Sirbistan û Kosova aloziyê kûr dikin

Sirbistanê li ser biryara serokwezîr Alexander Vucic biryarê da artêşa xwe li ser sînor bi cî bike.

Belgrad îdîa kir, sirbên li Kosovayê rastî zilmê tên û ji bo parastina wan tedbîrên leşkerî pêwîst e.

Aloziya li bakurê Kosovayê gav bi gav ji kontrolê derdikeve.

Sirbistanê li ser biryara serokwezîr Alexander Vucic biryarê da artêşa xwe li ser sînor bi cî bike.

Piştî vê, artêşa sirb çekên giran li ser sînorên xwe yên bi Kosovayê re bi cî kir.

Sirbistan îdîa kir, sirbên li Kosovayê rastî zilmê tên û ji bo parastina wan tedbîrên leşkerî pêwîst e.

Herwiha, hukumeta Belgradê ji hêzên aştiyê yên NATO’yê (KFOR) daxwaz kir, ji bo parastina sirban hêza xwe ya li bakurê Kosovayê zêde bike.

Tam di nava vê aloziyê de, nêzîkî nuqteyeke KFOR’ê dengê çekan hat û ew jî careke din li Kosovayê bû sebeba tirsa aloziyeke çekdarî.

Li aliyekî din, hukumeta Kosovayê jî ji NATO’yê daxwaz kir, bibe xwedî sekneke aktîf û barîkatên li ser sînorên Kosova û Sirbistanê rake.

Barîkat û kampanyaya îstifayê

Li bakurê Kosovayê nifûsa 10 belediyeyên bi giranî ji sirban pêk tê.

Di Parlemena Kosovayê de ji bo temsîkirina sirban 10 kursiyên garantî hatine veqetandin.

Herwiha, du wezîrên hukumeta Kosovayê herdem di destên kêmara sirban de ye.

140.000 sirbên li Kosovayê daxwaza otonomiyê dikin. Sirb dixwazin 10 belediyeyên wan bikaribin bibin yek û herêmeke otonom ava bikin. 

Aloziya li bakurê Kosovayê ji ber biryara hukumeta Priştiniyê ya derbarê plaqekeyên trafîkê de dest pê kiribû.

Kosovayê biryar dabû hemû plaqeyên trafîkê yên Sirbistanê divê bi plaqeyên Kosovayê re bên guherandin.

Welatiyên sirb vê qebûl nekiribûn û dest bi çalakiyên sivîl kiribûn.

Ji bilî vê, welatiyên sirb daxwaz dikin Kosova ji bo damezrandina Yekitiya Belediyeyên Sirb destûrê bide.

Piştî ku alozî bi mehan dom kiribû, di serê mijdarê de li herêma sirban kampanyayeke îstifayê dest pê kiribû.

Li ser biryara partiya Sirpska Lista wekîl, endamên meclîsên belediyeyan, dadger, dozger û polêsên sirb ji saziyên Kosovayê îstifa kiribûn.

Bakurê Kosovayê

Li Kosovaya ku piraniya wê ji albaniyan pêk tê, li derdora 140.000 sirb dijîn.

Piraniya sirban li bakurê welêt, nêzîkî bajarê Mitrovicayê bi cî bûne.

Li bakurê Kosovayê nifûsa 10 belediyeyên bi giranî ji sirban pêk tê.

Di Parlemena Kosovayê de ji bo temsîkirina sirban 10 kursiyên garantî hatine veqetandin.

Herwiha, du wezîrên hukumeta Kosovayê herdem di destên kêmara sirban de ye.

Digel serxwebûna xwe ya ji 2008’an û vir ve, Kosova heta niha jî nikaribûye li herêma sirban kontrola xwe saz bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bajarê Tolosayê êdî bi baskî diaxive

Niha % 53yê zimanê li kolanên Tolosayê tê axaftin baskî ye. Tolosa bajarekî li parêzgeha …