Grossi îro diçe Zaporijyeyê

Rûsya, deriyên santrala Zaporijyeyê ji bo vekolînê vedike

Îro şandeya Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî ji bo vekolînan diçe vê santralê

Piştî hewldanên dijwar ên navneteweyî, Rûsya û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî dawiya dawî li hev kirin.

Di bin rêvebiriya dîrektorê giştî yê ajansê Rafael Grossi de heyeteke îro wê bigihîje Zaporijyayê.

Heyet dixwaze li santralê vekolîn bike û derbarê rewşa ewlekariyê de raporekê amade bike.

Grossi beriya ji bajarê Zaporijyayê ber bi santralê ve hereket bike bersivê da pirsên rojnamevanan.

Rafael Grossi. Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA)

Şefê ajansa atomê got, ev mîsyona wan a li herêma şer gelek xeter e, lê digel vê jî heta karê vekolînê bi dawî bibe ew ê li herêmê bimînin.

Zaporijya di nava erdên Ûkraynayê de ye û santrala atomê ya herî mezin a Ewrûpayê ye.

Santral tevlî devera li derdorê, piştî pevçûnên dijwar di adarê de ji aliyê Rûsyayê ve hatibû dagirkirin.

Rûsya û Ûkrayna di demên dawî de hevûdû bi êrişên li dijî santrala Zaporijyeyê tometbar dikin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …