Sofya di 1878an de hat rizgarkirin

Şerê Rûsya-Osmanî derfeta qewirandina tirkên osmanî ya ji Balkanan derxistibû holê.

Artêşa Rûs di 1877an de Çiyayên Balkanan derbas kir û di 1878an êriş bir ser osmanîyan.

Sofya 1878an de hat rizgarkirin û salek bi şûn ve bû paytexta Bûlgaristanê.

Berîya vê demê, bajêr bi sedan salan di bin dagirkirina Împaratorîya Osmanî de mabû.

Osmanîyan di sefereke xwe ya Balkanan de, di 1382an de bajêr dagir kiribûn.

Ji vê rojê û şûn ve Sofya ji nasnameya xwe ya Balkanan û bûlgar hatibû dûrxistin.

Ber bi dawîya sedsala 19. ve, rizgarîya Bûlgaristanê tevlî welatên din ên Balkanan bûbû yek ji armancên Rûsyayê.

Şerê Rûsya-Osmanî derfeta qewirandina tirkên osmanî ya ji Balkanan derxistibû holê.

Artêşa Rûs di 1877an de Çiyayên Balkanan derbas kir û di 1878an êriş bir ser osmanîyan.

Rizgarîya Sofyayê

20,000 leşkerên Artêşa Rûs ajotin ser Sofyayê ku ji aliyê 15,000 leşkerên osmanî dihate parastin.

Artêşa Osmanî di şer de têk çû û neçar ma terka bajarê Sofyayê kir.

Di heman salê de 20,000 leşkerên Artêşa Rûs ajotin ser Sofyayê ku ji aliyê 15,000 leşkerên osmanî dihate parastin.

Artêşa Osmanî di şer de têk çû û neçar ma terka bajarê Sofyayê kir.

Osmanîyan berîya terka Sofyayê bikin, xwestin bajêr bişewitînin lê ev yek bi hewldana nûnerîyên dîplomatîk ên welatên hat astengkirin.

Piştî rizgarîya Sofyayê ya tevlî herêmên din, dewleta bûlgar hat damezrandin.

Serxwebûna Bûlgaristanê di 3ê adara 1878an de bi Peymana San Stefanoyê hat erêkirin.

Salek bi şûn ve, di 3yê nîsana 1879an de jî Sofya bi awayekî fermî bû paytexta Bûlgaristanê.

Foto: General Gurko yê Artêşa Rûs Sofyayê ji osmanîyan rizgar kir.

—————————-

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …