Ewrûpa peymana vîzeyê ya bi Rûsyayê re betal kir

Welatiyên Rûs êdî nikarin bi rihetî vîzeya Ewrûpayê bigirin

Yekitiya Ewrûpayê peymana vîzeyê ya bi Rûsyayê re betal kir

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewrûpayê ji bo nirxandina têkiliyên bi Rûsyayê re civiyan.

Piştî civînê Nûnerê Bilind ê Karên Derve yê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell daxuyaniyekê da.

Borrek got, wan peymana vîzeyê ya bi Rûsyayê re bi temamî dane sekinandin.

Borell got, bi rakirina vê peymanê re wê tedbîrên heta niha li dijî hin komên taybet û rayedaran hatine pêkanîn, li hemû Rûsan jî bên ferzkirin.

Li gel ku Polonya û hin welatên Baltik piştevaniya vê pêşniyarê dikirin, hin welatên Ewrûpayê bi hinceta ku wê Rûsên dijber ên şer ji wan dûr bixîne, ev pêşniyar qebûl nedikirin.

Peymana vîzeyê

Di sala 2007’an de, di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê de peymana hêsankirina vizeyê hatibû îmzekirin.

Li gorî vê peymanê, welatiyên Rûsyayê bi rehetî dikarîbûn biçûna welatên Yekîtiya Ewrûpayê.

Bi peymanê, ji bo vîzeyê ji welatiyên Rûsyayê zêde belge nedihat xwestin.

Ji xencî vê, welatiyên Rûsyayê ji bo heqê vîzeyê pereyekî kêm didan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …