Amerîka agirbestê bi Ukraynayê da qebûlkirin

Ukrayna dawîya dawî hat ser xeta Amerîkayê û agirbestekê qebûl kir.

Nûnerên Amerîka û Ukraynayê ji bo agirbestê daxuyanîyeke hevpar ragihandin.

Pirsa herî giring ev e, ka wê Rûsya bersiveke çawa bide daxuyanîyê.

Dîplomasîya zextan a Amerîkayê di warê aştîya li Ukraynayê encaman bi xwe re tîne.

Şandeyên her du welatan ji bo agirbestekê bê ragihandin, li hev kirin.

Piştî civîna li bajarê Cîde ya li Erebîstana Siûdî, alîyan daxuyanîyeke hevpar ragihandin.

Di belgeya hevpar de agirbesta di navbera Rûsya-Ukraynayê de derket pêş.

Çi encam ji daxuyanîya hevpar derdikevin?

Encamên ji vê daxuyanîyê derdikevin holê wiha ne:

  • Agirbesteke ji 30 rojan pêk tê tê ragihandin
  • Gavên humanîter ên wekî pevguherandina êsîrên şer pêk tê
  • Amerîka garantîya ji bo ewlehîya Ukraynayê nade
  • Ukrayna dixwaze Yekitîya Ewrûpayê jî tevlî proseya muzakereyan bibe. Lê nayê zanîn ka Amerîka vê daxwazê qebûl kirîye an na.
  • Washington rojeke berîya rojekê dest bi parvekirina agahîyên îstixbarî û alîkarîya leşkerî ya ji bo Ukraynayê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi dûv hevdîtina li Cîdeyê daxuyanîyekê da.

Rubio got, “ukraynî amade ne şer bidin sekinandin, ew amade ne çek bi kar neynin, ew amade ne werin ser maseyê.”

Şêwirmendê ewlekarîyê yê Amerîkayê Mark Waltz jî ku tevlî civîna li Cîdeyê bû, li ser mijarê axivî:

Waltz got, “em ji pirsa ku şer dikare bê sekinandin derbasî şer çawa dikare bê sekinandin bûn.”

Rûsya wê çi bersiv bide?

Pirsa herî giring ev e, ka wê Rûsya bersiveke çawa bide daxuyanîya hevpar.

Gotina ewil a Rûsyayê ya derbarê mijarê de ji alîyê berpirsê komîteya karûbarên navneteweyî ya Dumayê Konstantin Kosachev ve hat kirin.

“Kîjan peyman dibe bile bibe –ya ku naveroka wê li ser pêdivîya lihevkirinê be- divê li gorî şertên me bin, ne yên Amerîkayê bin.”

Infowelat

——————————————–

Foto: Heyeta Amerîkayê ya li Cîdeyê

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …