Daristana qebîleya Awa hat rizgarkirin

 

 

Kampanyaya Survival International a ji bo rizgarkirina qebîleyeke li Brezîlyayê ku hebûna wê ji aliyê xebata darvanan dihat tehdîtkirin, bi ser ket. Di encama kampanyayê de darvan çekdar ên li daristana qebîleya Awa ya li herêma Amazonê, paş ve vekişiyan.

Di encama kampanyaya aktîf a rêxistina Survival Internationalê, Hikumeta Brezîlyayê ji bo vekişîna koma navborî 24’ê Sibatê wekî dema dawî îlan kiribû. Nêzîkî bidawîbûna vê demê, departmana karê xweciyan a Brezîlyayê FUNAI da xuyakirin ku gelek darvan herêmê terk kirine û yên mayî jî diyar kirine ku ew ê heta 9’ê Adarê ji herêmê vekişin.

Kampanyaya rizgarkirina Awa di Nîsana 2012’an de hatibû destpêkirin û di encama kampanyayê de Brezîlya mecbûr ma bû ku bi armanca qewirandina komên çekdar, di destpeka 2014’an de 200 polîs û karmendên hikumetê bişîne daristana Awa.

Di pêvajoya meşandina kampanyayê de Wezareta Edaletê ya Brezîlyayê 56,000 mesaj ji alîgirên Survival Internationalê wergirtibûn ku di nava xwediyê van mesajan de lîstikvana Hollywoodê Colin Firth, dîzaynkarê modayê Vivienne Westwood û fotografkêşê brezîlyayî Sebastiao Salgado jî hebûn.

awa_brezilya

Komîsyona Mafên Mirovan a Nav-Amerîkayê ku rêxistina herî bilind a mafên mirovan a li herdu parzemînên Amerîkayê ye, ji Brezîlyayê daxwaz kiribû ku di derbarê mijara Awayê de agahî bide wê.

Di derbarê vê kampanyayê de Gerînendeyê Survival Internationalê Stephen Corry wiha axivî: “Bêyî kampanyaya Survivalê û bi hezaran alîgirên li seranserê cîhanê ku ji bo astengkirina tunekirina qebîleya herî di xetereyê de ya li cîhanê, Operasyona Awayê ti carî pêk nedihat. Kampanyayên 40 salan ên ji bo mafên qebîle û eşîran nîşanî me dide ku tekane hêza bi tesîr ku bikaribe guherîneke rastîn bi xwe re bîne, nêrîna raya giştî ye.

Awa li Brezîlyayê yek ji qebîleya koçber a nêçirvan a dawî ye ku bi tevahî girêdayê nêçira li daristanê ye. Lê heta niha ji sêyan yekê daristana qebîleyê ji aliyê darvan çekdar hatiye tunekirin.

Çavkanî: Survivalinternational.org

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …