A.Rahman Çelîk
Wezîrê Karên Derve Ayman Safadî bı hempîşeyê xwe Hakan Fîdan re hevdîtînekê li dar xist.
Safadî li ser pirsa rojnamevanekî tirk dîtinên xwe yên di derbarê kurdên Rojava de wiha îfade kir:
“Elbet em mafê kurdan ê jiyanê yê li ser erdên wan tevlî mafên komên din nas dikin.”
Şandeyeke Urdunê bi mebesta danûstandina derbarê Sûrîyeyê de serdana Tirkîyeyê kir.
Wezîrê Karên Derve Ayman Safadî, Serkanê Giştî yê Artêşa Urdunê û serokê îstixbarata vî welatî di vê heyetê de cî girtin.
Hevdîtina Tirkîyeyê re di formata 3 bi 3 de pêk hat.
Li pêyî hevdîtinê, Ayman Safadî û Hakan Fîdan daxuyanî dan çapemeniyê.
Her çiqasî rojeva civînê wekî şerê Xezayê û Sûriye hatibû ragihandin jî, diyar e ku dewleta Tirk dixwaze li ser mijara Sûriyê û dijberiya Kurdan, hevkariya bi Urdinê re xurt bike.
Banga teslîmîyetê
Wezîrê tirk Fîdan îdîa kir, wan li ser gelek mijaran li hev kirine û wê hevkariya li ser Sûriyeyê xurtir bikin.
Fîdan gotinê anî ser Rojava û bi van gotinan banga teslîmîyeta YPGê kir:
“Em naxwazin Kurd ji rewşa nû îstifade bikin, bila çekan berdin û tevlî rêveberiya nû bibin.”
Fîdan di axaftina xwe de îşaret bi hevkarîya Urdunê ya li hemberê DAIŞê jî kir.
Herçî Safadî bû di daxuyanîya xwe de tevî alozîya li Sûrîyeyê qala meseleya Filistînê û polîtîkayên Îsraîlê kir.
Koçberên Sûrîyeyê
Safadî di axaftina xwe de cî da koçberên Sûrîyeyê jî bi van gotinan rêya vegerê nîşan da:
“Çi Sûrîyeyê li derveyî welat e, dema derfetê bibîne, lazim e vegere welatê xwe”.
Safadî li ser pirsa rojnamevanekî tirk dîtinên xwe yên di derbarê kurdên Rojava de wiha îfade kir:
“Elbet em mafê kurdan ê jiyanê yê li ser erdên wan tevlî mafên komên din nas dikin.”
Dîplomasîya Tirkîye-Urdunê
Ji meha çîrîya pêşîn (cotmeh) û vir ve di navbera Tirkîye û Urdunê de dîplomasîya li ser meseleya Sûriyeyê tê meşandin.
Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Ayman Safadî di 15’yê çîrîya pêşîn de serdana Tirkîyeyê kiribû.
Fîdan li Akabeyê bi Ayman Safadî re hevdîtinekê kiribû.
Hakan Fîdan jî di 14yê kanûna pêşîn de li bajarê Akabe yê Urdunê tevlî civîna li se Sûrîyeyê bûbû.
Paşê jî Ayman Safadî û Hakan Fîdan 23yê kanûna pêşîn de bi rêya telefonê axivîbûn.
Foto: Civîna çapemenîyê yê Ayman Safadî û Hakan Fîdan/Youtube