Têkoşeriya bo zimên

 

 

sami2Di vê nivîsara xwe de min divê ez li ser aliyê hişmendiyê yê têkoşîna parastin û bipêşvebirina zimên çend tiştan bibêjim. Di zimanzaniyê de ev qad wekî “têkoşeriya bo zimên (language activism)” tê binavkirin. Teveka xebatên parastin, bipêşvebirin û vejiyandina zimanekî dikevin qada têkoşeriya bo zimên. Ji bo vê têkoşeriyê jî hişmendiyeke taybet divê. Di salên destpêkê de, di xebatên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî de têkoşîna li dijî polîtîkayên pişaftinê û pêkanîna hişmendiya parastin û pêşvebirina zimanê kurdî mijareke sereke bû.

Di pergala rêxistinî ya TZPKurdî de sê komîsyonên bingehîn hebûn; komîsyona hişmendiyê, komîsyona perwerdehiyê û komîsyona aborî. Piştre komîsyona perwerdehiyê wekî meclisekê hate birêxistinkirin, komîsyonên wê hatin avakirin. Hewldanên ji bo avakirina meclisa hişmendiyê jî hebûn. Lê belê tevî hemû hewldanan jî xebatên hişmendiyê zêde bi pêş neketin. Ji ber ku xebatkarên qada ziman bi xwe ne xwediyê hişmendî û helwesteke xurt û zelal bûn. Cihê têkoşeriya bo ziman di nav têkoşîna giştî de ne diyar bû, rist û peywira ku ji bo vê qadê hatibû destnîşankirin, ji bo avakirina tevgereke girseyî û raperîneke civakî bû. Xebatkarên qadê bi xwe jî ji bo tiştekî wiha ne amade bûn. Lewma jî tu caran qada hişmendî û têkoşeriyê bi pêş neket. Bi tenê di asta hinek meş û xwepêşandanan de ma.

Jixwe gava ku mirov bala xwe bide dirûşmên ji bo zimanê kurdî jî mirov vê yekê bi awayekî zelal dibîne. Bi salan e di hemû çalakiyan de bi tenê çend dirûşm têne berzkirin. Xebatên hişmendiyê bi awayekî zanistî nehatin nirxandin, li qadê xebatên zimanzaniya civakî nehatin kirin. Di gel çend komxebat û konferansan jî li gorî biryar û encamên wan jî tu xebat nehatin kirin. Xebat bi hişmendiyeke qels, bi awayekî ketûber, li ser zanîn û pêzanînên ku ji bav û kalan mane xebat hatin kirin. Her wiha qada ziman di nav têkoşîna azadiya gelê kurd de ji xwe re cihek çênekir, nebû xwedan şexsiyet, kadroyên xwe negihandin, her tim di bin siya siyaseta rojane de ma. Kadroyên wê ji bilî gilî û gazinan, ji bilî girî û hêstiran tiştek neafirand. Ji ber vê yekê jî xebat ji asteke marjînal derbas nebûn. Ji ber ku kadroyên qadê hêvî tê de nedîtin, her yekî/ê berê xwe da aliyekî cuda.

Her wiha xebata heyî jî rengekî teng û hiyerarşîk wergirt. Lewma jî hinek kadroyên qada zimên ketin nav siyaseta giştî, hinek çûn li mala xwe rûniştin, hinekan jî berê xwe da nav xebatên ku dewletê dane destpêkirin. Di dawiyê ji bilî çend komeleyên ku kursên zimên didin, li holê tiştek nema. Sedema bingehîn a bipêşneketina xebata ziman, qelsî û kêmasiya di warê hişmendiyê de ye. Rewşa zimanê kurdî, helwesta kurdan a li hemberî kurdî, bandora îdeolojiya asîmîlasyonîst a dagirkeran, di vî warî de şikestekên ku gel û civakê xwarine, baş nehatine fehmkirin. Kurd li bakurê Kurdistanê di warê zimên de têkçûyî û derbexwarî ne. Polîtîkayên pişaftinê di warê îdeolojîk de encamên girîng bi dest xistine. Bandora îdeolojiya asîmîlasyonîst li ser teveka civakê, herî zêde jî li ser kesên xwende çêbûye.

Bi gundên ku bi darê zorê hatine valakirin re, stargehên dawîn ên kurdî jî xistine destê dagirkeran, her wiha bi riya dibistan û televîzyonan êdî derfeta jiyanê ji zimanê kurdî re nehatiye hiştin. Hişmendiya ku tirkî wekî zimanê pêşketin û dewlemendiyê, kurdî wekî nîşaneya xizanî û nezaniyê dibîne, di mêjiyê gelek kurdan de hatiye raçandin. Kesên ku herî zêde kartêkirina vê bîr û baweriyê li ser wan heye, siyasetmedarên me ne. Helwesta ku zimanê tirkî wekî “zimanê hevpar” bi nav dike, vê yekê bi awayekî zelal li ber çavan radixe. Nexwe ji bo têkoşeriyeke rast û durist divê pêşî giraniya xebatên zimên bikeve ser warê hişmendiyê. Heta ku aliyê hişmendiyê xurt nebe, têkoşîna zimanê kurdî jî bi pêş nakeve.

Samî TAN

Azadiya Welat – 25.06.2015

 

About infowelat.com

Check Also

Mirina zimanekî

Avreş Jiyan Wê di cih da be, heger em bibêjin, tevgerê hemû argûmanên zimanî, çandî …