Windabûna şensê siyasî yê maoîstên Nepalê

 

 

Subina Shrestha

Li Nepalê di hilbijartina ji bo meclîsê ya vê hefteyê de Kongreya Nepalê ku wekî “bapîrê demokrasiyê” dihat binavkirin, bû yekemîn. Partiya Komunîst a Nepalê-Marksîst Lenînîstê Yekgirtî (UML) li gorî encamên hilbijartinê bû duyemîn.

Maoîstên (UML) ku di hilbijartina 2008’an de bûbûn yekemîn, vê carê nekaribûn piraniya ji duyan sêyê meclîsê ku ji bo meşandina reforman pêwîst e, bi dest bixin. Piştî pevçûna di navbera partiyan de dest pê kir, meclîsa damezrîner bêyî ku li ser destûreke bingehîn a nû li hev bike, belav bû. Gelek kes ji bo vê têkçûnê maoîstan tawanbar kirin.

Li bendê hatiye sekinandin ku meclîsa nû hatiye hilbijartin destûreke nû binivîse lê gelek kes ji ber dirêjbûna pevçûna li ser encamên hilbijartinê bi fikar in ku wê ev yek pêkhatina destûreke bingehîn a demokratîk dereng bixe.

Di pênc salên derbasbûyî de maoîst kesên ku li dûv wan dimeşiyan jî bêhêvî kirin. Şervanên maoîst ên kevn, ji ber rêbaza entegrasyona artêja nû û dijberiya di nava partiyê de derketiye holê, ne dilxweş in. Nûçeyên di derbarê zêdebûna milkiyetê ya di destê lîdertîya partiyê de baş nayên pêşwazîkirin.

Lê derbeya dawî li hemberê desteka wan a ji bo federalîzma li ser “nasnameyê tê damezrandin” ku eyaletên nû yên federal bi komên marjînal ên etnîk re têkildar dikir, pêk hat. Mixalefet û medyaya ku dijminahiya wan dike, civakê hişyar kirin ku wê vê polîtîkayê bibe sebeba nakokiyên etnîk û neteweyê parçe bike. Maoîst di warê pêkanîna sozên xwe de bi ser neketin ku ev jî bû sebaba windakirina wan a hilbijartinê.

Temsîlkirina cihêrengiyê

Di nava rûniştvanên herî bi îmtîyaz ên bajêr de ku pevçûna deh sal dom kir jiyana wan neguherand, nostaljiya ji bo “rojên bi aştî yên kevn” kir ku hejmareke zêde deng ji RRP-Nepalê re biçe. Ev, partiyeke rastgir e ku daxwaza vegera monarşî û jinûvedamezrandina welat a wekî dewleteke hîndû dike.

Meclîsa Damezrîner ji 240 kursiyên ku bi awayekî dîrekt û 335 kursiyên ku bi awayekî temsîlkirina li gorî rêjeyê tên hilbijartin, pêk tê.

Di heman demê de di warê temsîla jin û dalitan de (yên xwedî îmtîyaz) paşveçûyîn derket holê. Di 2008’an de 30 jin bi awayekî dîrekt ketibûn meclîsê. Vê carê bi tenê 10 jin wê di parlamentoyê de ciyê xwe bigirin.

Libendemayina destûreke bingehîn

Li aliyekî din, Nepal li bendê ye ku bibîne gelo wê partî bikaribin ji bo nivîsandina destûreke bingehîn bixebitin an na. Kongreya Nepalê û UML ne xwedî tecrûbeyê ne ku bi awayekî xweş bi hev re bixebitin.

Wê partî pêşnûmaya ji % 80 hatiye nivîsandin qebûl bikin? Û ew ê bersivê bidin daxwazên partiyên dijber ku di nava wan de Maoîst û partiyên etnîk jî hene?

Digel ku hemû partî teahuda xwe ya ji bo federalîzmê îfade dikin, tirsa ku dibe ku partiyên sereke paş ve gav bavêjin, heye. Di vê nuqteyê de wisa xuya dike ku lihevkirin tekane opsiyon e ji bo kesên destûra bingehîn a Nepalê dinivîsin. Dibe ku ev şensê dawî yê xebateke rast a lîderên siyasî yên welat be.

————-

Ev nivîs di 29’ê Mijdarê de di malpera Aljazeera.com de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …