Îrlandaya Bakur heyeta Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir

Delegasyoneke Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) bi armanca pêşdebirina peymana hevkariyê ya di navbera her du aliyan de, çû serdana Îrlandaya Bakur.

Delegasyona di bin rêberiya Berpirsê Depatmana Têkiliyên Derve Felah Mistefa’de, di 27’Tebaxê de li Belfastê ji aliyê Wezîra Bazirganiyê ya Îrlandaya Bakur ve Arlen Foster ve hat pêşwazîkirin. Di delegasyona kurd de burokratên hin wezaretan hikumeta herêmî, nûnerê HHK yê Brîtanyayê û hin rêvebirên Odeya Bazirganî û Endustriyê ya Kurdistanê jî ciyê xwe girtin.

Delegasyona kurd û wezîr û nûnerên saziyên cihêreng ên Îrlandayê, bi armanca meşandina memorandûma famkirinê ya ku sala borî di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin, roja 27’Tebaxê civînekê pêk anîn. Memorandûma navborî, hevkariya di qadên çandinî, turîzm, perwerdeya bilind, bazirganî, razemenî û hîndekariya polêsan de teşwîq dike. Di civînê de hat livehkirin ku sektora avahîsaziyê jî di peymanê de cî bigire û ji bo nirxandina pêşveçûyinan, civîna bê li Hewlerê bê lidarxistin.

Wezîra îrlandî Arlen Foster di civînê de xêrhatina delegasyona kurd kir û wiha axivî: “Ez vê civînê wekî nîşandayina baweriyê bi pêşeroja Kurdistanê dibînim. Ez bawer dikim ku tecrûbe û şarezahiyên me yên li Îrlandaya Bakur ji bo pêdiviyên Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê kêrhatî ne. Di heman demê de ez bawer dikim ku bi riya xebata bi hev re, em ê di warê armanca hevpar a pêşdebirina aboriya her du aliyan de bi ser bikevin.”
Berpirsê delegasyona kurd Felah Mistefa jî got ku ji ber dîtina partnereke wekî Îrlandaya Bakur ew dilxweş in û gotinên xwe wiha domand: “Em ji dostaniya xwe ya heta niha me ava kir bawer dikin û gelek tiştên ku em ji Îrlandaya Bakur fêr bibin hene. Me armanca serfiraziyê û peydakirina pêşerojeke baştir ji bo gelê re daye ber xwe. Ji bo pêkanîna vê, pêdiviya me bi hevpariya civaka navneteweyî heye û ji Îrlandaya Bakur çêtir hevparekî din tune ye.”

Di demên derbasbûyî de di navbera Kurdistanê û Îrlandaya Bakur de heyetên bazirganî û yên hikumetan çûbûn û hatibûn. Di 5’ê Sibata 2013’an de Serokê HHK’ê Mesût Barzanî çûbû serdana Îrlandaya Bakur û bi rêvebirên herêmê re hevdîtinan pêk anî bû.

Çavkanî:
http://dfr.krg.org/

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …