Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz

Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera her du welatan de bi pêşniyaza xweseriyê çareser kir. Di heman salê de Parlamentoya Fînlandê qanûna selfdetermînasyonê ya Alandê qebûl kir. Bi vê qanûnê, herêma yekemîn a otonom a li Ewrûpayê hatiye damerandin.

PROFÎL

Nifûs: (2019): 29,789

Berfirehî: 6.784 km2

Paytext: Mariehamn

Zimanê fermî: Swêdî (Swêdî % 86.77, fînî % 4.71, % 9 zimanên koçberan)

Destpêka xweseriyê: 1920

Kurtedîrok

Giravên Aland ji gelek giravên li başûrê Fînlandê pêk tê. Hejmara giravan bi sedan in û bi tenê li 50 giravan mirov dijîn. Di dîrokê de çand û zimanê swêdî belavî giravan bûye lê 1809’an de tevlî Fînlandê girav ketine bin kontrola Rûsyayê. Di dema dagirkirinê de niştecîyên giravê xwedî xweseriyeka çandî bûne. Di 1917an de Aland îcar ketîye bin kontrola Fînlandê û dawî li xweseriya heyî hatîye anîn. Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera her du welatan de bi pêşniyaza xweseriyê çareser kiriye. Li ser vê, di heman salê de Parlamentoya Fînlandê qanûna self-determînasyonê ya Alandê qebûl kiriye. Bi vê qanûnê, herêma yekemîn a otonom a li Ewrûpayê hatiye damerandin.

Garantîyên 1921an

  • Şaredarîyên Alandê ne mecbûr in destekê bidin dibistanên ji bilî yên ku zimanê wan ê perwerdeyê bi swêdî ne. Zimanê fînî bi tenê dikare bi destûra şaredarîyan bê fêrkirin.
  • Kesên 5 salan li Giravên Alandê îkametê kiribin dikarin bibin xwedî mafên xwedîtîya malûmilk. Heta 5 salan wê ev kes wekî koçber bên qebûlkirin.
  • Walîyê Giravên Alandê wê bi rêya lihevkirina bi berdevkê Giravên Alandê, ji alîyê serokê Fînlandê ve bê wezîfefarkirin. Eger lihevhatin pêk neyê wê serokê Fînlandê kesekî ji lîsteya ji pênc namzetan pêk tê ya Parlamentoya Alandê, wezîfedar bike. Hemû namzet divê xwedî şarezahîyên rêvebirîyeka baş û parastina ewlekarîya dewletê bin.
  • Giravên Alandê ligel dahata di Qanûna Otonomîyê ya 1920an de hatîye diyarkirin, wê bibe xwedîyê berhevkirina mafê bikaranîna % 50 baca erdan.
  • Konseya Yekîtîya Neteweyan wê çavdêrîya meşandina van garantîyan bike. 
    Parlamentoya Alandê/Lagtinget.ax

Erkên herêma xweser

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di 1951an de bi ‘Qanûna Xweseriyê’ û di 1991an de bi qanûneke din a li ser heman mijarê erkên herêma xweser hatine revîzekirin û berfirehkirin. Meclîsa herêmî ya bi navê Lagting ji 30 endaman ku ji çar salan carekê li herêmê tên hilbijartin, pêk tê. Ji bilî beşdariya rêvebiriya herêmî, welatiyên giravan bi hilbijartina giştî nûnerên xwe dişînin parlamentoya Fînlandê.

Lagting ji bilî qanûnên destûra bingehîn, têkiliyên derve, bacên giştî, ewlekariya sosyal û qanûna medenî û cezayê, di hemû qadên din de biryarê digire. Rêvebirina karên çandî û ziman, tenduristî, perwerde, ewlekariya navxweyî û gelek qadên din di destê hikumeta herêmî de ye. Destûra bingehîn a Fînlandê erka vetokirina qanûnên meclîsa Alandê dide serokê Fînlandiyayê. Lê ji bo vê, divê di destpêkê de Dadgeha Bilind an Komîsyona Alandê di vê mijarê de nêrînên xwe ji serokê re bişîne. Komîsyona Alandê saziya têkiliyê ya di navbera hikumetên Alandê û Fînlandê de ye. Serok di heman demê de dikare Lagtingê belav bike û biryara hilbijartinên nû bide. Nûnerekî partiya herî mezin a Alandê ku wekî walî tê binavkirin, serokê Fînlandê li giravan temsîl dike. Hikumeta giravan ji nava meclîsê tê hilbijartin û ji aliyê wezîrê sereke tê rêvebirin.

Sîstemek edaletê ya taybet a Alandê tune ye û girav di vî warî de sîstema li Fînlandê bi kar tîne. Fînansekirina herêma xweser di destê Lagting û Komîsyona Giravên Aland a hevpar de ye. Ev komîsyon ji aliyê nûnerên Alandê û dewletê ku hejmara wan wekî hev e, tê hilbijartin. Lagting butçeya xwe ya salane bi serê xwe diyar dike û hikumeta herêmî xwedî erka berhevkirina hin bacan e. Li aliyekî din, Komîsyona Giravên Alandê di warê mîqtara pereyê wê ji Helsinkiyê transfera herêmê bê kirin, biryarê dide. Ji % 0,45’ê dahata aborîyê ya Fînlandê ji Alandê re tê şandin. Ji ber xweseriya xwe ya pêşketî û aboriya xwe ya stabîl, li Alandê standardên jiyanê bilind e.

Dîmenek ji Giravên Alandê/Freedomtravel.se

Polîtîkaya ziman

Bi ‘Qanûna Ziman’ a 1899an ku cara yekemîn ji aliyê Fînlandê ve hatîye qebûlkirin, swêdî û fînî li Fînlandê bûn zimanên fermî. Bi vê gavê, sîstemeke pêşketî ya duzimanî li herêmên ku kêmara swêdî dijî, hat damezrandin. Berevajiya vê sîstemê, li Giravên Alandê tekane zimanê fermî swêdî ye û xebatkarên rêvebiriyê divê bi nivîskî û devkî zimanê swêdî bizanibin. Di dibistanan de zimanê perwerdeyê swêdî ye û îngilîzî derseke ferz e. Fînî, almanî û zimanên din dersên hilbijarî ne û li ser daxwazê dikarin bên dayîn.

Mafê “Welatîbûna Alandê”

Yek ji mafê girîng ê giravan “welatîbûna” Alandê ye ku li herêmên xweser ên li welatên din nayê dîtin. Di çarçoveya vî mafî de, niştecîyên giravan û kesên ne alandî ku li giravan 5 sal îkametê kiribin dikarin bibin welatiyên herêmê. Lêbelê di dawîya dawî de rêvebiriya Alandê dikare mafê kirîna milkan û meşandina xebatên bazirganiyê nede van kesên ji derve hatine. Ev, tedbîreke ku ji bo parastina demografî û nasnameya Alandê hatiye girtin.

Li aliykeî din, ji bo bikaranîna dengdayina di hilbijartinên herêmî û giştî de jî mafê welatîbûna Alandê pêwîst e. Rêvebiriya Alandê dikare “welatîbûna herêmî” bide kesên bi zimanê swêdî dizanin. Welatiyên Alandê xwedî welatîbûna Alandê û Fînlandê ne û dikarin hemû mafên welatiyên Fînlandê bi kar bînin. Welatiyên Alandê ji Fînlandê re wezîfeya leşkerîyê nakin.

Nexşeya fîzîkî ya Giravên Alandê/Wikipedia

Endamtiya Konseya Nordîkê

Ji sala 1975an û vir ve Aland endamê Konseya Nordîk e ku ji dewletên Skandînavya û hin herêman pêk tê. Ji bilî Alandê, endamên vê konseyê Swêd, Norwêc, Fînland, Denmark, Greenland û Giravên Faroyê ne. Bi vê endambûnê, Aland bûye xwedî temsîlbûna navneteweyî ya vê rêxistina li bakurê Ewrûpayê. Ji bo endamtiya Alandê ya Yekitiya Ewrûpayê, di 1995’an de dengdayinek herêmî hatiye lidarxistin. Mafê Alandê heye hin peyman an xalên hin peymanên Yekitiya Ewrûpayê û yên navneteweyî bi mexseda parastina berjewendiyên xwe yên herêmî li nava sînorên xwe nemeşîne. Bo nimûne, peymana Yekitiya Gumrukê ya Yekîtîya Ewrûpayê li Alandê nayê meşandin. Ji damezrandina xweseriyê û vir ve, Aland bûye herêmeke demîlîtarîze. Fînland an welatekî din nikare li giravan navendên leşkerî ava bike û leşker li wir bi cî bike. Ji ber mafên berfireh, ji aliyê hin lêkolîneran ve otonomîya Alandê wekî “dewlet di nava dewletê de” tê pênasekirin.

Nivîs ji hejmara 5. a Kurdistanê hatîye wergirtin. 

Fotoyê sereke: Ala Giravên Alandê

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …