Şerê Maipuyê di 5ê nîsana 1818an de nêzîkî bajarê Santiago yê Şîlîyê pêk hat.
2,000 endamên artêşa îspanyol a kolonyalîst hatin kuştin û li derdora 3,000 ji wan dîl hatin girtin.
Piştî şer, rêveberîya serbixwe ya Şîlîyê gav bi gav otorîteya xwe ya welêt xurtir kir.
Îro salvegera Şerê Maipuyê ye ku li hemberê rêveberîya Îspanyol a li Başûrê Amerîkayê bû derbeyeke mezin.
Şerê Maipuyê di 5ê nîsana 1818an de nêzîkî bajarê Santiago yê Şîlîyê pêk hat.
Serxwebûnxwazên Şîlîyê tevlî desteka serhildêrên Arjantînê li Maipuyê êrişî hêzên îspanyol kirin.
Berîya vê, di 1817an de îspanyol di Şerê Chacabucoyê de şikestin xwaribû û Şîlî serxwebûna xwe ragihandibû.
Dewleta îspanyol bi hêvîya wê serhildêran têk bibe, ji nû ve ketibû nava hereketê û berê xwe dabû bajarê Santiagoyê.
Jose de San Martin ku lîderê rizgarîya Amerîkaya Başûr bû, fermandarîya serhildêran dikir.
Ji ber biryardarîya hêzên serhildêr, artêşa îspanyol di navbera çend saetan de şikestineka giran xwar.
2,000 endamên artêşê hatin kuştin û li derdora 3,000 ji wan dîl hatin girtin.
Herçî hêzên serhildêr bûn, bi qasî 1,000î ji wan hatin kuştin.
Encamên şer
Rêveberîya serbixwe ya Şîlîyê gav bi gav otorîteya xwe ya li ser welêt xurtir kir.
Vê serkeftina leşkerî bû sebeba hin encamên giring.
Hêvîya Îspanyayê ku wê bikaribe pêşîya serxwebûna Şîlîyê bigire, ji holê rabû.
Rêveberîya serbixwe ya Şîlîyê gav bi gav otorîteya xwe ya li ser welêt xurtir kir.
Rêya ber bi navendên îspanyolan yên li peravên Okyanûsa Pasîfîkê vebû û bi vê re jî piranîya erdên Perûyê ji destên kolonyalîstên îspanyol derket.
————————–
Foto: Wêneyê bi navê Abrazo de Maipú (Hembêzkirina li Maipuyê) ya ku li ser hevdîtina José de San Martín y Bernardo O’Higgins hatîye çêkirinê. O’Higgins wekî fermandarê rizgarîya Şîlîyê tê qebûlkirin. /Wikipedia
Infowelat