IDEA: Tirkîye welatekî ne-demokratîk e

Rêya welatên koma ne-demokratîk a Azerbaycan, Belarûs, Rûsya û Tirkîye pê de diçin, mînakeke pir balkêş a ku nîşan dide, bê ka welatên ne xwedî sîstema demokratîk dikarin çawa îstikrara herêmeke demokratîk xera bikin e.

Tirkiye bi saya rejîma Erdogan ket nava welatên “ne-demokratîk.”

Enstîtuya Navneteweyî ya Demokrasî û Alîkarîya Hilbijartinê (IDEA) di rapora xwe ya salane de cî da rewşa Tirkiyeyê jî.

Tirkîye di raporê de di bin sernivîsa “Rewşa demokrasîyê ya li Ewrûpayê” de cî girt.

IDEAyê di rapora xwe de Tirkiyeyê xist nava welatên “ne-demokratîk” û vê tesbîtê kir:

Rêya welatên koma ne-demokratîk a Azerbaycan, Belarûs, Rûsya û Tirkîye pê de diçin, mînakeke pir balkêş a ku nîşan dide, bê ka welatên ne xwedî sîstema demokratîk dikarin çawa îstikrara herêmeke demokratîk xera bikin e.

Di raporê de hat ragihandin, Tirkîye tevlî sê welatên navborî, di navbera 2012-2022an de ji nava welatên ku xwedî performansa navîn a di warê mafan de derbasî koma welatên xwedî performansa kêm a di warê mafan de bûye.

IDEA nîşan dide, tevlî her sê welatên navborî, bi rêya guherîna sîstema dewleta tirk êdî ji % 29ê nifûsa Ewrûpayê li welatên ku di warê mafan de xwedî performansa kêm in, dijîn.

Herwiha, IDEA Belarûs, Rûsya û Tirkîyeyê bi tunekirina qada sivîl sûcdar dike ku bi rêya wê tevgerên protestoyî dikarin xwe birêxistin bikin.

—————————————–

Foto: Nexşeya Tirkiyeyê/Wikipedia 

Infowelat

Demokrasî di asta cîhanê de di xetereyê de

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Zuhal Demir bû Wezîra Perwerde û Kar a Flanderê

Jina bi eslê xwe kurdistanî Zuhal Demir cara duyemîn di hikumeta flaman de cî girt. …