Enternasyonalîzma Kubayê ya ji bo tenduristiyê

Kuba demek dirêj e bi gelek welatan re bernameyeke hevkariya tenduristiyê dimeşîne.

Lê cara pêşî, bi desteka xwe ya ji bo Îtalyayê ya ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê  doktor û hemşîreyan Kuba ewqas zehf dibin mijara rojava cîhanê.

Helbet Kuba ne tenê çûbû hawara Îtalyayê lê beriya vê jî bi heman armancê bi hezaran xebatkarên xwe yên tenduristiyê şandibûn gelek welatên Amerîkaya Latîn.

Niha qasî 600 personelên tibê yên kubayî li Venezûela, Nîkaragua, Sûrînam, Haîtî, Barbados û Belîzeyê  destekê didin têkoşîna bi vîrusa koronayê re.


Doktorên Kubayê yên dikin biçin derveyê welêt

Ji bilî vê alîkariya dawî, Kuba bi salane li Amerîkaya Latîn û Afrîkayê bernameyeke hevkariya tenduristiyê dimeşîne û 29 hezar doktor û hemşîreyên kubayî di çarçoveya vê bernameyê de li 60 welatan xebatê dikin.

Piştî şoreşa Kubayê yek ji qada herî zêde pêşketî ye bê guman tenduristî ye.

Li Kubayê hejmara doktoran di ser 95 hezarî re ye û ev yek ji aliyê rêjeyê ve ji gelek welatên dewlemend pêşdetir e.

Li Kubayê ji bo her hezar kesî 8 doktor xizmetê dikin û ev hejmar, vî welatî li cîhanê dike yek ji welatên herî pêşketî di qada tenduristiyê de.

Ev rêje li Amerîkayê 2.3, Belçîka 3.3, Almanya 4.2 û li Norwecê 4.6’e.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …