Ti sebebeke ku heq bide şîdeta dewletê tune ye

 

 

Erîşeke bombeyî û bi kêr dema ku Serokê Çînê Xi Jinping hefteya borî çû serdana herêma Ûygûr, li paytexta herêmê pêk hat. Medyaya dewletê ya Çînê got ku du êrîşkar rêwiyan dane ber kêran, li derveyê stasyona herî mezin ê bajêr bombeyan bi cî kirine û tevlî xwe, kesekî din kuştine û 79 kesî birîndar kirine. Medyaya fermî di derbarê bûyerê de kêm agahî da û wê wekî êrîşeke terorîstê ya ku ji aliyê tundrewên olî hatiye pekanîn bi nav kir. Rabîa Kadîr ku serokê Kongreya Ûygûr a Cîhanê ye, di 2’ê Gulanê de ji serwîsa RFA (Radyoya Asyaya Azad) re axivî.

Di derbarê teqîna li stasyona trênê ya Ûrûmçiyê hûn dixwazin kîjan mesajê bidin?

Rebiya Kadîr: Beriya her tiştî, ez dixwazim ji bo kesên bêguneh ên hatine kuştin xemgîniya xwe bînim ziman. Ez di heman demê de bang li hikumeta Çînê dikim ku bi tevahî berpirsiya têkçûna siyaseta xwe ya bê wijdan ku dibe sebeba vê encama trajîk, qebûl bike. Ez ji civaka navneteweyî daxwaz dikim ku li koka sebebên ku vê bûyerê derxistiye holê binêre…Ez ji civaka navneteweyî daxwaz dikim ku di derbarê vê bûyerê de vekolîneke ku rastiyan derxe holê, veke.

Hûn ji bo gelê ûygûr ku din ava wan de kesên bi riyên cuda li dijî hikumeta Çînê mixalefetê dikin hene re (bi riya Kongreya Ûygûr a Cîhanê) û ji kesên ku dibe ku destekê didin kom an kesên tundrew re çi bêjin?

R.K: Bûyer di nava welatê de me pêk hat lê di warê parastina mafên wan ên mirov de, amûrên me yên ji bo ragihandin, bandorkirin an pêkanîna alîkariyê ji bo ûygûran tune ne. Niha bi tenê dengeke me yê azad a li derveyê welat ku ew jî Radyoya Asyaya Azad e, heye. Heta xwegîhandina ji bo vê radyoyê pir zêde hatiye bisînorkirin. Weşanên nû yên fermî û nîv-fermî ku bi zimanê ûygûr weşanê dikin, bi tevahî di bin kontrola hikumeta Çînê de ne. Lewma bi tenê em ne ji ûygûrên li hundirê welat lê yên li derveyê welat re rêberiyê dikin.

Tiştê ku me heta niha kiriye û tiştê ku em ê wê bidomînin ragihandina mesaja ji civaka navneteweyî ya di derbarê rewşa xerab a gelê ûygûr de, bi awayekî nêzîk şopandina pêşketinên li herêmê û bi awayekî ku ew li me guhdarî dike an na azad pêşniyaz û tawsiyeyên ji hikumeta Çînê re ye. Hikumeta Çînê bi armanca ku mafên xwe bi awayekî aştiyane bikarbînin, divê qadeke hiqûqî, siyasî, civakî, olî û çandî ji bo gelê ûygûr ava bike û ji bo êş û maxduriyetên wan, bi çareseriyên ku dikarin pêdiviyên wan ên bingehîn peyde bikin bersivê bidin.

urumchi

Di derbarê failê vê bûyerê de hûn ê çi bêjin?

R.K: Kesên ku vê bûyerê pêk anîne du kom in; a yekemîn kesên li ber çav in; a din ku vê bûyerê daye kirin e. Kujerên rastîn kesên ku vê bûyerê dane kirine. Û ev jî hikumeta Xi Jinping, kesên rastîn ku li paş perdeyê terorê pêk tîne ne.

Kesên ku ji vê krîza heyî feydeyê dibînin ne ûygûr û gelê çînî yê jirêzê ne lê qaşo “rêxistinên ewlekariyê ne”. Bi ya min, dema hem gelên çînî hem jî yê ûygûr vê fam bikin, wê ev yek bibe gaveke girîng a jihevfamkrina di navbera her du gelan de.

We “lîstikvanên rastîn ên veşartî” şermezar kir. Lê hûn ê di derbarê kesên vê bûyerê pêk anîne de çi bêjin?

R.K: Wekî parazvanekî mafên mirov ez naxwazim li ti ciyekî û ti demê de têkiliya ûygûran bi tevgereke terorîstî an şîdetê re hebe. Digel ku ew komeke etnîk in û maxdûrê şîdetê ne, ez li dijî şîdetê me. Ez bangî ûygûran ku çek û hêviyên wan tune ne nakim ku şîdetê qebûl bikin. Ev rê dibe sebebêb encamên neyênî.

Lê…rastî ev e ku dema ciwanên ûygûr bi awayekî aştiyane di 5’ê Tîrmeha 2009’an meşiyan û rastî êrîşa bi çekan a hêzên Çînê hatin, min nekarîbû tiştekî bikirana. Dema sala borî ciwanên ûygûr êrîşê navendên polîsan kirin, bêyî ku ji bo girtina wan hewldan bên kirin û di dadgehê de bên darizandin, hemû hatin kuştin. Sala borî helîkopter bombe avêtin nav ciwanên ku li navçeya Kargîlîk bi awayekî aşytiyane îbadetê dikirin. Û di van hemû deman de min nekarîbû tiştekî bikirana.

Eger îro hin kes ji min bipirsiyana “ez êdî nekarim tehamûla zilmê bikim, gelo ez çi bikim?” bersiveke min ji wan re tune ye. Lewma di vê dema taybet de ez nekarim kesên ku beşdarê van bûyeran dibin şermezar bikim. Ji bo ez wan şermezar bikim, divê ez bikaribim çareseriyeke baştir ji bo eşên wan pêşkêş bikim. Di dewsa vê de, ez dikarim bi tenê xemgîniya xwe ji bo kesên hatine kuştin û birîndarkirin ku di nava wan de faîl jî hene, îfade bikim.

Hikumeta Çînê vê bûyerê wekî kiryareke terorîstî bi nav kir. Di vî warî de pozîsyona we çiye?

R.K: Beriya her tiştî, bi ya min, hikumeta Çînê ku bi awayekî demokratîk nehatiye hilbijartin ne xwedî otorîteya ehlaqî ya tawanbarkirina kesên din a ji bo bikaranîna şîdetê ye. Hikumeteke ku li ser welatiyên xwe zilmê dimeşîne û bi riya amûrên şîdetê li ser kar dimîne nekare kesên din bi terorîzmê tawanbar bike.

Hikumeta komunîst ku di 4’ê Hezîrana 1989’an ji bo kuştina welatiyên xwe tankan şand, ne xwedî heza darizandina kesên din e. Bûyera stasyona trênê ya Ûrûmçiyê teqez bûyereke trajîk e lê divê mirov li bûyerên kevn ên wekî 28’ê Adara 1959’an dema ku Dalay Lama li Tîbetê ji îktîdarê hat xistin û bûyera di 5’ê Tîrmehê de li Ûrûmçiyê pêk hat, bi bîr bîne. Kurtedemek berê Radyoya Asyaya Azad windakirina 37 kesên piştî serhildana 5’ê Tîrmehê ya li Ûrûmçiyê derxist holê.

Bi nêrîna we, sala borî sebeba li paş zêdebûna têkoşîna ku şîdetê bi kar danî ya li herêma Ûygûr çiye?

R.K: Bi hezaran faktor li paş vê hene. Wekî mînak, polîtîkayên dewletê yên ne tenê girtina kesên mixalefetê dikin lê kesen ku li gorî dewletê problemeke potansiyel in, qedexekirina belavbûna agahiyên di derbarê qedera bi sedan kesên ji aliyê polîs ve hatin girtin û piştî serhildanên 5’ê Tîrmehê winda bûn, qaşo “perwerdeya duzimanî” ya li dibistanen ûygûr ku di pratîkê de bi tene zimanê çînî ferz dike û dixwaze çanda ûygûr tune bike. Bidestxistina erdên cotkarên ûygûr ji aliyê şîrketên dewleta Çînê û jinûvebicîkirina cotkaran.

Xi Jinping banga zêdekirina dij-êrîşê kir. Wê vê bûyerê di pêşerojê de bandoreke çawa li ser ûygûran bike?

R.K: Ji dema dagirkirina Tirkîstana Rojhilat û vir ve, Çîn bi tenê zilma xwe ya li ser ûygûran zêde kiriye. Ti carî zilma xwe kêm nekiriye. Tekane cudahî ev e ku di paşerojê de wê li hember civaka navneteweyî bi awayekî veşartî vê dikir lê niha bi tevahî eşkere dike.

Ez ditirsim ku wê bandora herî mezin ê vê bûyerê li ser têkiliyên di navbera etnîsîteyan de (ûygûr û çîniyên Han) be û bêaramiya di navbera wan de ewqas mezin bibe ku êdî têkilî nekaribin bibin wekî berê.

Tiştekî taybet ê di derbarê vê bûyerê de heye ku hûn ji civaka navneteweyî re ragihînin?

R.K: Di cîhana îro de sloganeke bi berfirehî tê bikaranîn heye,”Ti sebebeke ku heq bide terorê tune ye.” Ev pir baş e lê ne konkret e (şênber). Di dewsa vê de divê slogan wiha bûna: “Ti sebebeke ku di nava wê de berjewendiyên dewletê, yekitiya dewletê, pêkanîna ewlekariyê (ya dem dirêj) jî hene ku heq dide şîdetê, tune ye.” Sebebeke ku ji bo kuştinên welatiyan wê,  jenosîda kêmara wê ya etnîk  an legalbûna terorê ya ji aliyê dewletê ve biheq derxe bên bikaranîn, tuneye.” Eger yekalî be û li dijî kesên bêhêz di lehê kesên bihêz de be, ti îktîdar wê nebe xwediyê meşrûiyeteke dirêj.

————–

Di 05.05.2014’an de di Rfa.org’de hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …