Pêdiviya saziyeke ziman

 

 

Li cîhanê ji bo parastina ziman gelek rêbaz hatine ceribandin. Yek ji rêbaza herî zêde tê naskirin damezrandina tevgereke ziman e. Tevgerên ziman ên kêm zêde xwedî strûktûrekî rêxistinî ji dawiya sedsala 19. heta dawiya sedsala 20. bi giranî li çend welatên li rojavayê Ewropayê derketine holê. Van tevgeran di xebatên ziman de zindîbûn û dînamîzmekê pêk anîne, li ser bingeha sivîl civakê ji bo ziman xistine nava hereketê.

Dema meseleya neteweyî ya ku ziman jî parçeyeke wê ye bi rengekî (serxwebûn, xweseriya siyasî an çandî, meşandina perwerdeyê bi zimanê dayikê hwd.) hatine çareserkirin, tevgerên ziman jî êdî bi giranî mîsyona xwe bi dawî kirine û gav bi gav ji holê rabûne. Di dema me de rêbazên berê yên parastina ziman (rêxistinên bi hêz û hiyerarşiya rêxistinî) êdî zêde nayên bikaranîn û konsepta parastina ziman adapteyê van mercên heyî dibe. Gelo ji bo meseleya parastina kurdî mirov dikare çi bêje? Ji bo kurdî xebateke çawa mirov bide destpêkirin ku mirov bikaribe encaman bigire?

Tevgera Zimanê Kurdî (TZP)

Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP) li gorî modela klasîk a ewropî hat damezrandin. Bêyî ku argumanên îdeolojîk a ji bo parastina ziman baş bên avakirin û li ser modela rêxistin û meşandina xebatê ya herî kêrhatî lêgerîn bê kirin, tevger hebûna xwe îlan kir. Di demeke kurt de li gelek bajaran şaxên tevgerê hatin damezrandin, rêvebiriyên hemû şaxan hatin diyarkirin û qursên ziman dest pê kirin. Bi çalakiyên mezin ên ziman ku di 2008’an ji aliyê DTP’ê ve hatin organîzekirin jî fikreke şaş a herwekî ku tevger êdî bûye girseyî derket holê. Lê kurtedemek şûn de hat famkirin ku ev ne wiha ye û ji ber gelek sebebên ku em li vir nikarin yek bi yek bêjin, tevger ti carî di nava civaka kurd de nebû xwedî hebûn û prestîjekê.

Saziyeke nû: Konseya ziman

Êdi piştî deh salan derketiye holê ku bi rêxistineke wiha û rêbazên me yên heyî zimanê kurdî nikare bê parastin. Divê hemû sazî (Kurdî-der, enstîtu hwd.) bi serê xwe xebatên xwe dom bikin lê di bin banê saziyeke ziman de bên temsîlkirin. Ev sazî jî dikare konseya ziman me. Pêşniyazên min ên ji bo vê konseyê bi giranî dişebe strûktûr û xebata Konseya Sosyal a Zimanê Baskî (Kontseilua).

Endamtî: Divê hemû saziyên bi ziman re eleqeder in (Kurdî-der, enstîtu, Azadiya Welat, saziyên çandî-hunerî, komeleya nivîskaran, hwd.) û nivîskar-entelektuelên li ser ziman xebatê dikin bibin endamê konseyê . Di destpêkê de midûrên çandê yên hin şaredariyên jî dikarin bibin endam.

Sekreter: Ji bo çar salan hilbijartina sekreterek giştî ya ji bo temsîlkirina saziyê li welat û li derveyê welat. Sekreter di asta herî bilind de berpirsê meşandina xebatên vê saziyê ye.

Sekreterya: Ji bo domandina karên rojane yê saziyê, peydekirina pêdiviyên ji bo lidarxistina civînan hwd.

Weşan: Divê herî kêm weşanekî mehane ya saziyê hebe ku tê de hemû xebatên saziyê û nivîsên li ser mijara parastina ziman cî digirin hebe. Ji bo vê weşanê divê çend endamên konseyê bên peywirdarkirin.

Planên ziman: Konsey ji nava xwe çend kesan bi armanca amadekirina planên ziman (bi taybetî ya stratejîk), wê hilbijêre.

Necat Ayaz

Azadiya Welat – 26.06.2015

 

 

 

 

 

About infowelat.com

Check Also

Destê Irulegi: Nivîsa herî kevn a zimanê baskî

Zanyarên fîlolojiyê Çiyayê Irulegi ya li Welatê Baskê desteke ji bronz kifş kirin. Li ser …