Tevgera Karkerên Bêerd a Brezîlyayê têkoşîn û hêviyê dike global

 

 

Lîderên Tevgera Karkerên Bêerd (MST) ên Brezîlyayê ji destpêka 2011’an û vir ve ku ew hatibû ser kar, hewl dan ku bi Seroka Brezîlyayê Dilma Rousseff re hevdîtinekê pêk bînin.

Dilma sê sal hevdîtina vi wan re red kir. Lê di 12 Sibata îsal de 15,000 aktîvîstên MST’ê li paytexta Brezîlyayê dest bi meşê kirin û li ber seraya serokatiyê meşa xwe bi dawî kirin.

Meş di dema kongreya neteweyî ya MST’ê de ku bûyereke qasî hefteyeke dajo û ji pênc salan carekê tê lidarxistin, pêk hat. Tevger îsal 30’yemîn salvegera xwe pîroz kir û nêzîkî ji 16,000 rêxistinên MST’ê 1.5 milyon endam beşdarê pîrozbahiyê bûn. Ez li ser navê Tevgera Pêşketina Cîhanê (WDM) ku di Nîsanê de li dijî rola hikumeta brîtanî ya ji bo alîkariya şîrketên ku çandiniya Afrîkayê bi dest dixin di Nîsanê de kampanyayeke nû dabû destpêkirin, beşdarê kongreyê bûm.

Kongre bi armanca pîrozkirina serfiraziya wan a wekî tevgerekê û erdên ku ji aliyê bi sedhezaran malbatan hatibû bidestxistin, şansekê bû. Kongre di heman demê de ciyê ku destpêkirina stratejiyeke polîtîk a nû ya MST’ê bû.

mst

Di salên pêşiyê yên MST’ê de rêxistin li ser demokratîkirina xwedîtiya erdan a ji bo gundiyan disekinî. Lê ji salên 1990’an û vir ve hêza sermayeya fînansê ya navneteweyî xurtir bû û bû hêzeke diyarker a çandiniyê.

Di deh salên derbasbûyî de MST bi êrîşên giran re rû bi rû ma: di Çileya 2013’an de du lîderên MST’ê li Rio de Janeiroyê hatin kuştin. Di 2004’an de xwediyekî bi hezaran donim erdan ê li Brezîlyayê pênc karkerên çandiniyê yên bêerd kuşt û dozdehê din jî birîndar kir ku van hemû kesan parçeyeke erdekî nebiber dagir kiribûn.

Joao Pedro Stedile ku yek ji damezrînerê MST’ê ye têkiliyên bi xwediyên erdan, şîrketên navneteweyî û medyaya mezin re dimeşîne. Stedile ku di heman demê de bi darazê û Kongreya Brezîlyayê re jî dixebite, bawer dike ku van hemû hêzan ji bo pêknehatina reforma çandiniyê li ser tevgerê zextan dimeşînin.Bi xurtbûna heza sermayeya fînansê ya navneteweyî teşebusên mezin ên agro-kar (çandinî û sektora kar) bûye modela ‘çînên rêvebir’.

Agro-kar dest datîne ser erdan û wan dixe destê çend şîrketan û herwiha modeleke çandiniyê ya nejiyanbar teşwîq dike. Ji ber vê yekê, MST li dijî vê derdikeve û bi modeleke çandiniyê ya nû ku li ser ekolojiya çandiniyê, hevkarî û tîfaqa çîna karker hatiye bicîkirin, ‘reformeke çandiniyê ya gel’ dixwaze.

Bandora siyasî ya kongreyê

Digel girîngiya siyasî ya hevdîtina bi Dilma re, MST bawer dike ku tekane tiştê ku dikare guherîneke rastîn pêk bîne têkoşîna girseyî ya li dijî agro-kar û hêza sermayeya fînansê ye. Gelek tişt hene ku aktîvîst bikaribin ji MST’ê fêr bibin û bi piştgiriyê em dikarin gelek tiştan bikin lê mesaja girîng a ji bo hevkarên navneteweyî ev e ku riya herî baş a destekirina têkoşîna MST’ê şerkirina li dijî agro-kar û hêzên kapîtalîst ên li welatê me bi cî bûne ye. Wekî ku Hevalên MST’ê dibêjin ‘Têkoşînê bikin global! Hêviyê bikin global!’

—————

Gotara ku ji aliyê Sarah Reader hatiye nivîsandin, di 25.02.2014’an de di malpera Newint.org’de hatiye weşandin. Gotar ji îngilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …