Şîlî, destûra bingehîn a ji dema general Augustus Pinochet ma ye davêje ser sergo
Destûra nû ji aliyê 155 delegeyên hemû beşên civakê temsîl dikirin hate amadekirin
Wekheviya zayendî, parastina avhewayê û mafên gelên xwecî stûnên destûra nû ye
Li Şiliyê piştî serhildana 2 salan dom kir, yekemîn Destûra Bingehîn a demokratîk hat amadekirin.
Desteya amadekirina destûrê ku ji 155 delegeyan pêk dihat, bi qasî 10 mehan li ser belgeya destûrê xebitî.
Bi perspektîfa pêkhatina wekheviya zayendî, nîvê kursiyên desteyê ji bo jinan hat veqetandin.
Herwiha xweciyên li Şiliyê jî bi 17 nûneran hatin temsîlkirin.
Hin aliyên girîng ê vê belgeya demokratîk wiha ne:
– perwerdeya zanîngehê wê bê pere be
– di her astên dewletê de wê wekheviya zayendî pêk were
– mafên dîrokî yên xweciyên li welêt wê bê naskirin
– pêşîgirtina germahiya avhewayê wê yek ji xebata esasî ya dewletê be
Ji bo fermîbûna pêşnûmaya Destûra Bingehîn, wê di 4’ê îlonê de referandûmekê bê lidarxistin.
Piştî serhildana civakî ku di 2019’an de dest pêkiribû, hukumet û mixalifan ji bo destûreke bingehîn a nû, li hev kiribûn.
Di gulana 2021’an de ji bo hilbijartina desteya ku wê destûra bingehîn binivîse, referandûmek hatibû li dar xistin.
Bi vî awayî, di dîroka Şiliyê de bûbû cara yekemîn ku mafê amadekirina destûra bingehîn ketibû destê nûnerên gel.
Destûra Bingehîn a Şiliyê, di 1980’an de di dema generalê derbekar Aûgûstûs Pînoşe de hatibû nivîsandin.
Digel hin reformên salên dawî, naveroka destûra dema darbeyê, heta îro jî wekî xwe ma.