Haiti yekemîn welatê serbixwe yê koleyan e

Haiti li cîhanê welatê yekemîn e ku di encama têkoşîna koleyan de hatiye damezrandin.

Di 1ê kanûna paşîn 1804’an de serxwebûna Komara Haitiyê hat ragihandin.

Haiti li cîhanê welatê yekemîn e ku di encama têkoşîna koleyan de hatiye damezrandin.

Şerê ji bo azadî û serxwebûnê di 1791’an de bi serhildana koleyan dest pê kir.

Daxwaza naskirina mafên dengdanê ji bo hemû beşên civakê armanca sereke ya serhildanê bû.

Fikra civakeke demokratîk, piştî Şoreşa Fransayê di nava Haitiyê de belav bûbû.

Fransaya kolonyal ji bo bingeha serhildanê lawaz bike, di 1792’an de mafê dengdanê da koma wekî “mulatto” tê pênasekirin.

Mulatto kesên ku yek ji dêbavên wan ewrûpî û yê din haitiyên afrîkî bûn.

Herwiha, kesên ku herdu dêbavên wan tevlîhev bûn jî wekî „mulatto“ dihatin binavkirin.

Taktîka Fransayê heta demekê bi ser ket lê di 1802’an de serhildan ji nû ve dest pê kir.

Vê carê “mulatto” jî tevlî serok û rêxistinên xwe beşdarî şerê çekdarî bûn.

Hebûna artêşa brîtanî ya li herêma Karayîbê bû faktorekê ji bo serfiraziya şerê azadiyê.

Artêşa fransî şikestin xwar

Artêşa fransî di şer de şikestin xwar û ev jî rê li ber serxwebûna girava Haitiyê vekir.

Bi damezrandina Komara Haitiyê dîroka kolonyal a 300 sal dom kir, bi dawî bû.

Lîderên Haitiyê artêşeke xurt damezrandin û êrişên mezin birin ser hêzên fransî.

Napolyon di 1803’an de biryara xwe ya vekişîna ji bakurê Amerîkayê eşkere kir.

Artêşa fransî di şer de şikestin xwar û ev jî rê li ber serxwebûna girava Haitiyê vekir.

Di 1ê kanûna paşîn 1804’an de serxwebûna Komara Haitiyê hat ragihandin.

Qismeke hêzên fransî heta 1809’an li devereke rojhilatê giravê hebûna xwe dom kirin.

Haiti welatê sêyemîn mezin ê herêma Karayîbê ye. Nifûsa welêt li derdora 11 milyonî ye. /Harîte: Brasilescola.uol.com.br

Fransa piştî demeke dirêj, di 1825’an de serxwebûna Haitiyê nas kir.

Bi damezrandina Komara Haitiyê dîroka kolonyal a 300 sal dom kir, bi dawî bû.

Infowelat

Fotoyê sereke: Rizgarkirina Crête-à-Pierrot (24ê adarê 1802) /Wêne: Auguste Raffet

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …