ê sibata 2025an de hatiye kirin dîyar dibe, di navbera ciwanan de di rêjeya axaftina kurdî gelek kêm bûye. Zarokên bi temenê 11 salî ji % 18 an dadikeve asteke berjêr, kesên ji 65 salî mezintir jî ji %77 an berjortir bi zimanê zikmakî diaxivin. Ev rewş nîşan dide ku zimanê zikmakî di bin xetereyek mezin de ye.
Tirkî berbelav dibe
Piranîya kesên beşdarî lêkolînê bûne, kesên navsere ne û bi eslê xwe kurd in. Ji % 80ê zimanê kurmancî wek zimanê dayikê, ji %17an jî zimanê kirmanckî/zazakî bikar tînin. Lêbelê, di nav malbatê de guhertinek girîng a bikaranîna zimanî heye. Ji %35,9 ên nifûsa mijara rapirsîyê tenê bi tirkî diaxivin, ji %14,9 an jî bi tirkî û kurdî diaxivin. Ev dane nîşan dide ku tirkî li malê bûye zimanê serdest û kurdî jî her ku diçe kêmtir tê bikaranîn.
Piraniya beşdaran diyar kirine ku ji zimanê zikmakî fam dikin (%67), lê xwendin û nivîsandina wan ya zimanê zikmakî pir lawaz e. Tenê ji %19 dibêjin ew pir baş dikarin bi zimanê kurdî binivîsin, ji %21 jî dibêjin pir baş dikarin bixwînin. Kêmbûna derfetên perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek faktora herî mezin ya vê rewşê radixe pêş çavan. Beşdar sedema bingehîn a lawazbûna xwendin û nivîsandina kurdî jî, bi nebûna derfetên perwerdehiya bi zimanê dayikê ve girêdidin û vedibêjin.
Zarok bi tirkî diaxivin
Li gorî lêkolînê, ji her 5 zarokan 4 zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nedîtine. Lê ji %97,8ê beşdaran dixwazin zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin. Her wiha beşeke mezin ji %97,7an jî nêrîna ku divê zimanê zikmakî bê parastin û bê pêşxistin diparêze. Û nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê weke metirsiya herî mezin tê dîtin. Sedema sereke ya vê metirsiyê ji %46,5 an diyar dikin ku nebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Ji sisêyan yek ji wan dixwazin kurdî wek zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin, ji sisêyan yeka din jî dixwazin zimanê zikmakî wek zimanê fermî bê qebûlkirin.
Encameke din a balkêş ku bi ankete re derket ew e; eger bi zimanê kurdî bê axaftin, fikareke berfireh li ser cihêkariyê dide avakirin. Nêzîkî nîvê beşdaran bi fikar in ku zarokên wan bi zimanê kurdî biaxivin û dibe sedem ku rastî cudakariyê bên. Rêjeya kesên hatiye diyar kirin jî ji ber zimanê xwe yê zikmakî ku di saziyên dewletê de rastî cudakariyê hatine, ji %67,9 in û li saziyên perwerdeyê jî ev rêje ji %55 in. Di sektora tenduristiyê de ev rêje dadikeve %45 an. Di lêkolînê de tê dîtin ku hîna jî zimanê kurdî bi awayekî berfireh nayê qebûlkirin û di gelek waran de wekî nasnameyeke bindest hebûna xwe didomîne.
Nasnameya çandî di bin xetereyê de ye
Ev lêkolîna Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî ku di derbarê pêşeroja zimanê kurdî li Tirkiyê de hate kirin fikarên cidî bi xwe re çêdike. Rastiya nifşên ciwan ku bi zimanê xwe yê zikmakî her ku diçe kêmtir bi kar tîne, dibe sedema têkçûna ziman û dest bi windakirina pêvajoya çandî bike. Hebûna cudakariya li ser zimanê kurdî di perwerdehiyê, sektorên giştî û jiyana civakî de wiha dibe sedem ku hîn zêdetir bi paş de bimîne. Ev rewş nîşan dide ku ne tenê ziman, nasname û çand jî pê re bê wendakirina û di bin xetereyek e mezin de ye.
Ji bo parastin, pêşxistin û gihandina zimanê kurdî ji bo nifşên pêşerojê, pêdivî bi perwerdehiya zimanê zikmakî û qebûlkirina civakî heye. Ku ev nebe wê ziman mîna çandê bi xetereya windabûnê re rû bi rû bimîne.
Foto: Dîmeneke ji Keleya Amedê