Tirkî heye lê kurdî tune ye

“Malpera Demirtaş bi 4 zimanen e. Welatî ji şerq û xerbê cîhanê dikarin bi tirkî, îngilîzî, almanî û fransî şîrove û nêrînên xwe ji bo Demirtaş bişînin. Lê tiştê balkêş ev e: Zimanê kurdî di malpera wî de nîne.”

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş  ji bo pêşniyazan ji welatiyan bizanibe, malperekê vekir.

Malper bi tirkî, îngilîzî, almanî û fransî hate amadekirin.

Welatî wê bikaribin bi her çar zimanan pêşniyazên xwe binivîsin.

Lê belê di malperê de rûpela kurdî cî negirt.

Selahattin Demirtaş,  di 2’yê çileyê de li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî:

 

“Hûn dikarin pêşniyazên xwe binivîsînin. Kesên dixwazin bi berfirehî binivîsînin jî bila ji vir binivîsînin: https://demirtasinfo.com/tr/mesaj-gonder. Dê hemû nêrînên we ji aliyê parêzerên min ve bo min bêne gihandin û bila gumana we nebe, ku ez ê bi baldarî binirxînim. Em destpê dikin, qewet be. Bila serfirazî para me be.

Tunebûna rûpela kurdî ya di malpera Demirtaş de di nava raya giştî ya kurd de rastî rexneyên berfireh hat.

Di medyaya sosyal de, bi taybetî jî li ser twitterê de gelek parvekirinên li dijî vê tunebûna rûpela kurdî hatin kirin.

Televîzyonên başûr Rûdaw û Kurdistan 24 helwesta Demirtaş a ji bo zimanê kurdî xistin rojevê û li ser mijarê nûçeyan çêkirin.

Di nûçeya Kurdistan 24 de pêşkêşvan Iman Derbas li ser meseleyê wiha axivî:

“Malpera Demirtaş bi 4 zimanen e. Welatî ji şerq û xerbê cîhanê dikarin bi tirkî, îngilîzî, almanî û fransî şîrove û nêrînên xwe ji bo Demirtaş bişînin. Lê tiştê balkêş ev e: Zimanê kurdî di malpera wî de nîne.”

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …