Hikumetên welatên ereb li ser peymana Rojava-HTŞê daxuyanî dan.
Medyaya cîhanê jî di weşanên xwe de cî da vê geşedanê.
Televîzyon, ajans û rojnameyan nûçeyê bêyî analîz bikin, weşandin.
Peymana surprîz a di navbera hikumeta HTŞê ya Şamê û Rojavayê Kurdstanê de di rojeva navneteweyî de cîyê xwe girt.
Bi taybetî hikumetên welatên ereb li ser peymanê daxuyanî dan.
Di hemû daxuyanîyan de peymana entegrasyona Rojava ya di nava yekitîya Sûrîyeyê de bi tengekî erênî cî girt.
Medyaya herêmî ya cîhanî jî di weşanên xwe de cî dan vê meseleyê.
Televîzyon, ajans û rojnameyan nûçeyê bêyî analîz bikin, weşandin.
Daxuyanîyên welatên ereb
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê, serwerî û silametiya wê ragihand.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê lihevkirina aliyan wekî “gaveke giring a ber bi xurtkirina aştiya navxweyî, pêşxistina ewlehî û îstiqrarê ya avakirina dewleta sazî û qanûnan” nirxand.
Wezareta Karên Derve û Kar û Barên Koçberan a Urdunê lihevkirin wekî erênî nirxand û got:
“Aliyên peymanê gavek girîng a ber bi avakirina Sûriyê ya li ser esasê mîsogerkirina yekitî, serdestî, îstiqrar, parastina ewlehiyê, xelaskirina ji terorê û mîsogerkirina mafên tevahî gelê Sûriyê avêtine”.
Medyaya cîhanê
The New York Times
Medyaya amerîkî piranî peymanê wekî “geşedaneke mezin” pênase kir.
Rojnameya The New York Timesê di bin vê manşetê de vê nivîsand:
“Peyman ji bo Şamê bû serkeftineke mezin ya ji bo yekitîya welêt ku dema serhildana li herêma beravê ya Sûrîyeyê didomîya.”
VOA
Malpera Dengê Amerîkayê (VOA) jî peymanê wekî “geşedaneke mezin” pênase kir û mafên çandî yên kurdan derxist pêş:
“Kurdên Sûrîyeyê wê bibin xwedî mafên xwe ku di nava wan de fêrkirin û bikaranîna zimanê wan ê di dema Esed de bi dehan salan hatibûn qedexekirin jî hene.”
The Guardian
Rojnameya îngilîz bi sernavê “Hikumeta Sûrîyeyê ji bo herêma bakurêrojhilat entegre bike, bi QSDya di bin pêşengîya kurdan de ye li hev kir.
Rojnameyê wiha dom kir:
“Peyman wê di heman demê de mafên kurdan ên ku demeke dirêj di bin rejîma Esedê ku zimanê kurdî ya li dibistanan û cejnên kurdan qedexe kiribûn, venase.”
France 24
Malpera beşa bi îngilîzî ya televîzyona Fransayê di bin manşeta “Hikumeta Sûrîyeyê bi rêveberîya kurd a di bin serdestîya kurdan de ya li bakurêrojhilat peyman îmze kir” de wiha got:
“Peyman hema hema du hefte piştî banga dîrokî ya damezrînerê PKKê Abdulah Ocalan ya ji bo çekberdan û xwejihevxistina koma milîtan hat îmzerkirin.”
El-Cezîre
Televîzyona Qeterê El-Cezîreyê di nûçeyeke ku xwes spart nûçegîhaneke xwe, van tesbîtên balkêş kirin:
“Eger peyman têkeve merîyetê, wê hemû herêmê bi tevahî têxe bin kontrola hikumeta navendî ya Sûrîyeyê.”
“Herêma di bin kontrola QSDê de wê bibe xwedîyê otonomîyekê an na hîn ne dîyare.”
—————————————
Amadekar: A.Rahman Çelîk-Necat Ayaz
Foto: Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şara peymanê îmze dikin