Serhildana li Bangladeşê bi ser ket

Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hesîna roja duşemê ji welêt revîya.

Serokê Bangladeşê parlamentoyê ji hev xist û lîdera mixalefetê Begum Xaleda Zia hat berdan.

Protestoyên du mehan ên li Bangladeşê gihîştin encamê.

Serokwezîrê Bangladeşê Şêx Hesîna roja duşemê ji welêt revîya.

Bi dûv vê re, serokê Bangladeşê parlamentoyê ji hev xist.

Di heman demê de lîderê mixalefetê Begum Xaleda Zia ku di girtîgehê de bû, hat berdan.

Ev gavên li ser hev hatin avêtin, piştî hevdîtina kordînasyona protestoyan û Artêşa Bangladeşê pêk hatin.

Di hevdîtinê de hat lihevkirin, ji alîyê artêşê ve hukumeteke demî bê damezrandin.

Di protestoyên li Bangladeşê li derdora 300 kes hatibûn kuştin.

Sebeba alozîya li Bangladeşê

Sebeba protestoyên ku di rojên dawî de veguherî serhildanekê, sîstema kotayê ya ji bo karên dewletê ye.

Çalakîyên di bin pêşengiya xwendekaran de du meh berê bi armanca betalkirina vê sîstemê dest pê kiribûn.

Bi vê pergalê, ji %  30 yê hemû karên dewletê ji bo xizmên endamên artêşê ku tevlî şerê serxwebûnê bûne, tên veqetandin.

Ji ber protestoyên dawî, hukumet sîstema kotayê betal kir lê Dadgeha Bilind a Bangladeşê midaxeleyê hukumetê kir.

Serokwezîra Bangladeşê Şêx Hesîna terka welêt kir/X.com

Dadgehê biryar da, kotaya heyî ji % 30yî daxe ji % 5an.

Dadgeha Bangladeşê ji % 93yê karên dewletê ji bo kesên kar heq kiribin, veqetand.

Bi heman biryarê, ji % 2yê karan jî ji komên kêmar re hatin veqetandin.

———————————————

Foto: Ala Bangladeşê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …