Donetsk û Luhanskê ji bo xwerêvebirinê deng dan

 

 

Welatiyên Donetsk û Luhanskê yên li rojhilatê Ûkraynayê digel hemû hişyariyên dewletê, ji bo diyarkirina statuya xwe referandûmekê li dar xistin. Di referandûma ku 11’ê Gulanê de hat lidarxistin de ji % 90’ê beşdarên referandûmê yên li her du herêman di lehê xwerêvebirineke berfireh de dengên xwe bi kar anîn.

Berpirsê Komîteya Hilbijartinê ya Luhanksê Alexander Malykhin di derbarê encamên referandûmê de van agahiyan da: “Ji vê sibehê û vir ve dengên di 28 komîteyên li aliyên cuda yên erdên Luhanskê hatin hilbijartin û niha em li bendê ku statîstîkên ji komîteyen din ên ji herêmên rewşa wan dijwar yên ku welatî rastî astengiyên hêzên ewlekariyê yên Ûkraynayê hatine, bigihîjin destên me. Lê gorî daneyên bingehîn ji % 94 heta 98’ê hilbijêran ji bo serxwebûna Komara Gel a Luhanskê deng dane.” Herwiha, hat ragihandin ku li erdên girêdayî Luganskê rêjeya beşdariya hilibjartinê ji % 79 û li navenda bajêr ji % 76’e.

Berpirsê Komîteya Hilbijartinê ya Navendî ya Donetskê Roman Lyasin jî da xuyakirin ku li herêmê ji 89.7’ê hilbijêran destekê dane serxwebûna herêmê. Lyasin got ku beriya ku dengdayîn li hin cîyan bê betalkirin beşdarî gihîştiye ji % 77.8’an. Lyasin wiha axivî: “Jimartina dengan bi awayekî mirov şaşwaz dibû  gelek hêsan bû. Jimara kesên ku gotibûn ‘na’ gelek kêm bû û bi tenê rêjeyeke pir kêm ê dengên şaş hatibûn bikaranîn hebûn. Lewma me pir bi lez dengan jimart.”

Li ser midaxeleya hêzên Ûkraynayê, dengdayina li bajarê Krasnoarmiisê ya li bakurêrojhiolatê Donetskê hat betalkirin. Di êrîş û dorpêçkirina hêzên ûkraynî ya navenda dengdayinê de kesekî hat kuştin û çend kes hatin birîndarkirin.

Komîteyên gel ên li Donetsk û Luhanskê ku piraniya nifûsa wan ji welatiyên rûsîaxêf pêk tên, bi armanca diyarkirina qedera xwe, çend roj berê biryara lidarxistina referandûmê dabûn. Di referandûma li Donetskê de ji welatiyan pirsa “hûn dixwazin Donetsk bibe federasyon” hat kirin û ji bo vê, bersivên “erê” û “na” ji welatiyan re hat pêşkêşkirin.

Çavkanî: Rt.com / En.ria.ru

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …