HRW hikûmeta Tirkiyeyê hişyar kir

 

 

 

Rêxistina Navnetewî ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) li ser komkujiyên AKP’ê li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî (HRW) nerazîbûn nîşanî polîtîkayên qetlîamkeriyê yên AKP’ê da û got, “Divê hikûmeta Tirk hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike.” Rêxistinê da xuyakirin ku di rojên dawî de veguhastineke mezin a leşkerî ber bi herêmê ve hatiye kirin.

‘Hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike’

Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê de hat ragihandin ku zêdeyî 100 welatiyên sivîl hatine kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûne û hat gotin, “Piştî veguhastineke zêde ya leşkerî ku beriya niha di vê astê de qet nehatibû kirin, li hin bajaran derketina derve hat qedexekirin. Hin taxên van bajaran bûne qada topbarana artêşê û şerê leşkeran ê li hemberî Kurdan. Pêwîste hikûmeta Tirkiyeyê hêzên xwe yên ewlekariyê dezgîn bike. Divê tavilê zêdegaviya di bikaranîna hêzê de bê bidawîkirin û bûyerên mirin û birîndarbûna mirovan ên di dema operasyonê de bên lêpirsîn. Eger a ku li hemberî nifûsa Kurdan tê kirin ji nedîtî ve were û bê nixumandin, wê nêrîneke giştî ya li Başûr-rojhilat piştrast bike. Mesele dema operasyonên polîs û leşkerî yên li hemberî komên çekdar ên Kurd be, hingî sînor-qanûn nayên naskirin.”

Jêder: ANHA

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …