Welatiyên Triesteyê daxwaza statuya kevn dikin

Komeke welatî bi armanca carekê din Trieste statuya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bidest xistibû lê bê vegerandin, ketine navê tevgerê. Li gorî wan, heta bajarê Triesteyê ji Îtalyayê veneqete, ew ê nikaribe bigihîje dema xwe ya xweş a demên borî.

Çîroka Triesteya azad bi peymana aştiyê ya li Parîsê ya di 1947’an de dest pê dike. Bi vê peymanê, ji erdên bajêr du herêmên bi navê Herêma A û Herêma B tê çêkirin û herêma yekemîn dikeve bin kontrola hêzên mutefîk ên ku di şer de bi ser ketine û herêma duyemîn jî dikeve destê Yûgoslavyayê. Paşê, her du herêm bi navê Axa Azad a Triesteyê di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de wekî protektora tê qebûlkirin.
Di 1954’an de, her du dewletên bihêz ên herêmê vê peymanê îhlal kirin û bajêr di navbera xwe de par ve kirin. Bi peymana Osimoyê ya 1975’an ku di navbera Îtalya û Yûgoslavyayê de hatibû îmzekirin, kincekî hiqûqî li rewşa de facto hat kirin û bi vî awayî statuya serbixwe ya Triesteyê ji holê rabû. Herêma ku piraniya nifûsê ji îtalyanîxêfan pêk dihat ku navenda bajêr jî di nav de bû, bû parçeyekî Îtalyayê û herêma ku sloven lê zêde bûn, bû parçeyekî Yûgoslavyayê.

erda azad a trieste
Trieste ji Ewropayê dûr ket

Li navenda bajarê Triesteyê ya li aliyê Îtalyayê, bi armanca ku erdê di destê Îtalyayê de ji nû ve statuya kevn bi dest bixe, di sala 2011’an de Tevgera Triesteya Azad hatiye damezrandin. Endamên komeleyê bi tundî li hember peymana Osîmoyê derdikevin û dibêjin ku peyman ji kaxizekî ku li ser nivîs hatiye nivîsandin ne bi rûmettir e. Berpirsê komeleyê Stefano Ferluga diyar dike ku Îtalya bi awayekî îlegal serdestiya erda azad a bajêr ji holê rakiriye û li ser çavkaniyên xwezayî, çandî û aborî ya bajêr serdestiya xwe pêk aniye. Ferluga wiha diaxive: “Di dema Îtalyayê de Trieste hemû têkiliyên xwe yên bi Ewropaya navendî û ya rojhilat re winda kiriye. Di salên nebaş ên Perdeya Hesin’de jî ji vir trên diçûn Moskow, Belgrad û Stenbolê. Ferluga dibêje ku “îro ew nikare biçe Wiyanayê jî.” Ferluga pê de diçe û dide zanîn ku rêvebiriya Îtalyan wan ji deryayê jî dûr xistiye ku navê vê yekê ambargo ye û dide xuyakirin ku ji ber sûcê li hemberê hemû bajêr, divê rêvebirên îtalyan bên darizandin.

Endamên komeleya Erda Azad a Triesteyê bi armanca kişandina bala civakê, li bajêr çend meh berê dest bi xebatê kirin. Endam, di xebatên xwe de li hember peymana Osimoyê, xala 5’emîn a Beşa 10’emîn a Peymana Parîsê derdixin pêş. Çalakgerên ku xwe dispêrin vê xalê, didin xuyakirin ku bajarê wan ne mecbûre ku deynên hundir ên dewleta Îtalyayê bide. Xebata komeleyê di demeke kurt de balê kişand ser xwe û ji niha ve 7000 sempatîzanê wê çêbûne. Komeleyê ji alîgirên xwe daxwaz dike ku li bajêr hilbijartinan boykot bikin û bi vî awayî otorîteya dewleta îtalyan red bikin.

Li erda Triesteyê yê Yûgoslavya’ya kevn jî ku niha di bin destê Slovenyayê de ye, bi heman armancî hin welatî ketine nava tevgerê. Di daxwaznameya welatiyên ku dane rêvebiriya lokal a sloven, wiha hatiye nivîsandin: “Peymana Osimoyê bi tenê lihevkirina di navbera du dewletan a li ser erdekê ku ne ê wan de ye, hatiye îmzekirin.”

www.balcanicaucaso.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …