Catarina li hemberê Osmaniyan şer kir

Li gorî çîrokê, Catarina Segurana li dijî êrişa Osmaniyan şer kiriye.

Segurana bi wêrekî û fedekariya xwe derketiye pêş û bûye sembola azadiyê bajêr.

Bi armanca bîranîna jina têkoşêr, di 25’ê Mijdara 1923’an de peyker hatiye çêkirin.

Peykereke li bajarê Niceê ya li başûrê Fransayê bi çîroka xwe bala cîhanê dikişîne.

Ev peykera li pêşiya Belediyeya Niceê, ji bo bîranîna Catarina Segurana hatiye çêkirin.

Li gorî çîrokê, Catarina Segurana li dijî êrişa Osmaniyan şer kiriye.

Segurana bi wêrekî û fedekariya xwe derketiye pêş û bûye sembola azadiyê bajêr.

Bi armanca bîranîna jina têkoşêr, di 25’ê Mijdara 1923’an de peyker hatiye çêkirin.

Îro di sedsaliya peykerê de wê li bajêr merasîmekê bê lidarxistin.

Saziya La Republica Nice pêşengiyê ji vê çalakiyê de re dike.

Gelek saziyên doza çand û zimanê Oksîtanî dikin wê tevlî çalakiyê bibin.

Şerê bajarê Niceê

Nice ku bajarekî li bakurê Derya Spî ye, di 1543’an de rastî êrişeke hevpar a Fransî û Osmaniyan hatibû.

Hêzên deryayî yên her du dewletan, bajarê di destê Împaratoriya Îspanyol de dorpêç kirin.

Nice ku bajarekî li bakurê Derya Spî ye, di 1543’an de rastî êrişeke hevpar a Fransî û Osmaniyan hatibû.

Nice di dema êrişê de di destê Dukê Savoyê de bû.

Hêzên deryayî yên her du dewletan, bajarê di destê Împaratoriya Îspanyol de dorpêç kirin.

Piştî şerekî dijwar Niceê hat dagirkirin lê hêzên Franko-Osmanî nekarîbûn keleya bajêr bi dest bixin.

Peykera Catarina Segurana/Wikipedia

Hêzên dagirker di dûv çend hefteyan neçar man ji bajêr vekişin.

Lêbelê beriya vekişînê, bajar hat talankirin û paşê hat şewitandin.

Hêjayî gotinê ye, di çavkaniyên dîrokî yên wê demê de navê Catarina Segurana cî nagire.

Lewma bawerî ev e, çîroka Catarinayê wekî mîteke berxwedana ya gelêrî paşê derketiye holê.

Infowelat

———————

Fotoyê sereke: Wêneyeke ku mijara wê berxwedana Catarina Seguarana ya li dijî Osmaniyan e. /Jêder: Malpera Belediyeya Niceê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …