Di hilbijartina bakurê Kosowayê de namzetên sirb bi ser ketin

 

 

Tûra duyemîn a hilbijartina lokal a li Kosowayê di 1’ê Mijdarê de hat lidarxistin. Namzetên ji Însîyatîfa Medenî ya Sirp (GIS) ku ji aliyê hikumeta Sirbîstanê dihatin destekirin, di hilbijartinê de bi ser ketin. Ev serkeftin riya pêkanîna peymana ji bo damezrandina herêmeke xweser a li bakurê Kosowayê vekir. Komîsyona hilbijartinê diyar kir ku Ji % 41’ê hilbijêran beşdarê hilbijartinê bûne.  

Namzetên GIS’ê li çar şaredariyên li bakurê Kosowayê ku di nava wan de Mîtrovîcaya Bakur jî heye û piraniya nifûsê sirb pêk tînin, bi ser ketin. Heman lîste diyar kir ku ew li pênc şaredariyan li aliyên din ên welat ku sirb lê zêdene, bi ser ketine. Serokê GIS’ê Vladeta Kostic da xuyakirin ku “GIS li deh şaredariyên li Kosowa û Metohijayê ku xwedî piraniya sirb in, ji bilî Strpceyê, ji şeş şaredariyên li başûrê Çemê Ibarê pênc şaredarî qezenc kirine.”

Piştî hilbijartinê namzetê sirb Krstimir Pantic diyar kir ku ew li Kosovska Mitrovicayê ku wekî Mîtrovîcaya Bakur tê naskirin, bi ser ketiye. Li vî bajarê ku navenda herêma sirb a li bakurê Kosowayê ye, Pantic ji % 55.20’ê dengan wergirt. Namzetên GIS’ê di hilbijartina li şaredariyên Klokot, Partes û Ranilug ên li heman herêmê bi ser ketin. Di hilbijatina şaredariya Strpceyê ya li vê herêmê, namzetê Partiya Lîberal a Sirb (SLP) namzetê GIS’ê têk bir.

Li gorî peymana Brukselê ya di navbera Belgrad û Prîştîneyê de hat morkirin, piştî hilbijartinê wê ji şaredariyên ku sirp lê piranî ne herêmeke xweser bê damezrandin û statûyekê bê nivîsandin. Bi armanca meşandina vê peymanê divê nûnerên sirb û albanî bi Brukselê re têkiliyan çêbikin.

Hikumeta sirb, di pêvajoya vê hilbijartinê de bi daxuyaniyekê xwe israr kir ku divê li ser plana damezrandina Herêma Şaredariyên Sirb êdî nîqaş neyên kirin û divê selahiyeta di destê vê herêmê de berfireh be.

Tê payîn ku her çar şaredariyên li bakurê Kosowayê beşdarê vê herêmê xweser bibin. Lê şaredariyên sirb ên li aliyên din ên Kosowayê jî dema daxwaz bikin wê bikaribin beşdarê vê herêmê bibin.

Çavkanî: Nationalia, B92

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …