Zimanê ûkraynî vedijê

 

 

 

Piştî serhildana kêmara rûs a li rojhilatê welat, civaka Ûkraynayê hêdî hêdî dev ji zimanê rûsî berdide û dest bi axaftina ûkraynî dike. Di demên dawî de meseleya ziman bi vê pêkenokê tê baş tê vegotin: “Ez niha ditirsim ku bi rûsî biaixivim, ji ber ku belkî Pûtîn bixwaze min biparêze.” Pûtîn bi rengekî eşkere dabû xuyakirin ku rûsîaxêvên li Ûkraynayê di bin xetereya midaxaleya hikumeta Kîewê de ne.

Niha gelek rûsîaxêvên ku piranî li rojhilatê welat û li bajarên nezin dijîn, li zimanê ûkraynî vedigerin û bi vî zimanî diaxivin. Li van herêman torên civakî ên axêverên rûsî yên bi armanca pêşxistina zimanê ûkraynî di malbatê de, tên damezrandin. Bi van hewldanan cara pêşiyê axaftina ûkraynî ne wekî îşareteke lipaşmayinê lê wekî mode tê hesibandin.

Li bajarên  Dnipropetrovsk, Zaporizhzhia, Kharkiv, Kramatorsk û Odessayê ku bi giranî zimanê rûsî diaxivin, kursên belaş ên zimanê ûkraynî li her koşeyê tên vekirin. Di heman demê de di çapemeniya welat de jî bikarnanîna zimanê ûkraynî zêde dibe lê hin jî rojnameyên xwedî tîrajên mezin bi rûsî tên weşandin. Lewma piranî medyaya civakî û înternetê wekî amûrên ûkraynayîbûyînê tên bikaranîn.

Di van salên dawî de di warê bikaranîna ziman a di perwerdeyê de jî gav tên avêtin. Di dawiya salên Sovyetê de bi tenê ji % 47’ê dibistanên li welat perwerdeya bi zimanê ûkraynî dihat dayîn. Vê rejeyê di 2004’an de bûye ji % 74 û di 2013’an de bûye ji % 86.

Li gorî daneyên dawî yên 2015’an ji % 60’ê welatî diyar kirine ku ew di hemû jiyana xwe ya rojane de bi ûkraynî diaxivin. Bikaranîna vî zimanî bi taybetî di nava nifşê ciwan û çîna navîn de zêdetir e. Vejîna zimanê ûkraynî  yek ji encamên şerê Ûkrayna-Rûsyayê ya li rojhilatê welat pêk tê ye û di van mercan de ûkraynî êdî dibe semboleke neteweyî.

Jêder: foreignpolicy.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …